24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di asta cîhanê de şoreşa jinan pêş dikeve

M. Alî Ertaş

Di 9’ê çileya 2013’an li Parîsê Damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiyayê 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Di 12’ê cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Niha bi sedan jinên kurd ên siyasetmedar girtî ne. Îro li gelek welatên Ewropa û Kurdistanê bi hezaran jin li qadan 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr tînin û soza mezinkirina têkoşînê didin. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), bi hezaran kes li Gare Dû Nord a Parîsê kom bûn û 3 jinên kurd bibîr anîn. Têkildarî êrîşên li dijî jinên kurd Endama Akademiya Jineolojî Zozan Sîma pirsên Xwebûnê bersivandin. Sîma, anî ziman ku her ku êrîşên li dijî jinên kurd pêş ketiye, jinên kurt bêtir xwe bi rêxistin kiriye û tekoşîna xwe mezintir kiriye. Sîma da zanîn ku niha bi girtina jinên kurd dixwazin tolê hilînin û girtina jinên kurd wekî cureyekî îdamê (darvekirinê) pênase kir.

Armanca hêzên ku 3 jinên kurd ên şoreşger qetil kirin çibû? Çiqas gihiştin armanca xwe?

Ez di serî de soza nûkiran şopdariya rêya têkoşîna 3 jinen kurd Sakine Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Rohanî) didim. Wan carek din bibîr tînim. Bi rastî ji bo mirovahiyê û tevgera jinan a azadiyê windahiyek pir giran bû. Mirav vê yekê pir kûr hîs dike. Kesên ku ev qetilkirin pêk anîn negihiştin armanca xwe. Ji ber ku xwestin darbeyê li têkoşîna jinan bixin, lê niha têkoşînek pir mezin heye. Xwedîderketinek mezin heye. Armancên kujeran ên siyasi pêk nehat. Lê bi şehîtxistina 3 hevalên jin armancê wan a tunekirina fizîkî pêk hat. Di tevgera azadiya Kurdistanê de çandek heye. Her şehadet û windahî derî li derketinên nû vedike. Vê komkujiya ku li bajar û dewleta ku xwe wekî navenda demokrasiyê pênase dike pêk hat ji bo me gelek encam derxist. Vê komkujiyê bandora xwe li qada navneteweyî kir û di qada navneteweyî de xwediderketinek peş ket. Li her welatê cîhanê hemû jinên têkoşer li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind kirin. Hevaltî û xwedîderketinek mezin li  hemberî tevgera jinên kurd nîşan dan. Çawa ku di dîroka Kurdistanê de her şehadetek bi derketinek mezin tê bersîvandin, ev komkujî jî bi derketinek mezin hat bersivandin. Vê komkujî rê li pêş gerdûnîbûn û navnetewebûna jina kurd vekir û bi gerdûnî hat pêşwazîkirin. Sakine, Fidan û Leyla di qada navdewletî de erkek mezin dabûn ser mile xwe û kedek mezin dabûn. Ji bo ku doza jinên kurd bi çar aliyê cîhanê bide naskirin kedek pir mezin dabûn. Ji ber vê yekê kujer negihiştin armanca xwe.

Çima pişti hevditina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev komkujî kirin? Niha tecrid didome, têkiliya vê tecridê û komkujiyê çiye?

Pêvajoya hevditinên li Îmraliyê pir bi dijwarî derbas bû. Bi vê komkujiyê jî gelek peyam dan. Bi vê komkujiyê xwestin darbeyekê li ked û hewldanên Rêber Abdullah Ocalan bixin. Dema Rêber Ocalan ev hevdîtin da destpêkirin ev hişyarî jî kiribû. Di dîroka Tirkiyeyê de her tim hewldana Gladyo û dewleta kûr heye. Kengî ji bo yekîtiya gelan, aştî û çareseriyê gav hatiye avêtin, her hewldanên li dijî vê yekê pêk hatine. Heta Serokkomarê xwe jî dane kuştin. Ji ber vê yekê dema hewldanên Ocalan ên aştiyê hat darbekirin, Ocalan nirxandin kirbû. Gotibû kuştina 3 jinên kurd kuştina min e. Ha ez hatim kuştin ha ew hatin kuştin heman tişt e. Dîsa helwesta hêzên navdewletî jî li hemberî lêgerîna aştiyê darbe ye. Hêj nû hevdîtinan dest pê kir ev komkujî pêk hat. Barekî pir giran li ser Rêber Ocalan bû. Rêber Ocalan li gel vê komkujiyê disa nehat provokasyonan.  Ev êrîş di heman demê de êrîşek li hemberî Rêber Ocalan bû. Armanca bêbandorkirina Rêber Ocalan bû. Pêwiste qetilkirina 3 jinên kurd, ji bo gelê Tirkiyeyê jî wekî komkujî bê nirxandin. Ji bo kesên aştîxwaz, ji bo kesên demokrasiya Tirkiyê dixwazin ji bo tevan komkujî yek e. Hewldanên pir alî bûn. Peyamên pir alî hatin dayîn. Heri zêde êrîşek li dijî hewldanên Rêber Ocalan ên aştiyê bû.

