Rojnameya Heftane

Di dîyalektîka efendî û kole de

Welat Ramînazad

  • Koleyên ku mankurtîze bûne bi muzîkê dikarin ji nû ve dest bi hîskirin û fikirînê bikin. Ancax muzîk dikare hestê tolgirtinê ji nû ve zindî bike

Têkilîya dagirker û dagbûyî, kolonyalîst û kolonîbûyî, serdest û bindest, stemkar û stembar, jin û mêr her çiqas di nav xwe de û ji dîyalektîka efendî û kole cîyawazî û taybetîyên wan hene jî di kokê de digihêjin dîyalektîka efendî û kole. Ji ber vê yekê, em dikarin van têkilîyan di ser dîyalektîka efendî û kole re bixwînin û binirxînin.

Welatên kolonyal û post-kolonyal ji serpêhatîyên têkoşîna serxwebûnê, epîstolojîyên zanistkî û edebî yên hev ên dij-kolonyal sûd werdigirin. Berhem û metnên nivîskarên wekî Frantz Fanon, Aimé Césaire, Achille Mbembe, Steve Biko, Albert Memmi, Toni Morrison, Ngûgî wa Thiong’o, Chinua Achebe, Gayatri Chakravorty Spivak, Homi K.Bhabha, William Butler Yeats… di welatên kolonyal û post-kolonyal de tên xwendin û tên muneqaşekirin. Kiryar û têkilîyên civak û takekesan li ser berhemên wan tên analîzkirin û fehmkirin û ew referans tên dayîn.

Gelo welatên kolanyal ji serpêhatî, felsefe û tarzên muzîkên hev çiqas îstîfade kirine? Bi raya min, bi qasî ku ew ji lîteraturên hev ên dij-kolanyal îstîfade dikin ewqas ji muzîkên hev îstîfade nekirine. Sûdwergirtin û îstîfadekirina ji muzîkê hatîye piştguhkirin û îhmalkirin. Di peywendîya kurdan de wek mînak dîroknasek, mirovnasek, civaknasek an jî muzîkjenekî/e kurd, li ser muzîka welatekî kolonîbûyî hema hema qet xebat û lêkolîn nekirîye: Meselen welatên kolonyal ên efrîqayî bi muzîkên wekî blues, jazz, rock, reggae li ber xwe dane. Ji bo wan muzîk bûye amraza herî xurt a têkoşînê. Ramana min ev e ku heger xwedî van tarzên muzîkên baş nebûna piranîya efrîqayîyan dê xwe bikuştana. Kurd, ji muzîkên efrîqayîyan çi fêr bûne, çi sûd wergirtine, li muzîka xwe çi zêde kirine? Wekî tarz çend muzîkjenên kurd tenê bi rock, jazz û bluesê muzîk kirîne, ewqas. Ji bilî rockê bi tarzên jazz û bluesê ne bi dewamdarî, tenê bi kurtdemke çend muzîkjenan muzîk kirîye. Pirsa din jî felsefeya wan tarzan çiqas hatîye fehmkirin û îdraqkirin ku muzîkjenên kurd bi wan tarzan muzîk kirîye? Blues, jazz, rock, reggae ji nav welatên dagirbûyî û jîngehên wan derketine û bûne gerdûnî. Çima bi qasî wan tarzên muzîkên baş ji nav kurdan jî tarzeke muzîkê derneketîye an jî dengbêjî nebûye gerdûnî. Çima me nekarîye dengbêjî bikin gerdûnî? Di encamê de gelek tişt hene ku muzîka kurdî ji muzîka efrîqîyan û welatên kolonyal ên din fêr bibe û sûd ji wan werbigire. Ji bo vê jî, divê em hem xebatên ku li ser muzîkên welatên kolanyal û post-kolanyal hatine kirin wergerînin zimanê xwe, hem jî em li ser wan xebatên nû bikin.

Tesbîta Ehmed Huseynî

Di sala 2014’an de li Amedê, li pirtûkfiroş a Aramê, ez çûbûm gotûbêja şairê kurd Ehmed Huseynî. Di gotûbêjê de, tesbîta Ehmed Huseynî ya “Di têkilîya serdest û bindest de serdest berî her tiştî dixwazin tune bikin ku; bindest nikarin bi zimanê xwe hîs bikin û hestîyar bibin” qet ji bîra min naçe. Di dîyalektîka efendî û kole de foksîyona muzîkê ji her tiştî girîngtir e. Ehmedê Huseynî bi tesbîta xwe ya jor giringîya muzîkê nîşanî me dide. Çimkî di cewhera muzîkê de hîs û hest heye. Muzîk dilê hîs û hestan e. Bê muzîk hîs û hest dikevin jîyana nebatîyê. Ji ber vê efendî dixwazin muzîka koleyan tune bikin ku nikaribin hîs û hest bikin. Hest û hîsê ku efendî berî her tiştî dixwazin tune bikin tolgirtin e.

