25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 7 mehan de 1301 karker bûne qurbana kar

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran(ÎSÎG), her meh li ser rewşa karkeran raporê amade dike. Bi taybetî li ser karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin dike rapor û bi raya giştî re parve dike. Meclîsa ÎSÎG’ê rapora tîrmehê jî bi amade kir û bi raya giştî re par ve kir. Li gorî raporê di tîrmehê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî raporê 13 karkerên jin û 133 karkerên mêr jiyana xwe ji dest dane. Dîsa di nava karkerên jiyana xwe ji dest dane de 8 karker ên penaber in. 4 ji wan sûriyeyî, 2 jê turkmenîstanî, 1 jê afganîstanî û 1 jî Koreya Başûrî ye. Di nava 146 karkeran de 10 jê zarok in.

Li gorî raporên ÎSÎG’ê yên mehane; di hezîranê de 173 karker, di gulanê de 232 karker, di nîsanê de 249 karker, di adarê de 142 karker, di sibatê de 138 û di çile de jî 199 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Sal bi sal cînayetên kar zêde dibin 

Di sala 2020’an de 2427 karker, di 2019’an de 1736 karker, di  2018’an de 1923 karker, di2017’an de 2006 karker, di 2016’an de 1970 karker, di 2015’an de 1730 karker, di 2014’an 1886 karker û di 2013’an de 1235 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Di 8 salan de 513 zarok kirin qurbana kar

Li gorî rapora ÎSÎG’ê ya 8 salên dawî 513 zarok kirin qurbana kar. Her çend li gorî raporê gelek zarok li dervê qeydan kar dikin. Bi taybetî di serdema pandemiyê de hêjmara zarokên di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan zêdetir bûn. Ji zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 58’ê wan zarokên penaber in. 294 zarok di qezayên kar ên çandiniyê de jiyana xwe ji dest dane. 344 zarokên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan temenê wan di navbera 14 û 17 salî de nin.