Rojnameya Heftane

Di demên koronayî de  qadên taybet û vekirî!

Vîrusa koronayê hema bêje ji nişka ve mohra xwe li ser jiyana me hemûyan xist. Êdî ew sibeha em tê de her roj şiyar dibin, ne ew sibeh e. Ne şeva em xwe diavêjin hembêza wê, ne ew şev e. Her tişt, ji êvarê heta sibehê guherî.

Gelek analîz û nirxandinên civakî, derûnî, siyasî, aborî ji hêla zana û nezanan ve tên kirin. Em jî wek şopdarên vê çanda mirovahiyê ku tim li dû fêmkirina fenomenan e, hewl didin ku vê pêvajoya nû fêm bikin. Hewldana fêmkirinê ji pêdiviya ewlehiyê tê. Em dixwazin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Pergala ji bo ewlehî û tenduristiya me (?) em xistin nav malan, rolên me yên civakî û malbatî careke din anîn bîra me.

Yek ji kampanyayên di vê pêvajoyê de hat destpêkirin, di bin navê “li malê bimîne” de tê meşandin. Jixwe bi girtina dibistanan gelek kes, bêyî hewcedariya destûra cihê kar, mecbûrî malê bûn. Her roj bi rêya çapemeniyê û înternetê ji hêla rayedaran ve kêmkirina têkiliyên civakî, ger ne pêwîst be neçûyîna kar, neçûyîna derve tê şîretkirin, heta ev yek ji hêla dewletan ve wek rêbaz tê sazîkirin. Dibêjin heta ji destê we tê li malê bimînin, li malê home-office bi kar bînin, dernekevin derve, tekîliyên rûbirû bibirin û hwd. Li gorî belavbûna vîrusê em dibînin ku ev tedbîr di cih de ne da ku pêşiya belavbûnê bê girtin.

Em werin ser mijara mayîna li malê. Em dizanin ku qadên mal (hundir) û kar (derve) bi pêşketina endustriyalîzmê ji hev cuda bûn. Beriya endustriyalîzmê mal di heman demê de yek ji qada kar (Produkt) bû û jin û mêr –heta hemû endamên malbatê- bi hev re di vê qadê de dixebitîn. Ev rewş bi xwesazîkirina kapîtalîzmê re bi awayekî radîkal guherî. Mal/hundir bû warê jinê û derve/kar bû warê mêrî. Ev dabeşî dû re di bin navên qadên ‘taybet’ û ‘vekirî’ de kûrtir bû. Rolê van qadan li gorî zayendan hatin tanzîmkirin.  Di van rojên koronayî de gelek kes wekî ku di kampanyayê de jî tê gotin, li mal in. Li gorî çavdêriyên min ên giranî li mal in, jin û zarok in. Çend tîpolojiyên “jin û mêr” ên ku di vê rewşê de dertên holê ev in:

-Di serî de yên ji ber zarokan ji cihê kar destûrê dixwazin jin in. Mêr ji ber zarokan zû bi zû destûrê nagirin. Lê ger jin li cihekî ku di vê pêvajoyê de gelek pêwîst e (bijişk, polês û hwd.) bişixule, mêr mecbûr dimîne destûrê bigire.

-Ger mêr û jin derfeta wan a home-office hebe, mêr home-office dike, jin li zarokan dinêre û ger wext bimîne home-office dike.

-Jin vê rewşê ji bo paqijiya malê wek firsend dibînin û paqijiyê dike. Mêr danûstandina malê dikin.

-Spartekên zarokan di bin berpirsiyariya dayikan de tê çêkirin an jî kontrolkirin. Jin xwarinê çêdike, mêr firaqan diavêje makîneyê.

Têkoşîna bi sedan salan a jinan ji bo wekhevî û daraziya navbera zayendan, mafên xebatê, hiqûqî, aborî û bidestxistina wan, van rolên zayendî ji holê ranekirin, heta barê jinê hin zêdetir kirin. Bêguman van rojên derasayî dê hişmendî û hînbûnên me yên hezar salan ji êvarê heta sibehê neguherînin; lê “mayîna li malî” ji bo fêmkirin û têgihiştina vê pergalê firsendeke dîrokî ye.

Li gorî statîstîkan mêr zêdetir bi vîrusê dikevin. Sedema vê yekê –ligel hîn sedemên din- aşkera ye; zêdetir jin û zarok li mal in. Di vê mijarê de îronî dibe ku ne di cih de be, lê bikaranîna vîrusa koronayê wek metafor dê ne şaş be. “Qada malê” beriya ku ji hêla pergala serdest ve wek avahiya herî biçûk a dewletê bê sazîkirin, stargeha mirovahiyê bû. Temsîl û warê jiyana civakî û çandî bû. Demsala modernîteyê ku cîhanê bi lezgîniyeke bê ser û ber tahayyul dike û ji nû ve saz dike, ji hûrbûn û kûrbûnê re war û kêlî nehiştiye. Çawa ku jin di mal de hat dîlgirtin, fonksiyona malê guherî. Her wiha çawa ku “qada kar/derve” ji malê hat qutkirin, ji moral û nirxên civakî jî dûr ket. Bû warê nepeniyê, neewlehiyê û nexweşiyê, bû dîlê modernîteyê.