Tolgirtin çi ye? Çi çureyên tolgirtinê hene? Tolgirtin edelat bi xwe ye. Tolgirtin çareserkirina neheqî, mazlumbûna xwe ye, pêkanîna wekhevîyê ye. Tolgirtin ne tenê qisasa bi qisas e. Lê li vir problemeke mezin a nayê çareserkirin dest pê dike. Felsefeyê jî hêj nekarîye vê problemê çareser bike. Lê belê kole dikare bi sînema, edebîyat û hunerê jî tola xwe hilgire. Cihûyan ji bo almanan “jûrên gazê” çênekirin lê tola xwe ji almanan wergirtin. Tolgirtin; pêdanqebûlkirina qetlîman, barbarbûn, wehşbûn ûs zalimbûna efendî ye.

Ji bo tolgirtinê hêz

Ji bo tolgirtinê hêz û qewet hewce ye lê xwebawerîya kole ewqas şikestîye ku hêza wî ya xwedayî hebe jî ew xwe bêhêz û qewet îzane dike. Neçarî û bêhêzbûn û kêmbûna koleyî Xweda diafirîne. Lewma rola Xweda negatîf û tiralker e. “Me dev ji tolgirtinê berdaye, me ew hewaleyî Xweda kirîye.” Bi îfadeyeke vî rengî afyonbûna Xwedayî nîşan didin. Di dînan de gotinên wekî nifir, hewalekirina Xweda mînak in.

Koleyên xwedî bîrewerî û hesta tolgirtinê, çiqas bêhêz û bêderfet bibin jî dikarin xwe azad bikin. Lê koleyên ne xwedî bîrewerîya tolgirtinê, hêza wan a Xwedayî hebe jî nikarin xwe azad bikin. Zindîbûna hesta tolê, tê wateya xwe-nîv-azadkirinê. Hesta tolgirtinê, daxwaz û arezû û îradeyê azadîyê ye. Hesta tolgirtinê ne obje, dike subje. Di têkilîya dagirker û dagirbûyîyan de nebûna hesta tolgirtinê ya ji dagirkeran ji têkşikestin û bêbabaweriyê ye, ji ber vê “dema ku dagirbûyî nikare li hemberî dagirker şer bike, di nav xwe de li dijî birayên xwe şer dike” ev tesbîta Fanon teyîd dike. Ji ber ku dagirbûyî bi xwe ne bawer e ku li hemberî dagirker şer bike, ji ber wê li hemberî birayên xwe yên biçûk şer dike. Ji ber têkşikestin û bixwenebawerîyê, xwe dikin humanîst û aştîxwaz. Ne wêrek in ku behsa tolê bikin.

Mirov dema ku nekarî tola xwe bigire gelo ev mirov dikeve derûnîyeke çawa, kesayetîyek û karaktereke çawa derdikeve holê? Tolnegirtina xwe xwebûna mirov dikuje, xurûra mirov birîndar dike, mirovî ji mirovbûnê derdixe, girambarî namîne. Bixwenebawerî, têkşikestî, teslîmkirî, ji qral zêdetir dibe qralgir, mankurtîze dibe. Di fîlmê Quentin Tarantino, Django Unchained (Zincirsiz) de sehneyeke wilo heye: Koleyekî reşik ê pêncî salî, ev pêncî sal in ku her roj rîyatê efendîyê xwe traş dike. Lehengê fîlmî Cengo ji vî koleyî dipirse: “Di nav van pêncî salan de tu qet rojekê nefikirî ku qirika efendîyê xwe jêbikî?” Nefikirîn, kolebûn jî tam ev e: Mankurtîzebûn e.

