19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê kongreya xwe ya asayî li dar xist

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kongreya Asayî ya 1’emîn li dar xist. Kongre li avahiya komeleyê ya li semta Ofîsa Amedê pêk hat. Gelek rojnameger beşdarî kongreyê bûn. Kongre, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên çapemiya azad dest pê kir.

Grîngiya DFG’ê

Piştî rêzgirtinê desteya dîwanê hat hilbijartin. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney ku weke seroka desteya dîwanê hat hilbijartin behsa girîngiya damezirandina DFG’ê kir û wiha got: “Dema em li Tirkiyeyê qala rojnamegeriyê dikin, çapemeniya azad tê bîra mirov. Xwebirêxistinkirin û lêgerîna maf a çapemeniya azad li gelek bi nirx e.”

Kevneşopiya 30 salan

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ya ji nû ve ji bo hevserokatiyê hat hilbijartin, anî ziman ku komele berdewama kevneşopiya çapemeniya azad a 30 salan e. Muftuoglû diyar ku ji ber şert û mercên pandemiyê ji aliyê xwebirêxistinkirinê ve kêmasiyên wan çêbûne û bi vê kongreyê armanca wan ew e ku têkoşîna ji bo çapemeniya azad bi hêztir bikin.

‘Em ê dengê çapemeniya azad bilind bikin’

Muftuoglû da zanîn ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza dawî de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji bo rojnamegerên girtî têkoşiyan. Ji bo ku serbest bên berdan li pêş edliyeyan bûn. Bi qasî me dikaribû dengê xwe ragihînin, me daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Di nav salê de der barê girtin û binçavkirina rojnamegeran û zextan de me rapor amade kirin. Di vê çarçoveyê de wê xebatên komeleya me bi awayekî xurt bidomin. Ji bo ku em azadiya çapemeniyê bi dengekî bilind bînin ziman, em ê rêxistiniya xwe berfireh bikin.”

Piştî kongreyê de raporên xebat û malî yên salekê hatin xwendin. Pişt re beşên komeleyê hatin hilbijartin. Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan dîsa ji nû ve weke hevserokên komeleyê hatin hilbijartin.