25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dema qedexeyê de jî edalet xwestin

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve neçû ber Edliyeyê. Emîne û Ferît Şenyaşar li mala xwe nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin.

Ferît Şenyaşar di roja 40’emîn a çalakiyê de çû Goristana Asrî ya Pirsûsê û serdana bavê gora bavê xwe Haci Esvet û birayên xwe Celal û Adil Şenyaşar. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû biçe serdana goristanê.

Ferît Şenyaşar di serdana goristanê de axivî û wiha got: “Îro ji ber ku qedexeya derketina derve heye, em neçûn ber edliyeyê. Li şûna ber edliyê ez hatim serdana gora qûrbaniyên me. Bavê min û birayên min ji aliyê parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin qetilkirin. Di ser bûyerê de 3 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine girtin. Em ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin û her edaletê bixwazin. Em bang li mirovên xwedî wijdan dikin ku xwedî li doza me derkevin.”

RIHA