spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 1’ê Gulanê de cihêkarî

Di nav hefteyê de 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ya Karkeran hat pîroz kirin. Ji ber vîrusa koronayê, îsal 1’ê Gulanê jî mîna Cejna Newrozê ji her salê cudatir hat pîrozkirin. Her çiqas pîrozbahî ji her salê cudatirbûn jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pîrozbahiyan heman nêzîkatîbû; êrîş, atengkirin û binçavkirin. Lê berî ku qala pîrozbahî û êrîş, atengkirin û binçavkirinên 1’ê Gulanê bikim, dixwazim bi kurtasî qala dîroka 1’ê Gulanê ya li Tirkiyeyê bikim.

1’ê Gulanê, di encama têkoşîna kedkaran a ji bo dema xebata rojane ku dakeve 8 saetan derketiye holê û li komara Tirkiyeyê cara ewil di sala 1923’yan de bi awayekî fermî wekî cejn hatiye qebûlkirin. Lê salek piştî vê qebûlkirinê pîrozbahiyên bi girseyî yên 1’ê Gulanê hatine qedexekirin. Di sala 1925’an de her cure pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatine qedexekirin. Lê li gel vê qedexeyê jî rêxistinbûna karkeran li Tirkiyeyê berdewam kiriye.

Karker her têkoşiyane

Cara yekemîn di sala 1976’an de bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li qada Taksîmê bi beşdariya 200 hezar karkerî 1’ê Gulanê hatiye pîrozkirin. Salek piştî vê pîrozbahiyê di sala 1977’an 1’ê Gulanê dîsa li qada Taksîmê bi beşdariya 500 hezar karkerî hatiye pîrozkirin. Lê di pîrozbahiyê de li dijî karkeran êrîşek dijwar pêk hatiye. Li gorî daneyên fermî 34 karkeran, li gorî daneyên DÎSK’ê jî 36 karkeran, di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî vê êrîşê qada Taksîmê li Tirkiyeyê bûye sembola 1’ê Gulanê û ji bo vê gelek tekoşîn hatiye dayîn. Di darbeya 12’ê Îlonê de bi hinceta vê êrîşê careke din 1’ê Gulanê hatiye qedexekirin. Lê li gel qedexeyê jî 1’ê Gulanê her sal bi têkoşîna karkeran hatiye pîrozkirin. Piştî vê têkoşîna kedkaran, di sala 2009’an de bi awayekî fermî 1’ê Gulanê weke “Roja Piştevanî û Kedê” hatiye ragihandin. Destûr hatiye dayîn ku li qada Taksîmê pîrozbahî bên kirin. Lê piştî çend salan dîsa qada Taksîmê ji pîrozbahiyan re hatiye qedexekirin.

Taksîm dibe navenda aloziyan

Lê li gel qedexeyê jî her sal kedkar û karker hewl didin 1’ê Gulanê li qada Taksîmê pîroz bikin. Lê desthilata AKP’ê destûr nade ku 1’ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin. Tenê destûr dide nûnerên sendîkayên nêzî xwe li Taksîmê bi awayekî sembolîk 1’ê Gulanê pîroz bikin. Ji ber vê yekê her sal  Taksîm bi rojan tê dorpêçkirin û li derdora wê di navbera polis û karkeran de alozî dertê.

Vîrusa koronayê ya hemû Cîhanê kiriye bin bandora xwe, bandora xwe li pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên îsal jî kir. Ji ber vîrusê, bi hefteyek beriya 1’ê Gulanê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û pêkhateyên 1’ê Gulanê li hev civiyan û biryar dan ku bêyî girseyî 1’ê Gulanê li ser medyaya civakî, pace û şaneşînan pîroz bikin. Lê destnîşan kirin ku wê bi awayekî sembolîk biçin Taksîmê û li wir pîrozbahiyek sembolîk bikin. Di vê mijarê de bi rayedarên hikûmet û dewletê re li hev jî kiribûn.

Pace û şaneşîn bûn qad

Lê ji bilî van pîrozbahiyên van konfederasyon û sendîkayan, hemû pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û êrîş li karkeran hat kirin. Li gelek deveran jî ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê neyên kirin, gelek karker ji bo demekê hatin binçavkirin. Lê li gel van hemû astengî û êrîşan jî kedkar û karker li her dera Tirkiye û bakurê Kurdistanê derketin derve û bi awayekî kêmbeşdar 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên balkêş û rengîn jî di saetên şevê de pêk hatin. Kedkar, saet di 21:00’an derketin pace û şaneşînên malên xwe sirûdên 1’ê Gulanê gotin û li dijî zextên karsazan û polîtîkayên hikûmetê yên li ser xwe dirûşm berz kirin. Karkeran di daxuyanî û çalakiyên xwe de polîtîkayên hikûmetê li ser karkeran rexne kirin û destnîşan kirin ku di rojên vîrusa koronayê de jî karsaz û hikûmet karkeran bi zorê didin xebitandin û bergiriyan tenê ji bo xwe digirin.

Cihêkariyê kûr dike

Di peyamên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên îsal de daxwaza pergaleke nû ya civakî derket pêş. Li Tirkiyeyê partiyên hatine ser desthilatê timik li xwîna kedkar û karkeran mijiyane û ji bo têkbirina rêxistinbûna karkeran serî li her rêyî dane û cihêkariyê kirine nav sendîkayên karkeran. AKP jî yek ji van partiyan e ku vê cihêkariya kûr kiriye. Di pîrozbahiyên îsal de jî ev yek bi awayekî aşkera xwe da der. Taksîmê ji DÎSK’ê re qedexe kir û lê ji konfederasyonên nêzî xwe re vekir.

Piştî salê dûr û dirêj, konfedarasyonên karkeran ji ber polîtîkayên ji hêla AKP’ê ve li dijî kedkar û karkeran tên meşandin nêzî hev bûbûn. Di dawiya sala 2019’an de ji bo diyarkirina buhayê mûçeya kêmane li hev kiribûn û bi yek dengî li dijî mîqdara hikûmetê derketibûn. Bi armanca hilweşandina vê nêzîkbûna sendîkayên karkeran destûr da hin sendîkayan û destûr neda hin sendîkayan ku 1’ê Gulanê pîroz bikin. Weke hincet jî ewlehiyê nîşan da. Bi vê yekê jî sendîkayên kedkar û karkeran krimînalîze kirin.

Tenê ji alîgiran re serbest e

Lê roja 1’ê Gulanê, heyeteke DÎSK’ê ya ji 25 kesan pêk dihat dema xwest ji bo bîranîna karkerên di sala 1977’an de hatibûn qetilkirin, biçe Taksimê hat astengkirin. Polîsan tacegula di destê heyeta DÎSK’ê xistin xwarê û kirin bin piyê xwe. Dîsa seroka giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de hemû heyetê binçav kirin. Bi vê yekê re pîrozbahî û astengiyên 1’ê Gulanê jî dest pê kir. Çerkezoglû, piştî berdana xwe bertek nîşanî astengkirin û binçavkirina wan da û diyar kir ku bi tu awayî 1’ê Gulanê nayê qedexekirin û wê kes nikaribe 1’ê Gulanê qedexe bike.

Piştî vê astengkirin û binçavkrina heyeta DÎSK’ê bi çend saetan şûn de, heyeteke ji Konfederasyona Karê Cemaweriya ya Yekgirtî, Konfederasyona HAK-ÎŞ û HAK-SEN’ê yên nêzî hikûmetê pêk dihat, bê astengî çû Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz kir. Nûnerên van konfederasyon û sendîkayan li tevahiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên xwe yên 1’ê Gulanê pêk anîn. Li hemû cihan jî polîsan ji wan re qad vekirin û bê alozî hiştin 1’ê Gulanê pîroz bikin.