19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîroka îslamê de bêpergalî

Emîn Dilsoz

Nivîsa min a berê, li ser dîroknivîsiya têgihîştina çavkaniyên olî yên sereke qur’an û hedîsên pêxember bû. Me gotibû gelo bi guherîna demê re têgihîştina mirov diguhere yan wek yên dibêjin qur’an gerdûnî ye û têgihîştina wê ya berê çi be wê heta dawiyê ew be?

Li ser vê yekê Fedlûrehman wiha dibêje; ‘’Di îslamê de metin tune ye ancax şîrove heye’’ ango têgehîştineke cemidî tune ye, li gor demê têgihîştin heye. Ev yek jî nêzîkî nivîsa min a berê ye ku me gotibû têgehîştin li gor demê diguhere. Gava mirov bala xwe dide dîroka îslamê, pirsgirêka herî mezin ku nehiştin ola îslamê li gorî dem û çaxê xwe nû bike. Ev bê (metodolojî) pergala nav alema îslamê bû sedem ku ola îslamê ji 800’î heta 1.300’î hin rewşenbîrên wek Farabî, Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd û gelek rewşenbîrên din derkevin holê. Piştî vê serdema ku 500 sal domiya, pêşveçûna rewşenbîrî di alema îslamê derneketiye bi pêş neketiye. Zanist bi pêş ve neçû û mirov dikare bibêje bi paş ve diçe. Digel gelek kêmasiyên wê di serdema pêncsed salî de çêbûn, bê hesab tiştên ne di rê de pêk hatin.

Yên hinekî pêşî li aqil vekirin, rewşenbîrên wek 1. Câbir Bin Hayyân (720-815) kurê dermanvanekî li Kûfê hatiye dinê. 2. Harezmî (780-850) li Ozbekistanê bajarê Xarizmê hatiye dinê. 3. Farabî (873-950) li Tirkistanê bajarê Farabê hatiye dinê. 4. Bîrûnî (973-1061) li Îranê li herêma Şah Ebbasê Welî li gundê qasê hatiye dinê. 5. Îbn-î Sîna (980 – 1037) li Bûxarayê gundê Afşanayê hatiye dinê. 6. Ebul-iz Cezerî (1136-1206) li bakurê Kurdistanê Cizîra Botan li taxa Torê hatiye dinê. 7. Ulug Bey Mîrza Mihemed kurê Şahrûh li Ozbekistanê bajarê Sulatniyyeyê hatiye dinê. (1394-1449)

Gava mirov bala xwe bide dîroka van hemû ronakbîran ji bilî yek an duduyan di nav pêncsed salî de derketine pêş. Mirov baş bala xwe bidê, jidayikbûn û cihê lê hatine dinê, ne navenda erdnîgariya îslamê ye. Evên me jimartin, hemû ji aliyê Rojhilata Nêzîkê Çînê hatine. Dibe ku hukma hedîsa pêxember ku gotiye ‘’li pey zanistê herin ger li Çînê be jî’’. Gava pêxember ev yek gotiye belkî xwestiye berê umeta xwe bide zanyariya ku ji aliyê Çînê ve were. Lê mixabin peyrewên wî bi ya wî nekirin tiştên wî xwest pêk neanîn û li ber yên xwestin pêk bînin bûn asteng.

