25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di bîrdoziya PDK’ê de cihê jinan tune ye

Adar Şaman

Di pêşengiya dayikan de pêdiviya tevgereke rêxistinkirî ya li dijî şerê kurd bi kurd re ku bikeve nava liv û hewildanan, heye. Dayikên Laçikspî yên pakrewanan, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di vê der barê de xwedî ezmûnek girîng in. Êdî dema wê ye ku ev ezmûn têkeve nav tevgerê. Dem ew dem e ku dayik li dijî şer, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dakevin qadan, pêşengiya dijberiya şerê nav kurdan ku hema maye wê biqewime, dijberiya xwe aşkera nîşan bidin. Ew hêza dayikan a li dijî şerê navxweyî heye ku bi erka navbeynkariyê rabin. Em ji dîroka xwe ya Kurdistanê dizanin, dema dayikan laçika xwe ya spî datînin meydana şer, çek tavilê radiwestiyan, gotina dawiyê dayikan digot. Êdî dema avêtina laçikên spî ya qada şer e ku li herêmên PDK’ê dorpêç kirine, ji bo ku şer biqewime hincetan digere.

Di van kêliyên dîrokî de ku derfetên serkeftinên mezin hatine afirandin, gelê kurd ji her demê bêhtir xwe nêzî azadiyê hîs dike. Ji bo ku kurd ji van derfetan statu bi dest nexin, hewldanên hêzên statukoperest ên paşverû, ew e ku şerekî di navbera kurdan de derxin. Lewra berjewendiyên van hêzan di parçebûyîna kurd û Kurdistanê de ye.

Hişmendiya zilamê serdest

Şerê dinyayê yê herî domdirêj û bê dawî ku ji hezarê salan ve dijî jinan tê meşandin; lê nav lê nehatiye kirin ku kîjan cureyên şer li dijî heyîna jinan hatine bikaranîn. Ji ber ku şerekî bi her awayî tê meşandin heye. Ev şer, pir alî tê kirin. Cur bi cur e. Hemû şeweyên şer di nav hev de tên kirin; yê fîzîkî, çandî, derûnî-giyanî, hişmendî û bîrdozî bi hevre tên meşandin. Ev şer, bi qerektera hişmendiya hiyerarşiyê ku desthilatdarî ser vî fikrî sazûman bûye, xwe li ser heyîna civakê bi beden kiriye. Şerê hişmendiya zilamê serdest ku 5 hezar sal in dijî “neteweya” jin tê meşandin, kêlî bi kêlî di asta qirkirina jinan de, êdî tevahî zindî, ajal û xweza daye ber xwe û berbelav bûye. Jin; ji dîroke heya îro, bi dijberiya xwe ya şer tên nasîn. Jixwe heyîna jinan, ji çavkaniya xwenasiyê tê.

Nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberî jinan

Mînaka vê ya herî şenber mirov dikare ji bo hişmendiya PDK’ê ku bi hemû awayî dijberiya aqlê jinên azad a di xwebûnê de bi israr, têkoşer û berxwedêr in, ditirse. Asta hişmendiya PDK’ê ya dijbertiya jinan, ji polîtîkayên netewe-dewletê gelekî paşketîtir in. PDK’ê, ne di çarçoveya hiqûqa çîna burjuvaziya biçûk de, ne jî li gor kevneşopiya civaka kurd, nezî jinan dibe. Di felsefeya vê hişmendiyê de, forma jinên azad tune ye. Rastiya jinan bi awayekî parçeparçe digire dest û tevdebûna heqîqetê di rastiya jinan de berevajî dike. Bîrdoziya ku PDK li ser avabûye, ji rêya azadiya jinan re, derbas nabe.

Di damezrandina wê de jin tune ne

Di vekolîn û lêkolînên der barê dîroka PDK’ê de, yên heya niha hatine kirin em rastî jinekî ku di damezrandina rêxistina PDK’ê de cih girtiye nehatin. Di damezrandina PDK’ê de, cih ji jinan re nehatiye dayîn ku beşdarî nava vê rêxistinê bibin. Polîtîkayeke ji bo jinan tune ye. Siyaseta PDK’ê, siyaseteke tekane ye. Ji hêla zihniyet û hişmendiyê ve bi nêrîna zilamê paşverû-serwer tevdigere. PDK ne rêxistineke jinan e; her wiha jin jî xwe aîdê vê pergalê nabînin. PDK ne rêxistinek e ku jinên kurd, azadiya xwe di binemaliya wê de bi pêş de bibin. Lewma pergala wê rê nade bîrdoziya rizgariya jinan. Rêxistineke ku fikir, nêrîn û aqlê jinan bandora xwe lê ne kiribe, paşeroja wê tevgerê tarî ye ango mehkûmî binketinê ye.

Ji bav, kur û pismaman pêk tên

Tu polîtikayên PDK’ê, yên der barê azadiya jin û civakê de tune ye. Li Başûrê welêt jin tên kuştin, “xwe dişewitînin,” rastî tundtûjiyê tên, bi destavêtinê re rû bi rû dimînîn an jî xizanî dibe sedem ku debara zarokên xwe neke, lê ev di rojeva PDK’ê de nîne. PDK deshilatdariyek e ji komek zilaman hatiye avakirin. Ev koma zilamên serdest ku ji bav, kur û pismaman pêk tê, siyaseteke yekreng, yekdeng dimeşînin; vîna jinan tune dihesibînin. Ev koma zilamê serdest, astengiya herî mezin a li pêş rêxistinbûyîn, azadiya jin û civaka Başûrê welêt e. Desthilatdariya xwe li ser nirxên civaka jinan ava kiriye; li dijî fikra çep – sosyalîst û muxelîf a kurd bûye desthilat. Pêşketina jinan li Başûrê welêt, tê wateya lewazbûna desthilatdariya zilma PDK’ê.

Tenê fikra zilamtiyê temsîl dike

Encama vê zihniyetê ye; PDK’ê rêya yekitiyê ya nava kurdan xitimandiye. Bi her awayî bo yekitî pêk neyê alozî derdixe. Dijberiya PDK’ê ya li hember jinan, xwe dispêrê dîroka damezrandina wê. Rêxistinek fikra zilam temsîl dike. Temsîla jinan nake. Jinên, şoreşger, berxweder xwe aîdê rêxistina PDK’ê nabînîn; azadiya zayendî di hebûna vê partiyê de nayê dîtin. Jin, xwe ji nû ve alternatîfê pergala vê zihniyetê pênase dikin. Li Başûrê welêt, di pêşengiya jinên ciwan de hêza alternatîf a pergala neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dike.

Îdia dike ku xwediyê Kurdistanê ye!

PDK, îdia dike ku ew xwediyê Kurdistanê ye. Ew ruhê ku Kurdistanê parçeparçe difiroşê, ew ne giyaneke kurdewar e. Vê jî aşkera dike. Ew wer dizane ku dê kurd her bêdeng bimînin. Lê êdî kurd ne kurdên berê ne, ruhê neteweya kurd bi pêş ketiye. Hestê yekitiya neteweyî li ser hemû berjewendiyên eşîrtî û malbatî re ne. Helwesta gelê kurd a yekitiyê, planên PDK’ê yên şer vala derxistin û ew bi tenê ma. Hewldanên PDK’ê yên şer hene, ne ku yên diyalog û çareseriyê. PDK ji avakirin û çareseriyê direve, her ku ji şewaza çareserî, diyalogê dûr dikeve parçeyek ji xaka welêt pêşkêşî dagirkeran dike. Hebûna wê bi hêza desthilatdarî, hevkarî û gendeliyê ye. Hêza xwe ji nokeriye werdigire. Ev heyanî xeta dijbertiya nirxên neteweyî jî diçe. PDK di hevkariya li gel dagirkeran de, texsîr nake. Vê, bi şehnaziya desthilatdariya serweriya zilam dike. Bi hêza desthilatdariyê xwe li ser kurdan ferz dike. Lewma êdî ev ne pêkan e.