19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Musa bûn

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi minasebeta salvegera kuştina belavkarên rojnameya Ozgur Gundemê Adîl Başkan û Yalçin Yaşa daxuyanî dan. DFG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku belavkarên rojnameyê ji bo welatekî azad û jiyanek azad canê xwe feda kirin û wiha got: “Ji bo têkoşîna azadiyê bê kêmasî û rast bigêje gel wan hewl da rojnameyê  biginin gel. Lê yek ji kesên nayên dîtin şehîdên çapemeniyê ne. Belavkarên rojnameyê ne. Herî zêde wan bar daye ser pişta xwe û hewl dane rastiyê bigînin gel. Di salên 90’î de di nava têkoşînek dijwar û zahmetiyên zêde de hewl dan rastiyê bigînin gel. Şehîdên çapemeniyê, di nava têkoşînia bi rûmet de cih girtin. Bûn ferdên artêşa çapemeniyê yên ku nayên ji bîr kirin û cihê xwe di vê têkoşinê de girtin.”

DFG’ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku dema endamên JÎTEM, kontr-gerilla û Hizbi-kontra li her derê mirov qetil dikirin wan rojname belav dikir û wiha lê zêde kir: “Wan di dema zor û zahmet de bar da ser milê xwe. Di meha mijdara 1993’an de 6 hevalên me yên rojnameger hatin qetilkirin. Di 9’ê mijdara 1993’an de Adil Başkan û di 10’ê mijdara 1993’an Yalçin Yaşa hat qetilkirin. Bi minasebeta salvegera qetilkirina wan em bi rêzdarî wan bibîr tînin.

Li kolanê qetil kirin 

Adil Başkan, dema li navçeya Nisêbînê rojnameya Ozgur Gundem belav dikir li kolanê ew qetil kirin. Roja dîtir di 10’ê mijdarê de jî Yalçın Yaşa li Amedê qetil kirin. Di 14’ê hezîrana 1993’an de mamê Yalçin Yaşa xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Haşim Yaşa li semta Ofisê qetil kirin. Piştre birayê Yalçin Yaşa Eşref Yaşa birîndar kirin. Dema Yalçin Yaşa û birayê xwe Yahya Yaşa di 10’ê mijdarê de li nêzî  Mînareya Çar Ling hat qetilkirin. Yalçin jiyana xwe ji dest da û Yahya  jî bi giranî birîndar bû.

Di 19’ê mijdara 1993’an de Kadîr Îpeksurer, di 21’ê mijdara 1992’an de Halîl Adanır, di 27’ê mijdara 1993’an de Adnan Işik û di 27’ê mijdara 1998’an de jî Nihat Yakut hat qetilkirin. Heta Kadrî Bagdu 17 hevalên me yên belavkarên rojnameyê hatin qetilkirin. Ew Gerenalên Biçûk ên Apê Musa bûn. Em carek din hemûyan bi rêzdarî bibîr tinin.”