Friday, October 29, 2021

Di cîhana nû de faşîzma lîberal

Kurdistan Lezgiyeva

Yên ku di sedsala borî de Hîtler û Almanyaya Naziyê mezin kirin, dîsa hewl didin ku kontrola totalîter li ser cîhanê ferz bikin.

Gotina “faşîzma lîberal” ji bo gelekan normal û heta nayê zanîn jî xuya dibe: piraniya welatiyan, lêkolîner, pispor, analîzvan jî di nav de, lihevhatina lîberalîzm û faşîzmê wekî ku ne gengaz e ango ne xwezayî ye dibînin. Pir kes bawer dikin ku “faşîzma lîberal” metaforeke, mezinkirina peyvekê ye.

Lê di rastiya xwe de, ev ne mecazî ye û ne gotineke mezin e, lê rastiya îroyî ne; nexweşiyeke enfeksiyonî (ji pandemiya Covid-19’ê pir xeternaktir), ku li çar aliyê cîhanê belav dibe û gefan dixwe. Faşîzm bi hemû cureyên xwe yên kevn û nû ve, mîna vîrûseke kujer, welatek li dû yê din nexweş dike, hewl dide civakê bike zombî, lê mixabin em jî pir caran vê yekê ferq nakin. Cureyên kevin ên faşîzmê kêm zêde tên zanîn, berî her tiştî, faşîzma Nazîzma Almanyayê bi kirasên xwe yên reş û zilimkar mohra xwe li dîrokê xist.

Totalîtarîzma neolîberal a rantê, li Dewletên Yekbûyî, Brîtanyaya Mezin, û Yekitiya Ewropayê, ku îdeolojiyeke êrîşker îfade dike (hilweşîna malbatê, femînîzm, zewaca heman zayendan, ji nû ve nivîsandina dîroka xwe, êrîşa bêedebiya karûbarên dewletên din) û bi her awayî zilmê li hemû kesên nerazî dike; “nêçîrvaniya rojnamegeran” dike, medyayê, torên civakî, platformên înternetê û hwd sansur dike.

Faşîzma lîberal hêzeke bêsînor e, dîktatoriya pargîdaniyên herî mezin ên neteweyî, avahiyên darayî yên cîhanî û rêxistinên mafyaya tawanbar ku ji hêla artêşên siyasetmedar, rojnamevan, bloger, “stêrkên showê” karsaziya bêprensîp ve xizmet tê dayîn. Digel tîmên çete-terorîst û bi unîformaya zombî ve, di nav ciwanên torên civakî ya nexwendî de bi çalak û berfireh in.

Ew hêz hişmendiya mirovan bi rêbazeke “nerm”, bi têgihîştî “dorpêç” dike, dîktatoriya cîhanî hewl dide ku nirxên xwe, ji bo hemû welat û gelên hevpar, pîvanên tevgerê yên hevpar, qanûnên hevpar, pîvanên şexsî yên hevpar, rêzikên hevpar ên jiyanê ferz bike.

Faşîzm her dem şerekî tunekirina mirovahiyê ye; şer li her devera cîhanê didome û her ku diçe hêz digire. Di heman demê de, taybetmendiya şerê hîbrîdê yê nûjen ê li dijî faşîzma lîberal ev e ku enî li her derê tê girtin -li Ukrayna, li Donbass, li Kirim, li Moskova û bajarên din ên Rûsyayê, li Belarus, li Transkafkasya, li Sûriyr, li Hong Kong, Venezuela, Kuba, Ewropa, Amerîka, Asyayê û hwd.

Faşîzma lîberal dikare kampên komkirinê, odeyên gazê, jenosîd, kuştina bi dehan milyonan sivîl roja me ya îro nûjen bike.
Faşîzma lîberal a nûjen, mîna faşîzma Sosyalîzma Neteweyî ya Germany, dixwaze ji zarok û ciwanan “mirovek nû” biafirîne. Ji ber vê yekê, armanca sereke ya faşîzma lîberal zarok û ciwan in û qada şer a sereke ya niha, wekî salên 1930’yî, dibistan, pergala xwendina bilind, malbat û çand e.

Bi rastî dibistan, xwendina bilind, malbat, ol, çand, exlaq e ku faşîzma lîberal dixwaze di serî de têk bibe -bi alîkariya torên civakî, qedexeyên ziman, “reform”a perwerdeyê yanî bi alîkariya Hollywood û postmodernîzmê û hwd; ji nû ve nivîsandina dîrokê, pêşvebirina zewacên hevzayendan, mafên transseksuel û pedofîliyan meşrû dike. Portalên film û rêzefilmên populer ên wekî Netflixê, der barê zewac û têkiliya hevzayendan de bi domdarî teşwîqê dikin.

Sînema ji milekî ve civakê ji nû ve dizayn dike; ji milekî din ve jî meyla têkiliyên cinsî yên di nav civaka giştî de nayên qebûlkirin jî dixwaze bide qebûlkirin. Ev rewş vediguhere navgîneke afirandina formeke mirovî ku sirên wê hene ku werin veşartin û nikaribe demokrasiya radîkal a vekirî biparêze. Malbat, wekî malbateke klasîk, jixwe baviksalarî û zordar e, lê ev têkilî jî kesê azad nake.

Çawa ku salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, afirandina eniyeke antî-faşîst a yekbûyî pêwîst bû, niha jî heman pêwîstî her roj bêhtir derdikeve holê. Ger ev neyê kirin, wê hingê hemû kesên ku ji dîktatoriya nû ya cîhanî ne razî ne, dê bi domdarî û sîstematîkî werin tunekirin.