18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di demên cîyawaz de…

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Merheba xwînerên delal,

Bi boneya nivîsandina ji rojnameya Xwebûnê ya heftane re, ez jî bi kel û bîn vegerîyam salên xwe yên ‘nirxandin’ û ‘rexnegirî’yê ku piranîya wan ji gotar û nivîsarên min yên peywendîdarî Hunera Hevçax (Contemporary Art) û kar û barên hunermendên Kurd pêk hatibûn û beşek jî jê, deq û nivîs û xwendinên min yên derheqa Wêjeya Kurdî Ya Nûjen de bûn ku di kovar û rojnameyên wê demê de –exleb jî di pirtûkçeyên pêşangehan de– hatibûn weşandin. Divêt ji niha de bibêjim –bi vê yekê re jî bexşa xwe dixwazim– wekî hemû ew nivîsana, bi demê re, wek pirtûk jî der çûbûn, mixabin bêhtir bi zimanê Tirkî bûn, wek; Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin, 2007), Uykusu Bölünenler (Yên Xew Li Wan Herimî, 2013) û Sevişen Kurgular (Honakên Ku Pevşa Dibin, 2016).[1] Di vê vegerê de li ser van mijarên ‘tenik’ pirsa ‘Aya herî dawî min li ser çi nivîsandibû?’ jî derketibû mexderê û pirsa ku li pey dihat jî ev bû; û ji bo çi? Ji ber hindê ku îro ro peyva Hunera Hevçax, ji bo wan hunermendên ku kêşeya bûjenê (kereseyê) ne bi rêyên tradîsyonel yan jî konvansîyonel, lêbelê bi rêyên qaşogiravî azad û bi bîr û boçûnên qaşogiravî jê azadtir û bi bixwebawerîyeke bêsînor bi kar tînan –û tînin– ku mebest ji vê yekê jî pevgirêdana bo bazarê (marketing) ye, tê bikaranîn. Hunera ku bi tîpên girdek dihat nivîsîn, ji serî û heya dawî guherî, helbet hest û nestên hunermandan jî! Berê formulasyonên ku ji sedsala borî hatine jiberkirin, her li bazara hunerê ye, CEO’yên şirîkeyên navnetewî ketin dewsa rexnegirên hunerî. Ku herî dawî me enstelasyona hunermendê Îtalî Maurizio Catellanî ya ji mûzeke ku bi banda ambalajê bi dîwarê şîrspî yê galerîyê ve hatibû zeliqandin pêk dihat, dît. Berîya Catellanî jî enstelasyonên bi heman rengî ji layê hin hunermendên ku temet Catellanî ne navdar û bextçê bûn, hatibûn li dar xistin û hemûyan de tişteya sereke mûzeke pornografîk bû. Adriana Lara (Banana Peel, 2008), Ivan Sikic (Good Morning Miami, bi qartolê, 2019).

Belam gava gotin tê ser Kurdan, îro, peyva –yan jî em bibêjin têgiha– Hunera Hevçax, ji bo neteweyeke ku şerê man û nemanê dide tê çi wateyê, kar û barên ku li jêr hevçaxîyê têne li dar xistin û pêşengehên ku bi van etîketan li bajarên Kurdan –xasma jî li Amedê û Mêrdînê– têne vekirin, ji bo Kurdan çi ye ne çi ye, mixabin çi lêkolînên bi rêk û pêk nîn in wekî em karibin tevayîya wêneyê bibînin. Di qada siyasetê de ne Hunera Hevçax û ne jî Wêjeya Kurdan, fenanî pirs û pirsgirêkên ‘girîng’ nehatine dîtin. Dibêm qey min di hevpeyvîneke xwe de gotibû wekî li Amedê û li Mêrdînê jî Hunera Hevçax bi ziman û bi hiş û hoşeyê mêtingerîyê tê bi rêvebirin.

De êdî çi be, di Uykusu Bölünenler’ê de nivîskarên wek Dilawer Zeraq, Kawa Nemir, Amed Çeko Jîyan, Hecîyê Cindî, Îrfan Amîda, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza û Yaqob Tilermenî cî girtibûn, ku hinek ji wan di formata hevpeyvînê de bûn, hinek xwendin û hinek jî wergerên min bûn. Min kurtebeşek ji Hewarîya Hecîyê Cindî wergerandibû û kurtebijarteyek ji pirtûka Mele Mehmûdê Bazidî jî, ji Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye’yê wî.

