Rojnameya Heftane

Di demên dîjîtal de rêxistinkirina tevgeran – I

Pêvajoyên protesto û dij-protestoyan, her wiha desthilatdarî û berxwedaniyan di sedsala 21’emîn de bêyî amûrên dîjîtal nikarin bên fikirîn. Medya wek hêza 4’emîn mohra xwe li hemû şoreş û dij-şoreşên sedsala 20’an xistibû. Di roja me ya îroyîn de êdî em dikarin medyayê bi naverokên wê yên guhartî wek hêza yekemîn bi nav bikin.

Danûstandinên dîjîtal bandora xwe li jiyana me ya rojane dikin. Bi riya înternetê em ne tenê der barê mijaran de dibin xwedî agahî, di heman demê de ev platform ji bo tevgera kolektîf  û tevlîbûna polîtîk jî roleke navendî dilîzin. Êdî protesto û çalakî bi riya înternetê bi amûrên cûrbecûr ên wek vîdeo, wêne, grafîk, nivîs û hwd. bi awayekî gerdûnî xuya dibin û bi tenê pêlêkirina bişkokekê  xwe digîhînin milyonan.

Têkiliyên bi jiyana online têkiliyên civakî jî diguherînin û bi vî awayî teşe û naverokên tevgerên civakî jî diguherînin. Ev mêldarî ji mêj ve de heye û gelek rêxistin û tevgerên civakî, şoreşger, çepgir û di heman demê de rastgir vê amûrê ji bo mobîlîzekirina alîgirên xwe bi kar tînin.  Zêdetir xuya dibin, rasterast tên dîtin û muhatabgirtin. Yekemîn armanca tevgeran di vê jiyana dîjîtal de der barê xwe de agahîdayîn, propagandakirin an jî protestokirin û her wiha mobîlîzekirin e.

Lê ev pêvajoya ku ji zû ve ye di jiyana me de ye, bi şewba koronayê ji nişkav de giraniyeke din girt. Yek ji amûrên tevgerên civakî bû yekane amûra tevgeran. Ev rewşa awarte bi xwe re hin pirsên rêxistinî jî bi xwe re anîn. Lewre şoreş navberê nas nake. Ji niha de dibe ku ne hewce be mirov senaryoyeke wek fîlmên “Mad Max”ê bifikire, lê hemî pispor hemfikir in ku dê jiyan êdî ne wek dema berî koronayê be.  Pêwîst e tevgerên civakî û şoreşger ên wek Tevgera (jinan) Kurd ku hêza xwe ya bingehîn a tevgerî ji rêxistinkirina gel a rûbirû û ji çalakiyên li kolanan digirin, mecbûr in xwe li gorî pêvajoyê ji nû ve sazî bikin. Dê çalakî û pêşandan di kîjan çarçoveyê de bên lidarxistin? Cudahiyên mobîlîzekirin û rêxistinkirinên “online” û “offline” çi ne? Qadên online çawa dikarin ji bo xurtkirina helwesta polîtîk a alternatîf bên xurtkirin? Û dibe ku pirsa herî girîng, dê rêxistin çawa xwe bigihînin kesên di nav zehmetiyê de ne, kesên bi pirsgirêk û dê karibin çareseriyên xwe çawa bi awayekî şênber bigihînin wan? Her wiha dê kolektîvîte û hevrebûn çawa karibe bê parastin? Çend pirsên di vê çarçoveyê de tên bîra me ev in.

Hema bi destpêka pêvajoya şewba koronayê de gelek rêxistinên civakî xwe li gorî rewşa heyî bi awayekî serkeftî/nîvserkeftî online organîze kirin. Ez dixwazim di vir de bi awayekî şênber qala pratikên rêxistinên jinan ên cîhêreng bikim. Ji ber ku jiyana online di heman demê de wek “space (qad)” dikare bê dîtin, jin vê qadê ji zû de ye ji bo armanc û çalakiyên xwe bi kar tînin. Ji ber ku kolan û qad ji jinan re tên astengkirin, jin ji xwe re beramberê vê qadên nû jî ava dikin, ji ber vê yekê ye jî naskiriyê vê qadê ne.

(1) Gelek rêxistinên jinan destpêkê platformên înteraktîf ên perwerdeyê û danûstandinê ava kirin. Heta niha jiyana dîjîtal ji hêla tevgeran ve bi giranî bi mebestên agahîdayînê û agahîparvekirinê dihat bikaranîn. Lê wek platformeke înteraktîf ku tê de nîqaşên piralî û bi danûstandin dimeşin, nedihat dîtin. Ev fonksiyon niha bi platformên perwerdeyê guherî. Mijarên tên pêşkêşkirin di heman demê de tên nîqaşkirin. Jin bi vî awayî perwerdeya kesane û kolektîv bi hev re parve dikin. Yek ji sûda vê rêbazê ew e ku mirov ji demên berê zêdetir karin tev li van perwerdeyan bibin; ji ber ku “qad”a hatiye avakirin, di nav sînorê xwegihandina kesan de ye. Bêguman fêrbûna/perwerdeya rûbirû bi her awayî  çêtir e, lê ji ber ku mijar xwerêxistinkirina li gorî şert û mercan e, niha anînagelhev a fêrbûna rûbirû û ya dîjîtal ne guncav e.

Hefteyeke din em ê li ser xalên din bisekinin.