Di 2016’an de li Sîlopiyê 3 jinên kurd dîsa hatin qetilkirin. Herî dawî li Îzmirê Denîz Poyraz qetil kirin. Hûn van qetilkirinan çawa şirove dikin?

Polîtikayek gerdûnî li dijî jinên têkoşer heye. Vê politikayê li dijî tevgera jinên azad bi hezaran salan dewam kiriye. Wekî nivîskar Eîleen MacDonald ê pirtûka Rûsyayê dabû nivîsandin dibêje “Ewil li jinan bixin”. Ev nîşan dide ku li her aliyê cihanê êrîşek wan li dijî jinên têkoşer heye. Ji ber ku jin di her aliyê civakê de hatiye çewisandin. Ji ber vê yekê li dijî berxwedana jinan tirsek pir mezin heye. Tevgera jinên Kurdistanê û tevgera jinên Kurdistanê wekî şoreşek jinê deng vedaye. Ked û berxwedana jinan di astek pir bilind deye. Tevgera şoreşa Kurdistanê wekî tevgerek sosyalîst di pêşengiya jin û ciwanan de karê xwe dide meşandin. Ji ber vê yekê ev êrîş bi polîtîkayek gerdûnî ve girêdayî ye. Dîsa bi taybet bi polîtîkayên hikûmetê ve jî girêdayî ye. Suleyman Soylu bi xwe jî ev peyam dabû. Dema Soylu got PKK tevgerek jinan e, got em ê jinan bikin armanc. Got em ê qetlîama jinan berdewam bikin.  Ev komkujî bi Sakine dest pê kir û dema di rêveberiya xweser de vînek xurt derket, xwest bi qetilkirina Sêvê û hevalên din vê vînê bişkînin. Dîsa yên vîna jina kurd li Rojhilata Navîn belav dikin wekî Hevrîn Xelef û Hûn û Sena yên li Heseke hatin qetilkirin xwestin vîna jinê bişkînin. Kuştina Denîz Poyraz jî nîşan dide ku dixwazin li her alî cihê berxwedan lê heye vîna jinê bişkînin. Dixwaze wê berxwedanê bişkînin

Niha gelek jinên kurd ên siyasetmedar girtîne. Li aliyekî qetil dikin, li aliyê din davêjin zindanan, bi zindanan dixwazin çi peyamê bidin?

Polîtikaya ku bi kuştinê nikare vîn û hêza jinê bişkîne vê carê bi dîlgirtinê dixwaze tola xwe hilîne. Ev jî cûreyekî îdamê ye. Darvekirina di nava demê de hatiye dirêjkirin e. Ev siyaseta îdamê ye. Di mileki de wekî rehine hatine girtin. Di dosyaya wan de tiştekî bên tawanbarkirin tune. Wekî rehîngirtin û şikandina vîna siyasî ye. Wekî qirkirina siyasî ji hat binavkirin. Ji ber ku çanda tevgera azadiyê ya berxwedanê di 12’ê îlonê de li zindana Amedê dest pê kir, îro jî li zindanan berxwedanek nav û deng heye. Bi taybet di şexsê Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Gultan kişanak de berxwedanek heye. Îradeyek tavîz neda heye. Ji bo vê vînê bişkîne tolê hiltînin. Di şexsê van jinan de jinên ku aştî, demokrasiye dixwazin tên tehdîtkirin. Dibêjin binerin hûn jî têkoşîna azadiyê bidin hûnê jî bên girtin û kuştin. Her qatlîam tenê kuştina jinekê nîne. Di heman demê de peyamê dide jinên din ên têkoşer. Di heman demê de peyamê dide jinên aştixwaz. Li ruxmê wê berxwedanek mezin û bêhempa heye. Divê em bêtir vê têkoşînê mezintir bikin. Bersîva van êrîşan divê hem li zindanan û hem li her qadê têkoşîn û berxwedana jinan mezintir bikin.

Têkoşîna jinan di çi astê de ye û divê bêtir çawa be?

Rêber Ocalan ev rastî tespit kiriye. Gotiye sedsala 21’ê sedsala şoreşa jinan e. Bi rastî di asta cîhanî de ev şoreşa jinan pêk tê. Ji bo me jinên Tevgera Kurdistanê şansek mezin e. Ji ber em ji vê têkoşînê re pêşengiyê dikin, em pir bi şens in. Di asta cîhanî de em bi fikr û misyona xwe pêşengiyê dikin. Divê ev têkoşîn bêtir bilind bibe. Çeperê xwe fireh blike. Divê bêtir li Tirkiye û asta cîhanî bêtir têkoşînê hevpar û mezin bike. Ji ber ku êrîşên li dijî tevgera jinên Kurdistanê di hemam demê de êrîşên li dijî jinên Tirkiye û cîhanê ye. Divê mirov vê girêdanê bibîne û li gorî wê tifaqên xwe ava bike. Şopdariya jinên hatin qetilkirin bi bilindkirina têkoşînê tê bersivandin.