18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîroka kurdan de qonaxeke girîng: Alayên Hemîdiyê

Alayên Hemîdiyê yên ku di sala 1890’an de hatibûn damezirandin nêzî 40 salî di erdnîgariya Kurdistanê de çalak bûn. Heya roja îro ev alayên leşkerî di çarçoveya “Komkujiya Ermenan”, “netewperestiya kurdan” û “têkiliyên kurd-ermen û Osmaniyan” de  hatine nirxandin. Ev alayên ku di bin navê siltanê demê Ebdulhemîd de hatibûn damezirandin, çend caran navê xwe guhertine, lê hebûna xwe dîsa jî parastine. Ev yekîneyên leşkerî bêguman ji ber şertên demê yên polîtîk û îdarî hatibûn damezirandin. Her wiha Alayên Hemîdiyê û duajoyên wê (yên wek “Alayên Eşîretan yên Siwarî”, “Alayên Îhtiyatî yên Siwarî”, “Alayên Eşîretan”, “Alayên Milîsan yên Minêkar”) di periyoda di navbera salên 1908-1919’an de xwedî rolên mezin bûn, ku di vê peryodê de kurd ji dewleteke serbixwe hatin mehrûmkirin.

Valahiya desthilatiyê

[bs-quote quote=”Di sala 1881’î de tê zanîn ku Şêx Ubêdullahê Nehrî hem li hemberî Osmaniyan û hem jî li hemberî îraniyan serî radike. Siltanê demê Ebdulhemîd, li ser vê serhildanê, êdî pêşengên olî yên kurd di siyaseta Osmanî de îzole dike” style=”default” align=”left” color=”rgba(186,3,3,0.54)” author_name=”Sedat Ulugana” author_avatar=”https://xwebun.org/wp-content/uploads/2020/01/sedatul.png”][/bs-quote]

Di salên 1840’an de, li ser tesfîyekirina mîrên kurd, ermen bê parastin dimînin, yên ku dewsa mîrên kurd digirin jî (şêxên Xalidî, axayên herêmî û begên bajarî) wek mîran li hemberî ermenan birehm nebûn. Valahiya desthilatiyê û anarşiya li Kurdistanê bi kêrî vê çîna desthilatdar ya nû dihat, her wiha hem şêx hem axa an jî began ji ermenan bac werdigirtin. Bêguman “cotbacdayîn”, xebatên mesîhîtiya revîzekirî û anîna zanistên fenî-sosyal yên ji aliyê mîsyoneran ve dibe sedem ku netewperestî belavî nav gundên ermenan bibe. Bi vî şiklî, “pirsgirêka ermen” di lîteraturê de cih digire. Di sedsala 19’emîn de tê zanîn ku Rûsya çav berdide erdnîgariya Kurdistanê, ji ber vê çavberdanê û propagandayên alîgirên ermenan yên li Ewropayê, pirsgirêka ermen dikeve rojeva navneteweyî. Di sala 1878’an de yekem car di Kongreya Berlînê de pirsgirêka ermen tê rojevê, di dawiya nîqaşên polîtîk de biryar tê wergirtin ku “Dewleta Osmanî dê êdî ermenan li hemberî kurdan û çerkezan biparêze“ (bend 61). Berovajî vê bendê, piştî kongreyê dewleta Osmanî bêhtir nêzî kurdan dibe, ji ber ku dewletê hez nedikir ku wek Balkan û Ewropaya rojhilatî, li Asyayê jî erdê xwe winda bike.

