spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di romana Kurdê Rêwî de zîncîreya rûdanan û hêmanên folklorîk

Şêrko Janzêm

Şêrko Janzêm

“Kadroyên kurda yên ewilîn sêwiyên kurd bûn ku ji ber qirr û bira salên 1918-1920’an dê û bavên xwe unda kiribûn; sêwîxaneyan da mezin bûbûn, xwendina xwe ya navîn li wur standibûn.” (r.17) Eskerê Boyîk wiha behsa damezrîner û afirînerên vê edebiyatê dike bê ka di kîjan merhaleyan re derbas bûne. Ji ber wê ye ku ji edebiyata Sovyetê re, ‘edebiyata sêwiyan’ jî tê gotin. Kadroyên wê demê piştî qedandina xwendina xwe, serbestî û azadiya ku rejîma Bolşevîkê dabû gelên kêmjimar qadek li ber kurdên Sovyetê yên xwende vekir. Wan bi paşxaneyeke qels û nekemilandî, dest bi afirandina berhemên edebî kir û gelek cureyên edebî hatin ceribandin.

Di romanên kurdî yên edebiyata Sovyetê de hin xalên hevpar hene ku hin ji wan ev in: Çavkaniya berhemên wan çanda gel, folklor e; di berhemên xwe de pesnê rejîma Bolşevîkê didin; realîzma sosyalîst heye. Guneş Kan der barê romana kurdî ya Sovyetê de wiha dibêje; “Romana kurdî ya Sovyetê encama edebiyateke mêldar e. Di vê edebiyatê de endîşeya polîtîk dikeve pêşiya endîşeyên hunerî yan jî em dikarin bibêjin ku şêwe û hêza edebî di bin siya vegotina îdeolojîk de dimîne.” (r. 65)  Wek ku li jorê jî  hatiye diyarkirin, di edebiyata Sovyetê de otosansur heye. Ji ber vê yekê di  romanên edebiyata Sovyetê de karekterên ji çîna proleter her tim bi ser dikevin.

Romana Kurdê Rêwî jî yek ji wan romanan e ku para xwe ji xalên me li jorê diyarkirine girtiye. Ev roman behsa rewşa kurdan a berî şoreşê dike. Wek gelek romanên wê demê di vê romanê de jî zilm û zordariya beg û axayan, xizanî û belengaziya gundiyan heye. Hîn di destpêka romanê de em dibînin ku Ahmedê kurê Hemîd Beg û Serdarê kurê Keleşê Rîspî li şivanê Hemîd Beg yanî li Keremê lawê Elî dixin. Kerem, ji ber ku dema şivantiya bavê wî guran 50 pezê Hemîd Beg xwarine û piştî demekê bavê wî miriye ew mecbûr dimîne ku di 15 saliya xwe de bibe şivan. Dema em li karekterên romanê binêrin em ê bibînin ku du cure karekter hene. Karekterê neyînî yê temsîla feodalîzmê dike û karekterê erênî yê temsîla bereya Bolşevîkan e. Karekterên neyînî ev in;Hemîd Beg, begê êla Ortila ye ku ew jî mîna gelek beg û axayên dewra xwe zordar û zilimkar e.

Pîr Mîrzo, kesekî oldar e. Li nav gund digere û ji beg re agahiyan berhev dike.

Zînê, qîza Pîr Mîrzo ye mîna bavê xwe di nav gund de tevliheviyê dike. Zînê xwe wek hekîmekê nîşan dide û dibe sedema mirina zarokên gundiyan. Zînê ji ber bêbextiyên xwe nahêle ku miradê Kerem û Zeytûna qîza Hemîd Beg bi hev bibe.

Keleşê Rîspî, alîgirê Hemîd Beg e. Bi çavtengiya xwe û bi xwarina bertîlan ji gundiyan derdikeve pêş.

Kesên din ên neyînî Serdar û Ahmed in ku ew jî li ser rêça bavên xwe dimeşin.

Karekterên erênî; Kerem, şivanê Hemîd Beg e. Ji bo belavbûna fikrên Bolşevîk dixebite.

