25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 9 mehan de 39 hezar û 545 mirov ji covidê mirin

Li Tirkiye ji adara 2020'an heta niha 60 hezar û 641 kes bi vîrûsa Covît-19 mirin. Di 9 mehên ewil ên 2021'an de jî 39 hezar û 545 kes bi vîrûsê mirin. Mirina ji ber vîrûsê roj bi roj zêde dibe.

Li Tirkiyeyê rêjeya kesên bi vîrûsa Covîd-19 dimirin roj bi roj zêde dibe. Tenê di 18’ê îlonê de 221 kes bi vîrûsa Covîd-19 mirin. Di hefteyek dawî de hezar û 718 kes bi vîrûsê mirin. Di 17’ê îlonê de 237, di 16’ê îlonê de 262, di 15’ê îlonê de 248, di 14’ê îlonê de 276, di 13’ê îlonê de 231 û di 127ê îlonê de jî 243 kes bi vîrûsê mirin. Ji 1’ê çileya 2021’an heta 15’e Îlona 2021’an 39 hezar û 545 mirov bi vîrûsê mirin. Di 9 mehên sala 2020’an de jî bi giştî 21 hezar û 93 kes bi vîrûsê mirin.

Li gel ku derziyên li dijî vîrûsa covîd-19 hatin dîtin û piraniya welatiyan xwe derzî dikin jî dîsa li şûna rêjeya mirina mirovan kêm bibe, du qat zêde dibe. Ev yek pirsa ‘Gelo derziyên hatine dîtin çiqas rê li pêş belavbûna vîrûsê û mirina mirovan digire. Daneyên heyî nîşan dide ku rêjeya mirinê her diçe zêde dibe. Lê hikûmeta Tirkiyeyê wekî ku çareserî ji vîrûsê re dîtibe pesnê xwe dide û propaganda dike.