spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di cejnê de êrîşî malbateke kurd kirin 

Li navçeya Altindag a Enqereyê, li cihê serjêkirina heywanan di navbera xwediyên du çewligan de şer derket. Hat ragihandin ku şer ji bo ‘cihê zibil û rêxa heywanan’ şer derketiye. Malbata ji Kirikkaleyê bi çekan êrîşî malbata Boztaş a Mêrdînê kir. Di encama êrîşê de ji malbata Boztaş 2 jê giran tevde 4 kes birîndar bûn. Birîndaran gihandin Nexweşxaneya Enqereyê û birîndar hatin emeliyatkirin. Her du birîndarên din Tuncer Boztaş û Halîs Boztaş jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê hatin tedawîkirin. Her wiha ji ber êrîşê hinek welatiyên ku hatibûn heywan bikirin jî birîndar bûne.

Kurdan bixeniqînin jî dilê wan rehet nabe

Endamekî malbata Boztaş, Ferhat Boztaş der barê bûyerê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û ev yek anîn ziman: “Em û malbata ji Kirikkalê cîranên hev in. Di navbera mala me û mala çewligê de qadeke vala heye. Em zibil û bişkulên heywanên xwe diavêjin vê qadê. Ji ber vê sedemê şer derket. Malbata ji Kirikkaleyê bi dijûn û heqaretan êrîşî me kir. Gef li me xwar. Herî kêm 150 kesan êrîşî me kir. Dû re 4 kesan bi çekan êrîş kirin. 4 birayên min bi giranî birîndar bûn. Jixwe dilê zilaman tije kîn bû. Kurdan di kevçiyek av de bixeniqînin jî dilê wan rehet nabe.”

Boztaş bal kişand ser rikberî û nefretê û da zanîn ku ligel 4 kes ji malbata wî birîndar bûn jî, polîsan malbata êrişkar xistine bin parastinê.

Polîs û notirvanan jî êrîşê malbatê kirin

Boztaş diyar kir ku li peş Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dişkapi Yildirim Beyazitê jî notirvanan êrîşî xizmên wan kirine û wiha got: “Xizmên me li ber nexweşxanê radiwestiyan. Notirvanan ji wan re gotin belav bibin û êrîşî wan kirin. Birayê min li ber nexweşxanê rûniştibû. Notirvanan ewil jê re gotin ‘ji vê derê rabe’ û dû re êrîşî wî kirin. Piştî notirvanan, polîsên hatin ber nexweşxanê jî bêyî ku tiştekê pirs bikin, bi gaza îsotê û copan êrîşî me kirin. Li ser bedena min hîna jî, şopên lêdanê hene. Dûre ez û birayê min û gelek kes hatin binçavkirin.”

Her wiha ji şahidên bûyerê jî destnîşan kirin ku piştî bûyerê destûr nehatiye dayîn ku malbata kurd bikeve gund û ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin.