23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di aboriya Tirkiyeyê de formûleke nû!

Mijara lirayê Tirkiyeyê ev demeke dirêje bi nirxwendakirinê diket rojevê. Di 20’ê vê mehê de kûra dolar ji 18,50 TL ya Ewro ji 20 TL derbas kir. Îro kûra dolar daket 11 TL kûra ewro daket biniya 13 TL’yan.

Hem li gor rêbazên îktîsadê ji bo kûra dowîzan di bin kontrolê de bimîne hewcebû ku faîz bihata zêdekirin. Lê Erdogan bi israr bi hinceta ku di dîn de faîz herame tim faîzê dadixist.

Piştî ku kûra dowîzan ji kontrolê derket Erdogan neçar ma ku faîzê zêde bike. Lê ji ber ku hilbijartineke li pêş heye Erdogan naxwaze ji gotina xwe ya ez faîzê zêde nakim were xwarê.

Hikûmet ji bo hem ji dêrê hem ji mizgeftê nebe wezîrê Xazîne û Darayî xist dewreyê. Li gor formûla ku wezîr û banker kirin dewreyê dê gel pereyê xwe bi wadeya 3,6,9 û 12 meh bikin bankayê. Ev pereyê ku bi van vadeyan di bankayê de bimînin wê faîza wan li ser dahata dowîzan bê dayîn. Heke dahata kûran ji ya mewdûatên bankayê zêdetir be wê demê dê ferqa di navbera herdû dahatan de ji xazîneyê bê dayîn.

Ku pere pêşiya wadeya ku hatiye diyarkirin ji bankayê bê kişandin wê demê mafê ferqa di navbera kûra dowîzan de wenda dike.