Ji eşîran yekineyên leşkerî

Di sala 1881’î de tê zanîn ku Şêx Ubêdullahê Nehrî hem li hemberî Osmaniyan û hem jî li hemberî îraniyan serî radike. Siltanê demê Ebdulhemîd, li ser vê serhildanê, êdî pêşengên olî yên kurd di siyaseta Osmanî de îzole dike û heya ji destê wî tê dike ku bandora wan mînîmîze bike, her wiha ji ber ku hêzên begên bajarî yên Kurdistanê bendkirî bûn, êdî tenê di destê wî de axayên eşîrên mabûn. Herî dawî, Ebdulhemîd ji eşîrên kurd yên sunî yekîneyên leşkerî pêk tîne. Bi vî awayî, dike ku bandora şêxên Xalidî û begên bajarî yên herêmî êdî teqez mînîmîze bike û li hemberî xwestekên ermenan ên polîtîk û dagirkeriya Rûsyayê ya muhtemel tedbîr bigire û eşîrên kurdan bêhtir kontrol bike.

Li hemberî ermenan

Ahmet Şakir Paşa, ew 12 sal (1878-1889) bûn ku li Rûsyayê sefîr bû, alayên kazakan ên Rûsyayê li ber çavên xwe dîtibû. Tê zanîn ku li ser pêşniyaza wî, fikra damezirandina alayan bi vî şiklî di nav erdnîgariya Osmanî de peyda bûye. Herî pêşî waliyê Erziromê dikir ku ji kurdên herêmê li hemberî komîteyên ermenan tîmên leşkerî yên gerok çêbike, bes reîsên kurdan yên wê demê li hemberî vê xwesteka walî disekinin. Ji ber ku walî dikir ku wan wek yekîneyên operasyonel di tixûbên Rûsyayê de bi kar bîne. Lê kurdan baş dizanibû ku dema ew bikevin nav tevgereke wiha, herî pêşî wê ji aliyê Rûsyayê ve bêhtir werin cezakirin. Her wiha Rûsyayê çend caran ew bi tundî ceza kiribûn. Piştî biryara damezirandina alayan, Siltan Ebdulhemîd ji bo damezirandina yekîneyan Muşîr Zekî Paşa peywirdar dike û dişîne Serheda Kurdistanê. Muşîr Zekî Paşa jî peyderpey ji eşîretan alayên leşkerî peyda dike. Di serî de eşîrên kurd ji hatina Muşîr Zekî Paşa şikdar dibin, hez nakin endamên wan werin jimartin, dema ku dibînin armanca Muşîr xalis e, wî bi kelecaniyeke mezin pêşwazî dikin. Her wiha ew kurdên ku ji ber tirsa zîndankirinê ew çend sal bûn newêribûn berjêrî bajaran bûbûna, ji bo xweqeydkirina nav van alayan, berjêrî bajaran dibin. Ji van yek jî ji eşîra Cibrî Zubêr Axa bû. Li gor Zekî Paşa, kirinên rêvebir û memûrên dewletê yên bi vî şiklî, zirar dida tevlêbûyîna alayan. Divê ecele cezayên endamên eşîretan ên berê werin efûkirin. Damezirandina alayan wek raya giştî a hundirîn, raya giştî ya derve jî dilepitîne. Zêdetir rojnameyên biyanî fikarên xwe yên der barê çekdarkirina kurdan a li hemberî ermenan tînin ziman.

43 alay damezirandin

Di sala 1891’an de bi sedan axayên kurd serî li dewletê dixin ji bo ku dewlet ji eşîrên wan alayên leşkerî pêk bîne. Her wiha yên ku herî pêş serî li dewletê didin, eşîrên bi navên Cibrî, Camedanî, Hesenî, Qarapapax (ne kurd in) û Sîpkî ne. Paşê peyderpey ji eşîrên wek Ademan, Heyderan, Milan jî alay tên çêkirin. Ev pêvajoya çêkirina alayên leşkerî ji eşîran heya sala 1892’an berdewam dike, di dawiya heman salê de (piraniya wan kurd) ji pênciyî zêdetir eşîrên sunî alay peyda dibin. Heya sala 1893’an ji van eşîretan ser hev 43 alay tên damezirandin. Me çawa li jor jî gotibû ku bi sedan axayên eşîran serî li dewletê xistibûn ji bo ku dewlet ji eşîrên wan alayan damezrîne, lê dewleta Osmanî tenê serlêdanên eşîrên sunî dipejirîne. Serlêdanên eşîrên durzî, elewî û êzidî tên redkirin. Ji ber ku ewnan di nezera dewleta Osmanî de “girseyên ewle” nebûn. Her wiha serlêdanên hin eşîrên sunî yên mezin jî nayên pejirandin, mînak eşîra Pencînarî ku serekê wê Bişarê Çeto û eşîra Xweytî ku serekê wê Hecî Mûsa Beg bûn,  di berê de serê dewleta Osmanî pir êşandibûn, dewleta Osmanî bi tu awayî hez nedikir ku eşîrên pir bi hêz tevlî refên alayan bibin. Her wiha dewlet, serlêdanên eşîrên kurd ên sunî yên piçûk ên bêhêz jî nedipejirandin.

