Tuesday, June 22, 2021

Di dîroka îslamê de bêpergalî -2-

Emîn Dilsoz

Bi rastî mirov dibêje qey dîroknasî bi awayekî aşkera bi Cemaleddîn Afganî dest pê kiriye lê gava mirov baş bala xwe bide dîrokê, mirov bi awayekî zelal dibîne ku di wê dema kurt a Hz. Muhammed pêxembertî ragihandî de jî xuya dibe û mînak hene. Wek nasix û mensux; ev yek hinartina hukmekî demkî ango hukmek tê di demekê de pêdivî bi wî hukmî namîne, ew hukum radibe yan diguhere. Her çiqas ev kiryar hemû beşên olê û alim li ser ne hemfikir bin jî li ser vê yekê gengeşî hebin jî, rewş û dîroka îslamê vê yekê wek hewcetiyek dîrokî dide diyarkirin. Em dikarin çend mînakan ji dema Hz. Muhemmed bidin. Wek me diyar kir nasix û mensux li ser yekitî tune be jî ayet û tevgerên Hz. Muhemmed ên bi vî rengî hene.

Çar astên nesixkirinê

Sereya Baqarayê ayet 106; “Her çi  ayetek  ji  qur’anê  heta  ku  em  ji  wê  çêtir  an  jî  mîna  wê  neynin, em hukmê  wê  ayetê  ji  rewacê  ranakin  û  em  wê  bi  te  nadin  jibîrkirin.  Ma  tu  nizanî  ku bêguman xweda  li  ser  her  tiştî  qadir  e.” Li gor vê ayeta pîroz di qur’anê de nesix ango rakirina hinek hukman heye. Ev nesix bi rastî gelek gengeşî li ser hene, lê bi giştî nesix tên pejirandin. Eger nesix bê pejirandin çar astên wê hene:

1- Ayeta pîroz bi ayetê tê nesixkirin ango tê rakirin.
2- Sinet bi sinetê tê rakirin an guherandin.
3- Ayet kirinên pêxember ango sineta pêxember nesix dike.
4- Sinet ango pêxember bi kirinên xwe hukmê ayetê radike.

Ev yek ji pirtûka; nasix û mensux nivîsa Qadî Ebûbekir Muhemmed bin Ebdullah bin Muhemmed bin Ebdullah bin Erebî Malikî e (wefat 543).
    
Miro dikare li gor vê ayeta pîroz dîroknasiyê bipejirîne di demeke kurt de (23 sal) rêbaza olî guherîbe bi derbasbûna hezaran salan çawa mana li ser heman rewşa berî hezaran salan ferz be û neguhere ev yek di dema Hz. Muhammed de pêk hatiye. Tişta ku olperest nepejirînin rabûna hukmê qur’anê bi kirinên ango sineta pêxember e. Ev yek bi rastî gelek ecêb e lê tişta ku ez jê fêm dikim hîkmeta vê yekê ev e; gava di pêş de pêdiviyên nû derketin pêşiya we, li gor guherîna demê ew tişt di jiyanê de bibe wek pêwîstiyek jiyanê eger rêveber û zanayên we dikarin wê yekê rewa bibînin ji bo jiyan zehmet nebe.

Îslam jiyanê hêsan û xweş dike

Bi rastî hin tiştên nû hene îro li gor têgihîştin û şîroveyên zanyarên olê eger li gorî îro nebin rojev û şîrovekirin, dê wek îro derdora 57 welatên îslamê hene yek nikare li gorî têgihîştina berê li gor îslamê tevbigere. Divê ev yek şaş neyê fêmkirin, ev yek ne daxwaza me ye, ev rastiyeke li cîhanê ye em dibînin. Kî dikare bibêje, misilman li gor olê yan pêdiviyên mirovî tevdigerin! Hatiye asteke wisa ku mirov înkara olê tevî bike lê ev yek ne rast e û ne pêkan e, ji ber ku gava mirov li destpêka îslamê û tevgera Hz. Muhammed dinêre, mirov dikare bibîne ku her tim Hz. Muhammed xwestiye jiyanê hêsan bike û pêşve bibe wekhevî û mafê li nav mirovahiyê bi cih bike. Di pirtûka hedîs melahim de rîwayeta Ebû Dawid ji Ebû Hureyre wiha rîwayet bûye; “Di serê her sedsalê de xweda yekî an hinekan dişîne ji vê ummetê re da ku kar û barên wan ên olî ji wan re sererast bike.” Li gor vê hedîsa pîroz eger sehîh be, lê ji ber ku li armanca afirandinê tê, ez bi sehîhtiya wê bawer im. Gelo evên li hember vê yekê derdikevin vê hedîs û ayeta pîroz çawa şîrove dikin. Her kes li gorî kêfa xwe nikare şîrove bike, eger her kes li gor kêf û hestên xwe şîrove bike dê rewşa îslamê ev be. Nakokî û gengeşiya nav alema îslamê gihîştiye asteke wisa xerab mirov ji sererastkirinê bê hêvî dibe, lê eger em dîroknasiyê bipejirînin gelek pirsgirêk çareser dibin.

Mînakek ji dema Hz. Muhammed;

1- Di destpêka îslamê de bi deh caran şirdanê dibû dayika şîr, ango diya şîr dihat hesibandin ev yek dûre pênc caran hat guherandin.

