Rojnameya Heftane

Di ferqa her tiştî de ne

Di sala 2019’an de jin li her derê li ser piyan bûn û jinan çalakiyên cihêreng li dar xistin. Di dawiya salê de jinan ji raperîna gelên Îranê û rojhilatê Kurdistanê re pêşengî kir. Girîng e ku ev raperîn tenê bi bihabûna benzînê ve neyê ravekirin. Jixwe dirûşmên ku hatin berzkirin her tiştî aşkera dikin. Pêşengiya jinên li rojavayê Kurdistanê ji bo jinên Rojhilat jî bû îlham.

Rejîma zilam a Îranê herî zêde jinan dieciqîne, herî zêde jin li hemberî vê rejîmê bi bertek in. Raperîna jinan rejîma Îranê dîn û har kir. Rejîmê hemû hêzen xwe yên tarî xistin dewreyê û êrîşî gel kirin.

Li gor daneyên fermî yên Rêxistina Efûyê, li tevahiya Îranê 304 kes hatine kuştin. Lê belê mixabin li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî radigihînin hejmara kuştî û birîndaran ji vê yekê pir zêdetir e.

Malbat ji ber tirsa dewletê neçar mane bi derfetên herî kêm birîndarên xwe derman bikin. Jixwe gelek kes hatin girtin, ew xistin girtîgehê û îşkenceyên giran li wan hatin kirin. Piştî raperîna gel jî mal bi mal li pey kesan digerin. Hinek kesan tespît dikin û wan digirin. Birîndar bêyî ku bên dermankirin dibin girtîgehan, îşkence li wan dikin. Hinek birîndar bi îşkenceyê hatin kuştin. Dixwazin kesên ku hatine binçavkirin der barê tiştên ku nekirine de, li xwe mikur bên û belgeyên dirêjî wan dikin, îmze bikin. Bêdengiya heyî dibe sedem ku zext û êrîşên li ser civakê zedetir bibin.

Helbet ên ku herî zêde ji van êrîşan para xwe girtin jî jin bûn. Ji ber ku yên pêşengiya van xwepêşandanan kirin jin bûn. Ji ber vê çendê jî herî zêde jin rastî tund û tûjiya dewletê hatin. Jin bi salan rastî nêzîkatiyên cihêkar, zayendperest û êrîşên mîlîtarîst ên rejîma Îranê hatibin jî, gav paş de neavêtine. Ji ber ku yên herî zêde; ji destpêka şoreşa îslamî ya Îranê heya roja îro, daxwazên wan hatin paşguhkirin jin bûn. Di pêvajoya şoreşê de ku wek kirdeyên şoreşê bûn, piştre di nav çar dîwaran de hatin hepskirin. Jin di ferqa her tiştî de ne. Ji ber vê çendê jî dema çîrûskek biçûk jî pê bikeve vê çîrûskê ji bo xwe wek hinceta bilindkirina têkoşînê dibînin.

Jixwe di pêvajoya beriya wê de jî gelek parêzvanên mafê mirovan, aktîvîstên jin û parêzvanên hawirdorê yên wek Nesrîn Stûde, Zeyneb Celaliyan, Atena Dayîmî, Gulrox Îrayî, Hengame Şehîdî, Nazenîn Zagirî û Mojgan Kawûsî dîsa gelek jinên ku em navên wan niha nikarin li vir rêz bikin, tenê ji ber daxwaza maf û wekheviyê û guherîna bingehîn hatin girtin û bi cezayên giran hatin darizandin.

Bêguman ne tenê jin, civaka Îranê jixwe di bin dorpêçek piralî de ye. Civak tê serkutkirin, di warê çandî û nirxan de heya dawî destwerdanek kûr û hov a li ser gotinê ye. Civak ji rastiya xwe tê dûrxistin. Ev yek jî polîtîkayek rejîmê ya taybet e. Dema siyaset û aboriya wan têk biçe û hêza xwe ya heyî jî ji bo destverdana derve bikar bîne, wê demê jî hewce bi mîjûlkirina civakê bi tiştên cihê dibîne. Ji bo wan tişta girîng destwerdana navxweyî ya li ser civakê ye. Hewl dide civakê bi vî rengî ji bûyer û rewşa welêt dûr bigire.

Jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê dizanin ku bi qasî nan û avê pêwîstiya wan bi serxwebûnê heye. Jinên rojhilatê Kurdistanê ku bi berxwedêriya Qedemxêra Feylî, bi zanebûna Mestûre Erdelanî, bi wêrekiya Zarifeyan û bi felsefeya jina azad bi aşkera daxwazên xwe tînin ziman û guhertinên bingehîn dixwazin.