Çaxa pêşnîyaza nivîsandina li ser wêjeya Kurdî ya ji bo Radikal Kitap’ê di Şêstemîn Fûara Pirtûkan Ya Frankfurtê (2008) de ji alîyê Cem Erciyesê Gerînendeyê Hunerê ya Rojnameya Radikalê hatibû kirin û pirsên peywendîdarî vê mijarê jî arasteyî min bûbûn de, Serokkomarê Tirkîyeyê yê berê Abdullah Gül û romannûsê Tirk yê Xelata Nobelê wergirtî, Orhan Pamuk jî bi boneya ku Tirkîye wek Mêvanê Rûmetê hatibû hilbijartin, axaftinek li dar xistibûn. A soxîn, Pamuk, di derheqa rewşa nivîskarên muxalif û zilm û zora ku li wan dihate kirin de, bîr û boçûnên xwe parve kiribû, bi bertekîyeke ku tepeserî çanda Tirkan bi paş de birîye. Axirî soxirî, ji ber kar û barên min yên hunerî, hingê min bexşa xwe ji Cem Erciyesî xwestibû wekî ez neşêm heftane li ser Wêjeya Kurdî binivîsim, piştî demekê, ango piştî Abidin Parıltıyî, ev erka han dîsan hatibû û li min vegerîyabû, min jî navê qûncika xwe danîbû Weswese; min bi Ciwanmerd Kulekî dest bi nivîsarên xwe kiribû, dû re Ferhad Pîrbal, Amed Çeko Jîyan, Lokman Ayebe bûbûn mêvanê xwendinên min. Bêguman min dixwest bidomînim, belam bo min qewî zehmet bû; di henga nivîsandina nivîsara wê hefteyê de, divîya ku min dest bi xwendina romaneke din jî –ji bo hefteya bê– bikira û ez tênedigihîştim wekî qûncnivîskarên ku rojane dinivîsîn, çawan û bi çi teherî ji heq derdiketin. Tişta ku dilê min ji nivîsandinê sar kiribû, ne veguherîna rojnameyê bû, naxêr, Radikal weşana xwe dabû rawestandin, belam pêveka wê ya pirtûkan, dê bi Hürriyetê re derketa, pirsgirêka min jî ev e bû.

Qaşogiravî nivîsara min ya dawîn dê li ser Cîm û Gulperîya Seydayê Cegerxwîn bûya, tew min dest pê jî kiribû. Di vê kurteromanê de anomalîyên seyr yên weke navcîgehîyê, nakokîyên demî, têperî û pengizînên ku ez şaş û metel dihiştim hebûn ku heman tişt (hêmaya xewn û berxewnan, lêbelê reng e ku ev yeka han jê wêdetir e), di Destana Memê Alanî (Mem û Zîn) de jî derdiketin pêşîya min. Ya ku Sadiq Bahaeddîn Amêdî, di berhema xwe ya bi navê Folklora Kurdî de[2], ji dengê Seîdê Pîroyî (35 salî), xelkê gundê Darhozanê qeza Zaxo, di sala 1975’î de tomar kiribû.

Me li ser demê anî, di pirtûka bi navê Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî – Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl ya ku ji alîyê Nihat Gültekinî ve hatiye amadekirin de, Celîlê Celîl çaxa bersiva pirsa Necla Morsümbülê dide, tîne dibêje; ‘Ji bo Kurda ew dem e. Tiştê mezin bêyî ku em texmîn bikin em unda dikin, ji me diçe, ew dem e. Dewlet demê ji me didize, di nava demê de Kurdbûnê di hela-bela jîyana her rojî de dihelîne. Her roj dengbêj, stranbêj, zanayên zimanê Kurdî, çîrokbêj dimirin, ji me xerîb dibin û zanîna zimanê Kurdî bi xwe re dibin gorê.’[3]

Dewlet demê ji me didize… çi gotineke ezamet e! Herçî em in, em bi melkemotên xwe re heman demê najîn, bi hêvîya Wesweseyên bê…

[1] Pirtûkên navborî ji Weşanên Lîsê derketibûn.

[2] Folklora Kurdî, Sadiq Bahaeddîn Amêdî, Weşanên Lîsê, 2013.

[3] Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî-Kurdolog Prof. Celîlê Celîl, Nihat Gültekin. Ji hevpeyvîna Necla Morsümbülê, r. 193, Weşanên Lîsê, Îlon 2019., dimirin﷽Her roj dengbêj, straniq Bahaedd

Naveroka ya piştî vê