18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê rapora îlonê aşkere kir: 63 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DGF) rapora meha îlonê ya binpêkirina mafan aşkere kir. DFG’ê diyar kir ku hêj 63 rojnameger girtî ne û di îlonê de 50 rojnameger hatine darizandin.

DFG’ê di raporê de anî ziman ku dema rojnameger rastiyan digînin civakê bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Her meh em xeyal dikin ku zextên li ser rojnamegeran kêm bibin. Lê mixabin her meh binpêkirina mafên rojnamegeran bêtir zêde dibe. Li Tirkiyeyê hem zext li ser rojnamegeran hene û hem jî dixwazin bi zagonan sansure zêde bikin. Ev hewldana daxwaza sansurê mê dixe nava fikaran. Bi guhertina zagonên berê êdî çapemenî û rojnameger nikarin gotinê bibêjin û binivîsin. Ev guhertinên zagonî yên nû dê bêtir mafê azadiya rojnamegeran bi sînor bike. Tenê di îlonê de 50 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirin hatin darizandin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza birîn. Dîsa malperên ajansan hatin astengkirin. Di nava 9 malperên înternetê de ajansa JinNews ku tenê nûçeyên jinan dişopîne, 5 caran hat astengkirin. “

Rapora DFG’ê ya meha îlonê wiha ye;

*5 rojnameger hatin binçavkirin

*1 rojnameger hat girtin

*3 rojnameger bi êrîşan re rû bir û man

*Di 15 çalakî û bûyeran de rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin.

*6 rojnameger der barê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin.

*7 rojnameger der barê wan de doz hat vekirin.

* 6 rojnameger hatin cezakirin. Li 6 rojnamegeran 27 sal û 3 meh ceza hat birîn

* 50 rojnameger ji 33 dosyayan hatin darizandin

* 2 rojnamegerên girtî mafên wan hatin binpêkirin

*Li 3 rojnameyan 100 roj cezayê îlan û reklamê hat birîn

* RTUK’ê li 6 kanalan 7 ceza birî

*9 malperên înternetê ji ber 28 nûçeyan hatin astengkirin

* 7 rojnameger ji kar hatin avêtin

* Heta 05’ê cotmehê hêj 63 rojnameger girtî ne.