Li aliyê rojava jî gelek zanyar û rewşewenbîrên wek: Îbnî Bace Fas (1139 wefat), Îbnî Ruşd Kurtuba Endulus (1126-1198), Îbnî Xeldûn Tûnis (1323-1406) Şêx Mihyedînê Erebî (1165) li rojhilatê Endulusê bajarê sereke yê herêma Tudmîr (Teodomiro) yê Mursiye (Murcia) yê de hatiye dinê. Ebûbekir Muhemmed b. Ebdûlmelik b. Muhemmed b. Muhemmed b. Tufeyl Elqeysî wefat (1185). Yanî dixwazim vê yekê diyar bikim ku zanista nav ola îslamê bi tevlîbûna felsefeya ewropî ev lehengên hanê derketin û holê ronahiya wan da hemû cîhanê. Sedema ku berdewama wê nehat ev yek e: li gor min nîqaşa dîrokvanî û gerdûnîtiya alema îslamê ye, ango şerê di navbera olperest û zanistê de ye. Lê bêguman olperest bi olê simsariyê dikin û tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne û tînin. Wek Xezalî di vê serdema ku zanist di nav alema îslamê de dibiriqî olperest Xezalî hat; Tehafetu-lfelasîfe( bêvaciya ) fîlozofan li hember zanist û felsefeyê derket û serdema îslamê ya zêrîn têk bir û hemû ser û bin kir. Heta Îbnî Tufeyl bi pirtûka xwe ya bi navê (bêvaciya bêvacan) bersiva Xezalî da lê mixabin pergala ku Xezalî xwest di şûna zanistê de bicihkirina mutesewwifan cihê xwe girt, bersiva Îbnî Tufeyl li Ewropayê belav bû. Heta mirov dikare bibêje bandora xwe li Ronesansa Ewropayê jî kir. Mixabin di alema îslamê de nebû bersiv û cihê xwe negirt. Heta tê şîrovekirin ku dema Yavûz Sultan Selîm sînorê Osmanî li Rojhilata Navîn fireh kir, ket nav îslama olperest û mutesewwifan. Ev yek bû sedem ku Osmanî li paş man hetanî bû sedema têkçûna Osmaniyan. Ji bo vê yekê Ataturk di xala pêşî ya ‘şoreşa’ xwe de, teke û derwêşxaneyên mutesewwifan qedexe kirin. Ji dema ‘şoreşa’ Xezalî de mirov dikare bibêje di cihê zanist û zanînê de, olperestî û paşvrûtiya sofiyan derket pêş û alema îslamê di nav cehaleta xwe de ev nêzî hezar sal in digevize, piçek bi pêş nakeve.

Vê yekê bandorek gelek xerab li têgihîştina olê kir. Kesî nekarî tiştek nû biafirîne. Kî hat şîroveya beriya xwe kopî kir û bi vî awayî di cihê xwe de pêşveçûn pêk nehat. Niha jî ew beşa olperest, sofî bi vê şîroveya min gelek nerazî ne, dikarin me bi vê şîroveyê bi hêsanî tekfîr bikin. Lê ez gelek bi hêvî me, hêdî hêdî be jî zanist derdikeve pêş.

Fikra olperestiyê dê têk biçe. Sedema ku li dijî dîrokê ne ew e ku dema têgihîştina dîrokê derdikeve pêş mirov zana dibin û nan ji mutesewwifan re namîne. Ew dixwazin mirov nezan bimînin da ku ji nezanîna wan sûdê werbigirin û berjewendiyên xwe yên qirêj pêk bînin. Gelo nîqaşa vê yekê heye kî vê yekê nabîne. Bêguman her kes dibîne lê berjewendî çavê mirovan tarî dikin û êdî mirov rastiyê nikarin bibînin. Ma rewşa alema îslamê ne li ber çavan e, rengê reş bixwe her tiştî ji me re dibêje. Eger ola rast li gor armanca afirîner bihata pêkanîn, herî kêm dê di asta dinyayê de bûya, eger ne li pêş bûya jî teqez dê ne li paş bûya jî. Ev yek mirov dixe nav fikaran ku mirov olê jî bide ber lêpirsînê. Eger ola rast neyê şîrovekirin dê wek îro ji sedî hefteyê ciwanan bibin deîst û ji olê dûr bikevin. Sedema vê yekê ew e ku haya olperestan ji nezanîna wan tune ye. Yanî em wiha bibêjin, pergala pîroz a Hz. Muhemmed, bû qurbana nezanîna olperestan. Di pêş de em ê bêhtir bi mînakan li ser vê mijarê bisekinin, ji ber ku mijar gelek girîng û berfireh e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê