20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DGF û MKGP’ê banga tevlîbûna doza avêtina ji helîkopterê kir

Roja 11’ê îlona 2020’î li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên li bejahiya nevçeyê operasyon dikir, welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn, îşkence li wan kiribûn û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên piştî ku îşkence û avêtina ji helikopterê kirin nûçe, 9’ê cotmeha 2020’î hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar nûçegihanên girtî û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tên darizandin, di 2’yê nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 5’emîn were dîtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî danişîna ewil a rojnamegeran li avahiya DFG’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DFG’ê û MKGP’ê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de pêşî hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û diyar kir ku gel ji avêtina helîkopterê û îşkenceya li Şiban û Tûrgût ji nûçeyên bûne sedema darizandinê agahdar bûn û wiha got: “Heke hevalên me ew nûçe çênekiribûya, haya kesê jê çênedibû. Rastî hat ragihandin û piştre dema nûçe dişopandin hatin astengkirin û herî dawî jî hatin girtin.”

Banga tevlîbûna li danişînê hat kirin

Altan anî ziman ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin û wiha berdewam kir: “Hevalên me 6 meh in girtî ne. Em jî weke rêxistinên çapemeniyê li benda piştevaniyê ne. Rojnamegerî ne sûc e, karekî pîroz e. Em mafê gel ê xwe gihandina nûçeyan diparêzin. Hevalên me ne sûcdar in, rojnameger in. Divê hevalên me demildest bên berdan.” Altan, bang li rojnameger, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û gel kir ku tev li danişîna di 2’yê nîsanê de bibin.

‘Em ê rastiyan ragihînin’

Piştre berdevka MKGP’ê Ayşe Guney axivî û behsa zextên li ser rojnamegerên jin kir ku her diçe zêde dibin. Gunay  diyar kir ku hevalên wan rastî mudaxaleyeke taybet hatine û wiha domand: “Li girtîgeha ku birine xistin qawişên zilaman. Em van pêkanînan weke li rojnamegerên jin ên kurd hatine kirin dibînin. Em ê ji van polîtîkayan re bi ragihandina heqîqetê ji bo gel bibin bersiv. Ragihandina rastiyan soza me ye.” Guney bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin hevalên û tev li danişîna wan bibin.

Êrîş li mafê ragihandinê ye

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî destnîşan kir ku darizandina rojnamegeran erîşa li azadiya çapemeniyê ye û wiha axivî: “Êrîşeke hem li rojnamegeran hem jî li mafê ragihandinê ye. Rojnameger ji ber rastî nîşandan tên darizandin. Em li bendê ne ku beşdarî danişîna di 2’yê nîsanê de bibin.”

Muftuoglû, anî ziman ku Cemîl Ûgûr ê ku li Wanê avêtina du welatiyan a ji helîkopterê ji gel re ragihand hêjayî Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hat dîtin û wiha got: “Rastiya divê bê xelatkirin, mixabin li Tirkiyeyê dibe mijara darizandinê. Mixabin rojnamegerên ev kirin nûçe di nav çar diwaran de tên girtin. Em dubare dikin, nûçeyên hevalên me encax gel dikare binirxîne. Ew hêza vê bidarizîne jî gel e.”