19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di doza Kobanê de êrîşên HDP’iyan kirin

Siyasetmedarên HDP’î  ji bo şopandina doza Kobanê li dadgeha 22’yemîn a Cezayê Giran ya Enqereyê  bûn. Dema şandeya dadgehê navbera nîvroyê da danişînê siyasetmedarên dozê dişopandin bi durişmên “HDP bêdeng nebû û wê bêdeng nebe” berz kirin.

Girseyeke nijadperest a ku li ber avahiya dadgehê kombûbû xwestin ku êrîşê sîyasetmedarên HDP’î bikin. Girseya nijadperest a li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê li dijî HDP’iyan û civaka ermeniyan heqaretan kirin.

Li ser heqaretên wan parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn ji wan re got “Yên ku bi pereyan dirûşman berz dikin nikarin HDP’ê bêdeng bikin.”

Girseya nijadperest xwest êrişî parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bikin, Kaçmaz li ser vê yekê xwest bi amirek polîsan re hevdîtin bike. Keseke ji nav girseyê derket û bi gotina “Ez ji Weqfa Malbatên Şehîdên Emniyetê me” hewl da ku êrişê Kaçmaz bike.

Piştî hişyarkirina Kaçmaz polîsan kesê êrîşkar ji parlementeran dûr xist lê mudaxeleyê girse û dirûşmên wan nekir.

Polîsan ji Kaçmaz xwest ku biçe eywana danişînê. Li gel vê hewldana polîsan Kaçmaz ji polîsan re ev tişt anî ziman: “Divê hûn wan ji vir derbixin. Ev kom çawa dikare di hundirê avahiya cemaweriyê de çalakî li dar bixe. Ev der komara mûzê ye? Hûn li dijî mevzuatê çawa van digirin hundir, hêza we têra karker û kedaran dike ne wisa?”