23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa Tirkiyeyê de Fermandarê YBŞ’ê jiyana xwe ji dest da

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di saetên nîvro de navenda Şengalê bombe kir. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê daxuyanî da. Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê li Şengalê fermandarê wan Seîd Hesen û biraziyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dane û 3 sivîl jî birîndar bûne. Fermandariyê bang li tevahiya civaka êzidî û tevahî kurdan kir ku beşdarî merasima cenaze bibin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de daxuyanî da û anî ziman ku li dijî navenda Şengalê êrîş pêk hatiye. Fermandariyê di daxuyaniyê de wiha got: ”Îro li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de wesayîtek me ji aliyê balafirên keşfê yên Tirkiyeyê ve hat hedefgirtin. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin, 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn. Ev êrîş a li hemberî gelê êzîdî ne cara yekemîn e. Ev êrîşên Tirkiyeyê berdewamkirina qirkirina gelê êzidî ye. Li hemberî mafên êzidiyan, li hemberî xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye.”

Fermandariyê bang li hemû civaka êzidî, gelê kurd û mirovên bi rûmet kir û wiha got: “Em bang dikin ku li hemberî êrişên faşîst dengê xwe bilind bikin. Xwedî li şehîdan derkevin. Soza me ji Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa re ewe ku em xeyalên wan ên Şengala azad, demokratîk û xweser pêk bînin û gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku emê li ser şopa şehîdan serkeftinê mîsoger bikin.”