2- Di destpêkê de Hz. Muhammed ziyareta goristanan qedexe kiribû lê dûre serbest kir. Ev yek bi vî rengî şîrove kirine di destpêka îslamê de hêj bawerî taze bûn, nû bûn dibû ku di baweriya mirovan de tevlihevî çêbibûya pêxember ev yek qedexe kir. Lê gava bawerî rûnişt êdî ew xetere rabû Hz. Muhammed serbest kir. Li gor demê li gor pêdiviyê hikum hat guhertin. Li gor vê yekê em dikarin bêjin ola îslamê bi rastî wek pergaleke jiyanê ye, li gor her dem û dewranê pêkan e her tim jiyanê xweş û hêsan bike. Bi vî awayî ol hiştin di çembereke teng de û fetisandin.

Hin tiştên ku dema pêxember bûne yan nebûne em rastiya wê nizanin lê di çavkaniyên dîroka îslamê de hene, em hin tiştan gava bînin ser ziman zehmetiyan dikêşin! Ew tişt îro yan kêmasî ne yan bêwijdanî e û nayên qebûlkirin. Me di nivîsa pêşî de behsa zewaca Hz. Muhammed bi jina xwedîker an zirlawê xwe Zeyd re kiribû. Ez naxwazim dubare bikim.

Dîroknasî pirsgirêkan çareser dike

Taberî di sedsala 9’an a zayînê de li Erebistanê jiyaye. Matûridî jî sedsala 9’an zayînê li Semerkandê, li nav gelek erdnîgarî û çandeke cuda de jiyaye. Ev yek qet nepejirandiye, bi tûndî li hember derketiye, gotiye çawa mirov bi jina xwedîkerê xwe re bizewice. Di pey wî re Zemexşerî di sedsala 11’an de li Xorasanê bajarê Zemexşerê jiyaye ku dîrok, erdnîgarî û çand cuda ye. Li gor wî jî çewt hatiye lê fêm kiriye wiha gotiye ev yek li cem ereban ne tiştek çewt e û pêkan e. Di dema Hz. Muhammed de gelek tiştên ku îro nayên qebûlkirin ji aliyê ereban ve jî hene eger ne dîroknasî be mirov dê çawa vê yekê şîrove bike? Pir zehmet e. Ez dikarim vê bibêjim, dîroknasî gelek pirsgirêkên ola îslamê çareser dike. Li dijî wê tevlihevî, şêlûbûn û fetisandinê, ola îslamê jî wek wan olên din di çembereke teng de difetise wek îro em dibînin.

Hin tiştên wê demê pêk hatine lê qur’an ew red nekirine û li dijî wan derneketiye, nayê wê wateyê ew tişt di pêş de kes nikare biguhere, yan herî kêm yekî ku neecibîne wê yekê pêk neyne. Gava vê yekê bi vî awayî bike li gor olperstan ew ji dîn derketiye. Ev yek sosret e. Mînak li gor gelek rîwayet û çavkaniyan pêxember û sehabiyan jî wek çanda wê demê bi zarokên qîzîn re zewicîne, ev yek bi carekê ne ber bi aqil e. Lê eger li gorî şert û mercên wê demê rast bejî lê mirovahî di warê exlaqî de gelek ji wê demê guheriye û niha vê yekê napejirînin û exlaqî nabînin. Li hember vê derkevin û di zagonên xwe de qedexe bikin nayê wê wateyê ku li hember olê derketine û çanda îslamî red kirine. Gava em dibêjin di olê de reform pêwîst e, di van mijarên exlaqî û hin ehkamên ku bi demê re pêwîst e biguherin. Lê mixabin olperest û simsarên olê vê yekê napejirînin û bi tundî li hember derdikevin, nahêlin di olê de reform çêbibe.

Em mînakekê ji dema Hz. Omer bidin û nivîsa vê hefteyê jî bi dawî bikin. Di sûreya Tewbe ayeta 60’î de, kesên ku bac (zekat) ji wan re bê dayîn 8 beş in. Yek ji wan ku dilê wan hêj nazik e, ber bi baweriya xurt ve tê kişandin. Di dema Hz. Pêxember de ev yek wisa bû. Dema xîlafeta Hz. Ebûbekir jî berdewam kir. Hetanî dema Hz. Omer, tevî ku di qur’anê de hebû jî ev yek guherand û got ev beşa hanê hewcedarî pê nema, dayîna bacê (zekat) ji wan birî, qut kir neda wan.

Îslam ne sabît e

Wê demê gelek li hember derketin bêguman. Ev yek di destpêka îslamê de ye ku şûreşa îslamê lawaz bû. Pêdivî bi endam û şervanan hebû. Ev yek ji bo dilkêşiyê dilxweşkirina bi ola îslamê hebû, ev yek hewce bû lê di dema Hz. Omer de şoreşa îslamî xurt bû, êdî hewceyî bi pir endaman nema. Hz. Omer ev yek guherî. Gelo gava mirov dibêje qur’an an ehkamê ola îslamê ne gerdûnî ye, çima olperest li hember vê derdikevin?

Zilma herî mezin ew e ku li ol û şoreşa îslamê dikin bila xwedî wijdan bin. Rast e, dûre Hz. Osman û Hz. Elî ev careke din pêk anîn. Bi vê daxuyaniyê min xwest, ez vê yekê bidim zanîn ku ola îslamê ne tevgereke sabît û qet nayê guherandin. Ehkamê olê li gor cih, şert, merc û dîrokê û li gor pêdiviyan dibe ku biguherin. Em ê li ser ve mijarê di demên pêş de bisekinin.