25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di festîvala navneteweyî de navê Kurdistan hat sansorkirin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangay îro deriyên xwe vedike. Ev pêşbaziya sereke ku wekî Pêşbaziya Navneteweyî jî tê zanîn, fîlmên serketî hildibijêrin û bi xelata Qedeha Zêrîn wan xelat dike.

Fîlmekî kurdî jî di pêşbaziya sereke ya fîlman de ye. Fîlmê kurdî bi navê “Neighbours” (Cîran) ku ji aliyê derhêner Mano Xelîl (Mano Khalil) ve hatiye çêkirin di vê beşê de ye. Dema fîlm ji bo festîvalê tê şandin li ber fîlm tê nivîsandin ku ji kîjan welatî hatiye şandin. Di fîlmê Xelîl de jî  navê welat Swîsre/Kurdistan hatibû nivîsandin.

Festîvalê di serî de navê welat wek Swîsre/Kurdistan qebûl kiribû û bi vî awayî li ser malpera xwe belav kiribû. Lê paşê wan navê “Kurdistan” rakir û tenê navê Swîsre hiştin. Di festîvalê de fîlmekî tirkî jî heye. Tê gotin ku dibe ji aliyê wan ve hin astengî hatibin derxistin.

Mano Xelîl kî ye?

Derhênerê kurd Mano Xelîl di sala 1964’an de li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê.  Xelîl dibistana xwe ya sereta û lîse li bajarê Qamişlo qedand. Piştre li Şamê beşa dîrokê xwend lê dest ji xwendinê berda û di sala 1996’an de berê xwe da Çekoslovakya û li wir Akademiya Sînemayê di bin destê mamoste Stanislav Parnicky de xwend û akademiya derhêneriyê di sala 1993’an de qedand.