Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Di edebiyatê de alegorî û alegoriya neteweyî

Qobad Înxan

Alegorî peyveke asas yewnanî ye ku ji ser zimanê frensî belavê cîhanê bûye û wateya wê ya ferhengî wekî; bi rêya hêma û sembolan derbirrîna fikir, reftar, tevger, hest, çemk û tişteyan hatine pênasekirin. Alegoriya edebî jî bi piranî wekî cureyeke vegêranê ye ku tê da kesayet, kirde, çemk û rûdan gelek caran ne bi awayekî asayî û servekirî ye, belkî tê de kesayet, çemk û gelek rûdanên duyemîn ên vegêranê bi awayekî veşartî tên şîrovekirin. Ji ber vê hindê alegoriya edebî xwedî du astên cihê ye; asta rûxsarî û asta navxweyî.

Maureen Qulligan di berhema xwe ya bi navê The Language of Allegorry de bi berfirehî li ser têgeha alegorîyê radiweste û hewl dide vê têgehê li ser binyadekê bi cih bike. Qulligan di serî da ferqa di navbera “şîroveya alegorîk” û “wêjeya alegorîk” da destnîşan dike. Li gor wî, dema meriv metnekê di çarçoveyeke alegorîk da hildide dest, ango meriv şîroveyeke alegorîk lê dike, meriv diyar dike ku ew metin hem ji hêla rûxsarî ve hem jî ji hêla navxweyî ve xwedî tebeqeyên wateyan e û ev wate jî bi awayekî stûnî xwe li gor sazkirineke hîyerarşîk rêz dikin. Dema meriv tiştekî wiha dike, ewçax wateya rûxsarî tê bênirxkirin û meriv wê wateya rûxsarî tîne asta hûrgilîyeke ku dê meriv bibe ser wê wateya esasî ya di binyadê da veşartî. Di vir da êdî metin ne wekî dîyardeyeke ku wateyê eşkere dike, lê wekî dîyardeya wateyê vedişêre û vedidize derdikeve holê. Bêguman, di vir da mesafe dikeve navbera wateyan û xwînerê dixwaze metnê veroje û wateyê bi dest bixe dê ji xwendina metnê zewq wernegire.

Her wiha li gorî hin helwestên cihêtir, alegorîya edebî di hûnera şiîrê da bêhtir kêşedar e. Li gorî fehma navborî alegoriya edebî piştî demekê rê li ber şayîran digire û nahêle ew bi peyvekê gelek diyardeyan destnîşan bikin. Heke em bi berdewam ji vê bergehê lê binêrin; alegorî ji bo şayîran cureyeke berbestkirî ye. Lewra ji bo şiîrê alegorî cureyeke sînordar a nîşandanê ye. Nîşaneya di cureya alegorîyê da tê emilandin tenê ji bo dîyardeyekê ye. Lê şayîr li pey nîşaneyên wisa digerin da ku bikaribin bi nîşaneyekê gelek dîyardeyan destnîşan bikin, an jî biniçînin gelek diyardeyan.

Di pexşanê da û nexasim di romanê da alegorî bêhtir tê emilandin. Sedemên vê bi dîrokçeya çeşna romanê ve girêdayî ne. Heke em Don Qouîjotê wekî romana ewil bigirin dest û bikêlimin, ew çax em ê bi rihetî bikaribin bibêjin ji Don Qouîjotê vir ve alegorîyê xwe li ser çeşna romanê ‘edilandîye. Kêş û hewaya şehyanî (karnevalesk) ya di  romanê da, alegorîya edebî derxistîye pêş û kirîye ku alegorîya edebî li gorî serdem û li gorî cîhanan (ku Jameson cîhanê bi sê beşan dabeş kiribû: cîhana yekem a kapîtalîst, cîhana duyem a sosyalîst û cîhana sêyem a kolonozîkerî) bi hin taybetîyên ciyawaz xwe biperisînin.