Mala Emer û Mala Şewêş

Me li jor jî behsê kiribû ku rojnameyên beyanî fikarên xwe dianîn ziman, di sala 1893’an de em dibînin ku ew ji ber van fikarên xwe mafdar in; ji ber ku alayan pê re, pêşiyê dest bi talan û şerên navxweyî kiribûn. Bi taybetî, qebîleyên eşîreta Hesenan (Mala Emer û Mala Şewêş) bi hev dikevin û ji hev bi sedan mêran dikujin û dewlet mecbûr dimîne çend mufreze leşkerên nîzamî bişîne herêmê. Li ser hewldanên rêvebirên fermî şerên di navbera Hesenan de disekinin. Her çiqas berhevkirina bacê ya ji aliyê serleşkerên Alayên Hemîdiyê qedexe bû jî lê dîsa jî ewana vê peywirê bi zorê hildidin ser xwe. Gundên ku bacê nadin wan, ji aliyê wan ve tên talankirin. Piştî talankirina gundan a ji bo bacê, vê carê Alayên Hemîdiyê berê xwe rasterast didin gundên ermenan.

Meseleya Rizayê Xalit

Di serkêşî û aloziya van salan de (1893-1900) axayekî ji axayên eşîra Hesenî yê bi navê Rizayê Xalit derdikeve pêş. Em dê êdî navê Riza bêhtir di arşîvên Osmanî, heya di arşîvên Ûris û îngilîzan de jî bibînin. Rizayê Xalit çawa ku nav jî li ser e kurê Xalit Begê Hesenî bû; bi emir ciwan û bi karakter pir hişk û bi hêrs bû. Li gor îdîayên îngilîzan, Riza peyderpey gundên ermenan ên li devera Mûşê talan dike û hasilatê jî dibe Erziromê difiroşe. Paşê berê xwe dide gundên êzidiyan û van gundan jî talan dike, ji van gundan yek jê jî Dêrik e. Kurdên êzidî heya Siltan Ebdulhemîd nameyan dişînin û wî gilî dikin. Em dibînin ku Riza ji bilî ermenan, kurd jî şêlandine. Çawa ku em ji raporên Osmaniyan ên wê demê fehm dikin ku Rizayê Xalit ji aliyê tu rêvebirê herêmî ve nayê zevtkirin, ji ber ku Alayên Hemîdiyê rasterast bi Muşîr Zekî Paşa ve girêdayî bûn, Muşîr jî bi Siltan Ebdulhemîd ve girêdayî bû.

Êrîşî sîpkiyan kirin

Piştî kirinên Rizayê Xalit du sê sal şûnde birayê wî yê bi navê Fetilah derdikeve holê û êrîşî eşîra Sîpkî dike. Bi taybetî di navbera wan û malbata Ebdulhemîd Begê Sîpkî de şerên çetin rû didin. Ev şerên di navbera alayên Hesenan û Sîpkan qederekî berdewam dikin. Fetilah Beg dibe qaçax. Lê xuya ye ku êmla rêvebirên Osmanî li ser Hesenan e, lewra şer û dozên alayên Hesenan ên navxweyî çareser dikin û bi vî awayî Fetilah Begî jî efû dikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê