24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê Roja Azadiya Çapemeniyê pîroz kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê têkildarî ‘3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê’ bi sernavê ‘Îro roja azadiya çapemeniyê ye lê çapemenî ne azad e’ daxuyanî da.

Di daxuyaniyê komeleyê de hat diyarkirin ku ji bo ronîkirina civakê çapemenî bi roleke girîng radibe û peywira çapemeniyê venêrîn e, loma jî li welatê demokrasî tune ye rojnamger di hedefa desthilatan de ne.

Di berdewam daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 90’ê çapemeniyê di bin kontrola desthilatdariyê de ye û ji ber jî rojnameger bi awayekî azad nikarin bixebitin.  Her wiha hat di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi zext û astengiyan tê pêşwazîkirin.

Beşek ji daxiyaniya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê wiha ye:

“Tirkiye di endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji hêla Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve tê amadekirin, di rêza 153’yemîn ye.

Ji aliyekî ve rojnameger tên binçavkirin û girtin, li aliyê din jî kişandina wêne û dîmenan hat qedexekirin. Beriya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi demekê de Midûriyeta Giştî ya Polîsan giştînameyekê weşand û di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe kir. Li gorî vê giştînameyê rojnamegerên ku di çalakiyan de wêne û dîmenên polîsan bikişînin dê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ceza li wan bên birîn. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de polîs li gorî vê giştînameyê tevgeriyan û li rojnamegerên ku wêne û dîmenên wan kişandin dan û ew binçav kirin.

Heta niha di gelek çalakiyan de pênûs û lênûskên rojnamegeran di bin navê ewlehiyê de ji aliyê polîsan ve ji wan dihatin girtin. Bi vê giştînameyê êdî wê wênekêş û kamera jî ji rojnamegeran bên girtin. Bi vê giştînameyê ji rojnamegeran re dibejîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bi kar bînin.

Tevî van hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene. Ev hevalên me yên rojnameger ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin. Daxwaza me ew e ku desthilatdarî demlidest dev ji van pêkanînên xwe yên bêhiqûq ên li dijî rojnamegeran berde.

Careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li tevahiya rojnamegerên li dijî bêhiqûqiyê û ji bo azadiyê têdikoşin pîroz be.”