18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Em ê têkoşîna rojnamegeran bilind bikin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê bi minasebeta salvegera kuştina Rojnameger Safyettîn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê diyar kir ku di salên 1990’î de gelek rojnamegerên çapemeniya azad hatin revandin û kuştin û wiha got: “Yek ji rojnamegerê kurd jî Safyettin Tepe bû. Tepe nûçegîhanê Rojnameya Yenî Polîtîka yê Êlihê bû. Di 25’ê tebaxa 1995’an de binçav kirin. Pişt re birin Midûriyeta Polîsan a Bedlisê. Di 29’ê tebaxa 1995’an de di bin çavan e qetil kirin. Hêj 27 salî bû. Nû dest bi rojnamegeriyê kiribû. Polîsan îdîa kirin ku Safyettîn di bin çavan de întîhar kiriye. Lê malbata Tepe diyar kir ku kurê wan hatiye qetilkirin.

Ferhat Tepe jî revandin û qetil kirin

Komeleyê da zanîn ku Safyettîn pismamê Ferhat Tepe bû û wiha li daxuyaniyê zêde kir: “Ferhat Tepe jî nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Ferhat Tepe di 28’ê tîrmeha 1993’an de li Bedlisê hatibû revandin û di 8’ê tebaxê de cenazeye wî li tenişta Hazarê hatibû dîtin. Safyettîn Tepe di îlona 1993’an de li Edene û Dîlokê nûçegîhaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kir. Dema hat kuştin li Êlihê nûçegîhanê Rojnameya Yenî Politika yê Êlihê bû. Birayê Safyettin Tayîp Tepe, di hevdîtinên xwe de diyar kiribû ku nûçeyên faîlên nediyar çêdikir û ji ber polîs ji nûçeyên Safyettîn bêzar bûn, ew kuştin. Malbatê di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) da. DMME’yê di 20’ê adara 1996’an de serlêdan qebûl kir, lê di 13’ê nîsana 2004’an de serlêdan red kir. 26 sal in hêj kujer nehatine dîtin û nehatine cezakirin. “

Komeleyê herî dawî bal kişand ser têkoşînê û wiha got: “Emê wekî rojnamegerên kurd û Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê têkoşîna rojnamegerên di rêya rastî û heqîqetê de canê xwe dane bilind bikin. Ji bo ronahî di tarîtiyê de nemîn e, emê heta dawiyê li pêy doza wan bin.”