Dema meriv alegorîyê wekî cureyeke edebî bibîne û li pey destnîşankirina ferqên di navbera berhema alegorîk û yên mayîn bikeve, ew çax meriv dê bibîne ku wateyên di metnên alegorîk da hene, wekî tebeqe nehatine rêzkirin.  Berovajî vê bi rêya peyv û risteyên di van metnan da hatine hilbijartin wate bi awayekî berwarî xwe dide sazkirin û ji ber ku di navbera van wateyan da jî mesafeyeke hîyerarşîk tune ye, xwendevan bi awayekî hemdemî ji metnê têdigihêje. Êdî xwendevan ji bo bidestxistina wateya navxweyî, zewqa ji xwendina xwe werdigire, nake qurban. Ji lewra di van metnan da wate xwe di kûrahîyan da venaşêre, di peyvên metnê bi xwe da berceste ye. Lê belê, divê xwendevan li vir, li bikaranîna wî zimanî baldar be, yê wateyên pirhejmarî lê bar bûye. Sedem jî ev e; di cureya alegorîk da hesasîyeta xwendevan a bo ziman wekî egera herî kartêker derdikeve pêş. Nexwe, meriv dikare bibêje, xala cureya alegorîk ji cureyên mayîn cîyawaz dike ziman û bikaranîna ziman bi xwe ye. Bêguman ciwankarî, zimanşolî û xeberçivîyên di van berheman da jî têra xwe vê fikrê piştrast dikin.

Ji ber ku alegorî bi rastxwendina xwendevan a metnê ve girêdayî ye, di vê cureyê da xwendevan di navendê da ye, ango ev cureyeke xwendevan-navendî ye. Ji ber wê Qulligan wekî mirovên ji rêzê li xwendevanên van metnan nanihêre, li gorî wî ew xwendevan, wekî kirdeyeka/î ziman afirandibe û wekî kirdeyeka/î ji hêla ziman ve hatîye afirandin derdikeve holê.

Bêguman, di dabaşa alegorî û alegorîya neteweyî da kesên herî bi nav û deng Friedric Jameson û Aiaz Ahmad in. Nîqaşa navbera wan di salên 80’yî da dest pê kirîye, lê hê jî têra xwe xwedî arîşe ye ev nîqaş. Nîqaşê, bi nivîsa Jameson (Di Heyama Sermîyana Pirrnetewe da Edebîyata Cîhana Sêyem) a di hejmara şazdehan a kovara Social Text da weşiyabû dest pê kiribû û di hejmara pey ra jî bi nivîsa Aiaz Ahmad (Retorîka Êndinî ya Jameson û “Alegorîya Neteweyî”) dom kiribû.

Jameson di nivîsa xwe ya navbihurî da sînorên edebîyata cîhana sêyem xêz dikir û digot:

…hemû metnên Cîhana Sêyem bi awayekî bivê nevê alegorîk in, bi ser da jî bi awayekî xweser alegorîk in; divê ev, wekî alegorîyên ez ê wan bi navê alegorîyên neteweyî binavînim bên xwendin. (r:372)

Lêbelê piştî ku Jamesonî vê angaştê dadihêna ferqa di navbera metnên Cîhana Sêyem û metnên aidî Cîhana Yekem jî wiha destnîşan dikir:

Yek ji hêmanên dîyarker ên çanda romanên rasteqîn û modernîst yê Bojava jî ferq û derizîna radîkal a di navbeyna ya arizî û ya cimawerî, ya poetîk û polîtîk, ya di navbeyna qada ku em wekî qada zayendîtî û binhişîyê digirin dest û qada çîn, aborî û cîhana giştî ya desthilata sîyasî a sekûler da ye. (r: 372)

Belê, bi awayekî oryantalîst, ji layê Jamesonî ve kêm-zêde çarçoveya edebîyata Cîhana Sêyem tê xêzkirin. Lê belê, jixwe Jameson ji talûke û seqetîya vê angaşta xwe ya derbarê cîhana sêyem de hayedar e. Ji lewra ew çeşiddarî û curbicurîya geşedanên dîrokî yên vê cîhanê, yên xweserî xwe jî dizane. Li gor vê çarçoveyê, metnên takekesî yên bi dînamîkên lîbîdînal jî hatine pêçan wekî metnên alegorîya neteweyî tên dîtin. Ji ber wê ye ku li ber çavên Jameson, çarenûsa karakteran her tim alegorîya çand û rewşa civaka wî yan jî wê ye. Eletewşîtîya karakteran eletewşîtîyên civakî ne, ango derîyê tengezarî û janên takekesî li cima’etê vedibe.

Mirov li gor helwesta Jameson dikare bibêje ku di wêjeya Cîhana Sêyem da, di navbera hêmanên lîbîdînal û hêmanên polîtîk da pêwendî û hevahengîyek heye. Ji ber vê hegerê, “pêwîst e meriv psîkolojî an jî bi awayekî xwesertir veberhênana lîbîdînal di çarçoveyeke sîyasî û civakî da bixwîne”.

Di vê nivîsara xwe da, xala herî zêde Jameson li ser disekine û serê xwe pê ra diêşîne, destnîşankirina jevqetîna qada takekesî û qada gelemperî ye. Freud bi dahûrandinên xwe yên psîkoanalîtîk qada takekesî temsîl dike û Marxî jî bi nirxandinên xwe yên li ser pergala aborî û dahênana çîna kapîtal û proleter temsîla qada gelemperî dike.