Zurbe, maldarek e ku alîkariya feqîran dike. Ew jî xebatkarekî bereya şoreşger e.

Hemze, ji ber xebatên fikra şoreşger Hemîd Beg wî dide girtin.

Sûran, kesayetekî ermen e ew jî ji bo belavbûna fikrên şoreşgerî dixebite. Dostê kurdan e jî dema Zurbe mala xwe ji gund bar kir Sûran wî li gundê xwe bi cih kir.

Ûmnov, karekterekî Rûs e karekterê herî bi hêz yê fikra Bolşevîk e.

Ji bilî van karekteran Sebrî, Marûjan, Ûsiv, Şiblî jî karekterên erênî û endamên bereya Bolşevîkê ne.

Zîncîreya rûdanan

Forster dibêje di navbera çîrok û rûdanan de cudahiyek heye û wiha didomîne: “Çîrok rêzkirina rûdanan a li gor demê ye. Zincîreya rûdanan jî têkiliyeke sedemî di navbera van rûdanan de derdixîne. Em di vê çarçoveyê de li çend mînakan binêrin:

“Wexta pizmamekî yanê jî yekî xêrxaz jê re dipirsî, cîka çima kincê pak wernagre, beşera wî ditemirî, lêvê wî bêhemdê xwe ji hevdû dûr diketin, di nava wan de diranê wî yê zengurî dihatine xanê ewî hezîngek radihîst û digot.” (r. 21 – Kurdê Rêwî)

Di vê beşê de sedema temirîna beşera wî û xemgîniya wî bi pirsa tu çima kincê pak vernagirî re girêdayî ye.

“Hemîd Begê Kerem ji ber miya derxistibû. Ew diçû ber pezê stewr. Usa lazim bû. Mî herro dihatene da’na Kerem dikarîbû Zeytûn bidîta, lê ya pezê stewr başqe bû” (r. 75 h.b)

Di vê beşê de jî sedema şandina Kerem a ber pezê stewr ew e ku Kerem Zeytûnê nebîne.

Di rûdanên Kurdê Rêwî de ev her du mînak du mînakên xweser bûn, lê dema ku meriv li tevahiya romanê dinêre meriv dibîne ku hin rûdanên sereke hene. Mînak: sedema koça êla Ortila talana cerdeyan û hatina eskerê Romê ye. Ev rûdan, rûdaneke giştî ye ku dibe sedema koça êlê. Heke cildê duyem ê vê romanê hatibûya nivîsîn wê ev rûdan zelatir bibûya.

Hêmanên folklorîk

Remezan Alan dibêje, “di çanda her neteweyê de folklor heye.” (r. 43 – Keşkûl) Ku em ji vê hevoka Alan bikevin rê û li edebiyatê binêrin, em ê bibînin bê folklor çiqasî tesîr li edebiyatê kiriye. Em Mem û Zîna Ehmedê Xanî wek romaneke manzûm qebûl bikin ku di rojnameya Kurdistan (1898) hejmara 2’yan de wisa tê tarîfkirin, Mem û Zînê jî bingeha xwe ji destana gelerî Memê Alan girtiye. Wê gavê em nikarin peywendiya folklor û edebiyatê her wiha tesîra folklorê ya li edebiyatê piştguh bikin.

Di romanên kurdî yên Sovyetê de gelek aliyên folklorîk hene û bi çanda gel ve girêdayî ne. Gelek romanên wê demê wek romanên gundewar jî tên pênasekirin. Mirov dikare vê şîroveyê jî bike; nivîskarên wê demê, ji hêla edebî û ziman ve xwedî paşxaneyeke qelsbûn. Ji ber vê yekê ye wan jî hem mijarên xwe hem jî vegotina xwe bi hêmanên folklorîk xwedî kirine.

