spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di çapemeniyê de gerînendeyên jin

Ajansa Nûçeyan a Reutersê rojnamegera bi navê Alessandra Gallonî wek gerînendeya weşana giştî wezîfedar kir. Reutersê di dîroka xwe ya 170 salan de cara yekem e ku jinek wek gerînendeyê weşana giştî diyar kir. Gerînendeya nû ya 47 salî Alessandra Gallonî dê piştî wezîfeya Stephen J. Adler ku 10 sal in ajansê bi rê ve dibe û vê mehê teqewît dibe, dewr bigire.

Piştî gerînendeya Reutersê ya nû Alessandra Gallonî mijara ku gelo di qada çapemeniyê de yan jî bi taybetî di ajansên li cîhanê yên bi nav û deng de keda jinên edîtor, jinên nûçegihan bi rengekî çawa tê dîtin, an jî di ajansên populer de çend jin di rêveberiyan de ne? Gelo di gerînendeyê ajansên navneteweyî de çend jin hene?

Rewşa ajansan

Bi sedan ajansên nûçeyan ên navneteweyî yên li her dera cîhanê hene di nav de gerînende û berpirsyarên van ajansan bi giştî di destên mêran de ne. Wek gelek kar û pişeyan di qada çapemeniyê de jî her çiqas ku ked û emega rojnamegerên jin hebe jî, wek tune tê hesibandin an jî keda jinan ber bi avê ve diçe. Ji AFP’ê heta AP, UPI, TASS û hê gelek ajansên ku li cîhanê tên nasîn bi taybetî di gerînendeya wan de mêr hene.

Em bi çend mînakan ajansên navneteweyî binêrin.

Ajansa AFP’ê

Ajansa bi navê Agence France Pressê (AFP) ya ku navenda wê li Parisê di sala 1944’an de li ser bingeha ajansa Havasê (wek ajansa yekemîn a di sala 1883’an de hatî avakirin.) hatiye avakirin. Ajans bi 6 zimanan –fransî, spanyolî, almankî, îngilîzî, portekîzî û erebî weşana xwe ya rojane dike. Di gerînendeya giştî de 24 kes hene. Ji van 7 jê jin û 17 jê jî mêr in. Serokê Komîteya Rêveberiyê Fabrice Fries e, Dîrektorê Nûçeyan ê Global Phil Chetwynd û serokê Gerînendeya Giştî jî jina bi navê Dalila Zein e.

AP

Ajansa bi navê ASSOCIATED PRESS (AP) ya navenda wê li Amerîkayê ye, di Komîteya Rêveberiya wê de (ya ku wek rêveberiya wê ya payebilind e.) serokê lîjneyê Gary Pruîtt û alîkarê wî, jina bi navê Daisy Veerasingham ye. Her çiqas ku lijneya rêveberiyê ya giştî de 4 jin û 4 mêr wek temsiliyeteke wekhev xuya bike jî di tevahiya lijneyeka rêveberiyê de hejmara mêran zêdetir in. (Ji 16 kesan tenê 4 jê jin in).

Dîma Khatîp

Li Rojhilata Navîn jî ajansa ku bi awayekî navneteweyî weşana xwe dike ya bi navê Al Jazeerayê ye. Ajansa ku ji aliyê Emirê Qatarê ve li hember BBC’yê  hatiye damezrandin jî navenda wê li Qeterê ye. Serokê lijneya Rêveberiya ajansê  Şêx Hamad bin Thamer Al Thani ye. Mostefa Souag serokê Gerînendeya Giştî ya Al Jazeereyê ye. Bi giştî lijneya rêveberiya ajansê ji 16 kesan pêk tê ji van jî tenê jina bi navê Dima Xatip di nav lijneyê de de cih digire.

Ji 23 kesan 9 ji wan jin in

Ajansa Rûsyayê ya bi navê TASSê di sala 1917’an de hatiye damezrandin û navenda wê li Moskovê ye. Serokê lijneya ajansê Sergey Mikhailov e di hevkariya gerînendeyê de ji 5 kesan tenê Elena Rudenko wek jinekî cih digire. Di lijneya rêveberiya ajansê de 23 kes hene û ji van jî 9 kes jin in.

Gurbetellî Ersoz

Di mijara temsiliyeta jinan de rewşa çapemeniya Tirkiyeyê ji ya cîhanê kambaxtir e. Helbet yek bi yek em ê li lijneyên ajansan meyze nekin. Tenê hejmara lijneyên ajansên navneteweyî jî tabloya ku di rêveberiyê de fikrê jinan her çiqas hebe jî kêm e, nîşanî me dide. Li hember vê yekê jî dema em bala xwe didin Tirkiyeye jî di 26’ê nîsana 1993’an de Gurbetellî Ersoz di Rojnameya Ozgur Gundemê de dibe gerînendeya giştî ya rojnameyê. Li Tirkiyeyê cara ewil Ersoz dibe gerînendeya giştî ya rojnameyekê. Gurbetellî mîrateyek girîng ji bo çapemeniya azad hişt.