Koleyên ku mankurtîze bûne

Di navbera muzîk û bîr û ruhê mirovî de têkilîyeke cîyawaz heye: Tu huner bi qasî muzîkê nikare bikeve kûrahîya bîr û ruhê mirovî. Hem di bîra şexsî û kolektîf de û hem jî di ruhê mirovî de tiştên vemirî zindî dike û ji nû ve diafirîne. Koleyên ku mankurtîze bûne bi muzîkê dikarin ji nû ve dest bi hîskirin û fikirînê bikin. Ancax muzîk dikare hesta tolgirtinê ji nû ve zindî bike.

Muzîka rock, xwe li ser serhildêrî û berxwedêrîyê ava dike. Di cehwera serhildêrî û berxwedêrîyê de hesta tolgirtinê heye. Kesên ku di dilê wan de hîsa tolgirtinê heye dikarin bibin serhildêr û berxwedêr. Cîyawazî û resenîya muzîkjenên rockê, ango resenî û cîyawazîya Sîya Şevê ji vir derdikeve holê. Çimkî her kom û muzîkjenê rockê nikare hesta tolgirtinê zindî bike, ji ber vê tenê xwe li ser serhildêrî û berxwedêrîyê ava dike.

Fonksîyona muzîkê

Di dîyalektîka efendî û kole de fonksîyona muzîkê çi ye? Du fonksîyonên muzîkê hene; negatîv û pozîtîv. Fonksîyona negatîv kolebûnê meşrû dike, muzîk tenê xweîfadekirin û xwetesdîqkirin e. Lê di fonksîyona pozîtîv de muzîk azadker e. Kolonyalîst, her tim dixwazin pêşîya muzîka azadker bigirin. Ji ber vê, muzîka koleyan tê bêkokkirin, xirabkirin, dejenerekirin û bêfonksîyonkirin. Di dîyalektîka efendî û kole de fonksîyona muzîka Sîya Şevê azadker e.

Gelo gelemperîya muzîka Sîya Şevê azadker e? Berî vê nivîsê derbarê Sîya Şevê de min çi hevpeyvîn û çi nivîs li ser medyaya civakî û malperên wekî “ekşi sözlük”û “tirşik”ê dîtin, min xwendin. Min ji hevpeyvîna Sîya Şevê wekî encam derdixist ku dixwaze zenggirtin, pûçbûn, bêyomî, tenêbûn, genîbûn, bêesilbûn, xirabîya mirovan, civak û jîyanê îfade bike û li ser wan muzîkê çêbike. Ji vir û pê ve dahatûya Sîya Şevê dê çi be, dê çawa muzîkê biafirîne, geşedana wê dê çawa be? Bi ya min, wekî guhdarekî wê, divê bi felsefeyeke nû muzîkê bike. Divê êdî muzîka wê ne pozîsyoneke îfadeker lê divê guherîner be. Ji bo dinya, jiyan, eşq, hezkirin, terkkirin, jihevqetîn, heqîqet, welat, êş, dej… li ser nêrîn nû muzîka xwe ava bike. Ez nabêjim bila xweş bike û hêvîyan bifiroşe. Bila êşa guhdaran parve neke, êşa wan ji wan paqij bike. Jiyanê, dinyayê, însan, nebat û heywanan û tiştan bide hezkirin. Bila muzîka xwe ne li ser nîhîlîzmê, muzîka xwe li ser jiyanê ava bike, hezkirina me ya jiyanê bilind bike.

Resenî û cîyawazî

Di muzîka kurdî de koma Sîya Şevê di nav muzîka xwe de vê zindîkirinê dihewîne!..Cîyawazî û resenîya Sîya Şevê ji vir tê. Di seranserê muzîka Sîya Şevê de ev resenî û cîyawazî heye. Ez naxwazim vê dîyardeyê yek bi yek li ser her stranê nîşan bidim. Lê encama guhdarîkirina Sîya Şevê ev e. Bi taybetî jî di stranên Kebanî, Lê Dayê, Nesrîn, Werin Law, Lîce, Em Li Vir in de azadkerîya muzîka Sîya Şevê xwe dide der.

Heta niha 4 albûmên Sîya Şevê derketine

Navên albûmên Sîya Şevê wiha ne : Zeng, Pûç, Bêyom, Li Pişta Sîya Xwe. Gelek alîyên hêjayî nivîsandinê yên muzîka Sîya Şevê hene û mirov dikare wiha rêz bike; 1- Dengên Gokçe Selîm. 2- Gotinên Stranan 3- Muzîk û temaya muzîka wan. 4- Yekitî û hev-temamkirina komê 5- Fonksîyona muzîka wan a azadker e.