Romana Kurdê Rêwî jî ji ber ku romaneke gundewar e, tê de gelek hêmanên folklorîk hene vebêjerê romanê ji bo vegotina xwe xurt bike îdyom û gotinên pêşiyan bi kar anine. Çend mînak ji îdyom û gotinên pêşiyan ev in :

“Bet çiqas kok dibe, paksa wê ewqasî teng dibe.” (r. 21)

“Mişk çiqas xwelî bikole, wê ewqasî serê xwe ke.” (r. 29 – r. 95)

“Wextê ‘ecelê bizinê tê, diçe nanê şivên dixwe.” (r. 48 – r. 107 – r.183 )

“Çiyayê bilind ji cînarê xirav paktir in.” (r. 53)

“Hewraz tû kim simêl in, berjêr tû kim rû ne.” (r. 56 – r. 96)

“Xwedê berxê nêr daye bona kêrê.” (r. 64- r. 100)

“Him li na’lê dixî him bizmêr.” (r. 69)

“Zikê têr hace zikê birçî tune.” (r. 73)

“Ez bixwazim ez ê ji nêrî gulmastê çêkim.” (r. 80)

“Golkê malê ji gayê malê natirse.” (r. 95- r. 171)

“Se goştê sa naxwin.” (r. 111)

“Dew xwestin kodik veşartin.” (r. 113)

“Giha li ser koka xwe şîn dive.” (r. 141)

“Dê ewladê xwe nas nedikir.” ( r. 145)

“Gunê gurê serê çiya lê dihat.” (r. 193)

Ji bilî vana çend mînakên ‘adetî û çandî jî hene;

“Bavê te wan giliyê te bibhê, poz û guhê te jê ke, te paşopê li kerê siyar ke û nava êla xwe bide gerandinê.” (r. 26) Ev ‘adeteke, dema kesek qebhetekê dike xwediyê wî/ê vî tiştê hanê dike.

“Wextê baranê vekir keskesorê konê xwe yî rengîn vegirt, qîzê biçûk qalmeqal bûn ku herin ser keskesorê re bazdin wekî bivne kur.” (r. 195) Baweriyeke batil e, di nav gel de.

“Çend deqe şûn da li ber derê mala wî êrdek digeriyan, lê ser şêmîkê begdadekî sor, ku li serê darekê av kiribûn dimilmilî, ew nîşana mirina xortê cahil bû.” (r. 197-198) Di vir de jî ‘adeteke ku dema xortek dimir dihate kirin.

“Zînê tu û Mîrzoyê bavê xwe va çi ji rihê min dixwazin, hun çima mina dirya orta Memê û Zînê nahêlin miraz biqedin.” (r. 104) Zeytûn bi vê axaftina xwe bal dikişîne ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Heke em li gor van gotinan binêrin em dikarin bibêjin ku hilgirtina navê Zînê ji hêla nivîskar ve ne tesaduf e.

Ji bilî van mînakan ku bingeha xwe ji çanda gel digirin, hin hêmanên folklorîk jî ev in: lîstina kişikê, lêxistina bilûrê, xwestina qîzê, qelen û vegera ji zozanan e.

Her wiha mînakên ji çanda gel a devkî  hene:

“Kûra çayê topê Qersê,

Kula kor têkeve da’eta Silê Besê,

Çewa şe’ra min daye ber meqesê…” (r. 27)

Bi van minakan diyar dibe ku romana Kurdê Rêwî ji hêla folklorê ve xwedî paşxaneyeke xurt e. Her wiha ne tenê Kurdê Rêwî gelek romanên wê demê pişta xwe dane çand û ‘adetên gel.

ÇAVKANÎ

ÎBO, S. (2009). Kurdê Rêwî (Çapa Yekem). Stembol: Weşanên Avesta

BOYÎK, E. (2019) Çanda Kurdên Sovêtê (Çapa Duyem). Stembol: Weşanên Peywend

KAN, G. (2019). Îmaja Ermenî Di Romanên Kurdî Yên Sovyetê de (Çapa Yekem). Stembol: Peywend

ALAN, R. (2019). Keşkûl (Çapa Yekem). Stembol: Weşanên Peywend

ERGÜN, Z. (2018). Fonksiyonên Hevbeş û Zincîreya Rûdanê di Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê de. e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi Cild: 10 Sayı:3 (21) Sayfa: 805-818

FORSTER, Edwerd M.(2011). Romanın Sanatı. Wer.Ünal Aytür. İstanbul: Adam yayınları

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê