20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê rapora nîsanê par ve kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ku her meh têkildarî neheqiyên li rojnamegeran û mejarên din ên têkildarî çapemeniyê dinirxîne,  rapora xwe ya nirxandina meha nîsanê weşand. Li gorî raporê di meha nîsanê de, 9 rojnameger hatin binçavkirin û li 5 rojnamegeran jî doz hat vekirin.

Di daxuyaniya nirxandina komleyê de hat bibîrxistin ku gelek rojnamegeran 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, di girtîgehan de pêşwazî kir û diyar kir ku rojnamger hê jî tên binçavkirin û girtin, lêpirsîn û doz li wan tên vekirin û cezayê girtîgehê li wan tê birîn. Her wiha hat gotin ku desthilat bi pêkanînên xwe rojnamegerî kiriye hedefa xwe û manca wê ew ku li şûna ragihandina rast, rojnamegeriya alîgir biafirîne; çapemeniyê ne ji bo civakê lê ji bo propagandaya desthilatê bi kar bînin.     

Di raporê de giştînameya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya der barê di dema çalakiyan de qedexekirina kişandina wêne û dîmenan hat bibîrxist û ev giştîname wek geveke din a astengkirina  çapemeniyê hat binavkirin.

Berdewama rapora nirxandinê ya meha nîsanê wiha ye:

“Giştîname di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenan qedexe dike. Wek hincet jî ‘îhlalkirina jiyana taybet a polîsan’ hat nîşandan. Em dixwazin bipirsin ‘cihgirtina di çalakiyan de çawa dibe jiyana taybet’? Em dixwazin bi bîr bixin ku beriya niha qeydên deng an jî dîmenan, gelek bûyer ronî kiribûn. Mînak, di Newroza Amedê ya 2017’an de, heger kişandina dîmenan qedexe bûya wê her kes Kemal Kûrkût wek  ‘bombeyê zindî’ dizanibûya. Lê belê di wêneyên hatin kişandin de, li ser Kemal Kûrkût bombe tune bû û Kûrkût ji navê berjor tazî bû. Wêneyan rastî nîşanî gel dabû. Ev mînak bixwe nîşan dide ku heger giştîname pêk were wê azadiya çapemeniyê bêhtir bê astengkirin. Ji ber vê jî divê giştîname bi paş ve bê kişandin û dev ji qedexeyên li ser xebatkarên çapemeniyê bê berdan.

Rojnameger, çav û guhên gel in. Di her nûçeyê de, civak rastiyan dibîne û dibihîze. Ji ber vê sedemê, her astengiya li ser çapemeniyê astengkirina mafê civakê yê xwegihandina agahiyan e. Dema çapemenî bi awayekî azad karê xwe neke, civak dikeve nav tarîtiyê. Em diyar dikin ku ji bo mafên me ji destê me necin, em li ser rêgezên gerdûnî karên xwe bikin û her wiha bi bîr dixin ku divê rêz li mafê civakê yê xwegihandina agahiyan bê girtin.     

Rewşa hempîşeyên me yên girtî jî faktoreke sereke ya neheqiyên li rojnamegeran e ku hê jî berdewam e. Gelek rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehan de ne. Her çiqas hewl didin hevalên me terorîze bikin jî, hevalên me ji xeynî karên xwe yên rojnamegeriyê tiştek din nekirine. Ev rastî di îdianame û sûcdariyan de jî bi aşkerayî xuya dibe. Rojnamegerên girtî ji ber nûçe, hevpeyvîn an jî dîmenên kişandine di girtîgehan de ne. Lê belê yek ji van jî ne sûc e û karên rojnamegeriyê ne. Girtina rojnamegeran ji ber nûçeyên li xweşa desthilatê naçin, li dijî rêgezên hiqûqê ye. Ji ber vê sedemê bi awayekî lezgîn divê hemû rojnamger bên berdan, girtin û binçavkirina hempîşeyên me bê bidawîkirin.        

Bi munasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriyê, em pêkhatina azad û demokrasiyê hêvî dikin û her wiha dubare roja hempîşeyên xwe pîroz dikin.”

Daneyên DFG’ê yên rapora meha nîsanê wiha ne:

*Rojnamevanên hatin binçavkirin: 9

*Astengiya şopandina nûçeyan: 4

*Lêpirsînên der barê rojnamegeran de: 2

*Dozên li rojnamegeran hatine vekirin: 5

*Rojnamegerên hatine darizandin: 24 dosya, 60 rojnameger

* Li zindanan binpêkirina mafên rojnamegeran: 1

*Cezayên RTUK’ê: 5

*Astengiyên xwegihandina înternetê: 19 nûçe, 17 website

*Rojnamegerên girtî (heta 5’ê Nisanê 2021): 70