19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bine 45 pile germahiyê de lêgerîna edaletê

Ferît Şenyaşar ku di destpêka nobetê de bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li “edaletê” digere, diyar kir ku ew têkoşîna xwe di 45 pile germê de didomînin û wiha got: “Li dijî malbata min komkujiyek pêk hat. Serokkomar, qeymeqam, walî, dozger û dadger her kes vê qetliamê dizane. Lê 3 sal di ser komkujiyê re derbas bûn hêj kujer nehatine girtin û lêpirsîn nehatiye vekirin.”

Şenyaşar bal kişand ser dîmenên bûyerê yên heyî û wiha axivî: “Ji ber ku parlamenterê AKP’ê di nava bûyerê de ye, kes doz venake. Em dixwazin demildest doz bê vekirin û sûcdar kî be bila bê cezakirin. Ez û dayika xwe 141 roj in li vir in. Em li vir carek din bang li rêxistinên hiqûqê dikin; piştevaniyê bidin doza me ya mafdar. Heke em tev bi hev re banga ‘edaletê’ bikin, wê mexdûriyetên wiha li Tirkiyeyê bi dawî bibin. Gotinek heye dibêjin, ‘edaleta ku dereng were ne edalet e’ lê ji vê saetê şûn ve em bi edaleta dereng jî razî ne. Êdî bila ev zilm biqede.”