25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin

Danişîna biryarê ya doza binefser ên leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê bombe kiribûn, li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc beşdarî danişînê nebûn. Xwediyê pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û gelek parêzer amade bûn. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û gelek parêzer û kes piştgirî dan Seferî Yilmaz.

Parêzerê bersûcana Yurdakan Yildiz îdia kir ku darizandinên tên kirin hemû mîzansen in û xwest bersûc werin beratkirin.

Me wan li ser sûc girt

Seferî Yilmaz jî parastinê kir û destnîşan kir ku dozger di mutalaya xwe de bi alî tevdigere û di kêliya bombekirinê de sê kes li pirtûkxaneyê bûn û da zanîn ku şandeya pispor dibêje ku kêliya teqînê kes li wir nebûye lê belê yên birîndar xilas bûne hene û ji ber dijwariya bombeyê hê jî di guhê wî de xesar heye.

Yilmaz destnîşan kir ku piştî teqînê wî daye dû Veysel Ateş û 60 metre li pêş xwe li wesayîtek parqkirî girtiye û ev tişt anî ziman: “Me van kesan di wesayîtê de li ser sûc girt. Alî Kaya ji bagaja wesayîtê rakir kalaşnîkofê û xwest xelkê gulebaran bike. Lê xelk ji vê re bû asteng. Ev sûcdar li ser kar hatin girtin û radestî dewletê hatin kirin. Tevî ku her tişt şênber e jî lê ji bo bersûcan daxwaza beraetê dide nîşandan ku dozger bi alî tevdigere.”

Zarokên baş ên dewletê!

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî anî ziman ku ev doz ne dozek hesab dayînê ye û tevî ku sûcdar li ser kar hatine girtin jî lê dîsa tên beraetkirin.

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û parêzerên din daxwaza dema zêde kirin û dadgehê navber da danişînê.

Piştî navberê dadgehê daxwaza zêde parêzeran red kir û ji bo bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ku wek ‘zarokên baş’ tên nasîn, biryara beraetê da.