Rexneya yekem a Ahmad ku li Jameson dike li ser binavkirinên Jamesonî ye. Lewra li gorî Jameson Cîhana Yekem û Duyem bi kapîtalîstbûyîn û sosyalîstbûyîna xwe derdikevin holê, lê Cîhana Sêyem bi rêya serborîyên xwe yên digel mêtinkarî û emperyalîzmê derdikeve biwarê rexneyê. Ahmad diyar dike ku welatên Cîhana Sêyem jî bi kapîtalîzmê ra di nav pêwendîyên xweser da ne û di bin banê vê pergalê da awayên dîtir ên girseyan heye û divê asta beşdarbûna burjuwazîya milî ya bo pergala kapîtal, guherendeyên wek têkoşîna çînan a nav neteweyî bi xwe  jî neyê paştguhkirin.(berhema Ahmad bnr, r:117)

Mebest an jî daxwaza Jameson sazkirina teorîyekê ye, ya derbarê estetîka bîrî ya edebîyata Cîhana Sêyem da. Ahmad jî di vir da berê rexneyên xwe li Jameson dike û li ser gengazîya teorîya estetîka bîrî ya edebîyata Cîhana Sêyem hûr dibe û dîyar dike ku ew estetîka bîrî bi rêya çeşiddarîya navxweyî ya Cîhana Yekem û cihêrengîyên di navbera Cîhana Yekem û Cîhana Sêyem da  pêk tê. Lê Jameson bi dijberîya Cîhana Yekem û Cîhana Sêyem derdikeve qadê û vê dijayetîyê dike dabaşa xeberdanê.  Wek ku Ahmad jî derdibirre; Jameson ji bo nîqaşkirina metnên kanonîk yên Cîhana Yekem pêdivî bi teorîya estetîka bîrî tîne, lê ev berhemên kanonîk dê çarçoveya teorîya estetîka bîrî tengtir bikin û edebîyateke bi vî erkî radibe dê bi terzek Weberyen bibe sedema hilberandina  tîpên îdeal ku li şûna metnên Cîhana Sêyem hatine îqamekirin. Ev jî dibe sedem ku akademîsyenên oryantalîst bi bergehên xwe, kevneşopîyeke “bala” ya metinxwendinê ava bikin.

Lê kesên wekî Anîa Loomba, kêşeyên Jameson û Ahmad wekî kêşeyên dê bikaribin li beramberî hev rabin, nabînin. Lewra li gorî Loomba berhemên Cîhana Sêyem jî piştî demekê rexne li îdiayên wekî yekgirtin û vegirtinê yên netewe-dewletê dikin.

Digel her tiştî “li hêlekê, romanên Cîhana Yekem ên çawanîya wan a esasî ji romanên rasteqînî vir ve li ser  jevqetandina takekes û gelemperî ye, ya poetîk û polîtîk e û li hêla din jî metnên Cîhana Sêyem, yên bivê nevê diniçînin xala neteweyî-polîtîk û her Freudê tê da bi awayekî jêneger veguherîye Marksekî kirasguherandî, hene.”

Belê, ne cihê nîqaşê ye ku edebîyata kurdî wek edebîyateka dij û postkolonyal derketîye ser dikê edebîyata cîhanê û hê jî li ser dijkolonyalîya edebîyata kurdî tê nivîsandin. Ji ber vê hindê hebûna alegorîya neteweyî di nav vegêranên bi kurdî da ne cihê şaşwazîyê ye. Divê metelmayîn û nirxandinên me bêtir li ser karînana cureya alegorîk a di edebîyata kurdî da be. Bi we jî berhemên edebî yên kurdî û nexasim jî romanên kurdî bi awayekî bivê nevê alegorîk in an na?

Çavkanî:

1- AHMAD, Aiaz, Retorîka Êndinî ya Jameson û “Alegorîya Neteweyî” r: 112-141, di nav Teoride Sınıf, Ulus, Edebiyat, Alan Yayıncılık, r:117-118, 1995, Istanbul

2- ATİK, Egem, Olsa Olsa Dünyanın Bir Görünümü: Bilge Karasu’nun Gece Romanında Alegori,

Sancı Dergisi, hj:14 r:34-38, 2017

3- EAGLETON, Terry, Edebiyat Kuramina Giriş, 107-108

4- JAMESON, Fredric, Modernizm İdeolojisi, Metis, r:372, 2005, İstanbul

5- https://dergipark.org.tr/tr/pub/iulitera/issue/1241