spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çalakiyê de nameya girtî Ataş xwendin

Malbatên girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya di 16’ê mijdarê de ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye bêne berdan, li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 70’yî de berdewam kir. Malbatan îro wêneyên zarokên xwe yên girtî û nexweş xistin hembêza xwe û çalakiya xwe berdewam kirin. Îro jî nûnerên hêz û partiyên çepgir û ciwanên sosyalîst hatin serdana malbatan.

Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran, Nûnera Meclisa Jinên Sosyalîst Satiye Ok, Federesyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Saît Sirdaş, Komîsyona Edaletê ya Gulistan Doku Dîren Ergul, serdana malbatan kir.

Dê li Kurdistanê komxebatê li dar bixin

Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Beycan Taşkiran, di serdama malbatan de axivî û wiha got: “Li Kurdistanê têkoşîna zindanan li dijî van polîtikayan roleke mezin lîstiye. Em jî wekî rêxistinên civaki ji bo têkoşîna malbatan û girtiyên zindanan xurt bikin piştgiriyê didin malbatan. Ev nobeda li vir ji bo azadiya têkoşerên girtî pir bi qîmet û girîng e. Em jî ji Tirkiyeyê hatin ji bo ku em pitevaniya Kurdistaniyan bikin. Em bi malbatên xwe yên girtiyan re komxebatan dikin. Ji bo em bibin dengê tekoşîna wan û em çalakiya wan mezin bikin xebatan dikin. Serdana malbatan a Enqereyê pir girîng e. Em li her derê berxwedana dayikan û malbatan tînin ziman û em bi qîmet dibînin.”

Taşkiran destnîşan kir ku wan komxebat li Îzmîr û Enqereyê pêk anîn û dê di meha sibatê de jî komxebatekê li bajarên Kurdistanê pêk bînin.

Nameya girtî Ataş xwendin

Di çalakiyê de ji malbatên girtiyan bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan nameya Şîvekar Ataş a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê xwend. Şîvekar Ataş di nameyê de çalakiya malbatan pîroz kir û anî ziman ku pêkanînên li dijî girtiyên nexweş li dijî mirovahiyê ye û got: “Ev çalakiya malbatan dê vîna azad xurt  dike û pêş dixe.”