Monday, September 27, 2021

Di fîlm û çîrokan de têkçûyîn

Îlham Bakir

Mirov bala xwe bide fîlmên demên dawîn ên ku ji aliyê derhênerên kurd ve tên çêkirin, ev rastî pir aşkera tê dîtin. Karakterên çîrokên van fîlman hemû kesên têkçûyî ne. Bi ser nakevin, xwedîtîraz bin jî di dawiya çîrokê de têk diçin. Dimirin, direvin, koç dikin, tên kuştin. Berxwedan bê feyde ye. Karakterên kurd di van çîrokan de nezan in, bê hêz in, neçar in, mexdûr in. Tenê ne berxwedêr in. Ev nêrîn, nêrîna metingeran e ku senaryonûsên kurd ji xwe re kirine bingeh. Çîrokên xwe bi çavên, bi şîroveyên, bi hişmendiyên mêtingeran dinivîsînin.

Sînemagerên kurd bi piranî li welatê xwe najîn, lingekî wan li ser axa xwe, li ser axa Kurdistanê nîn e. Hemû angaştên wan, hemû peyvên mezin ên ku dibêjin, hemû çîrokên wan ên ku dinivîsin pala xwe didin jiyana ‘xweşik’ û ‘ewle’ ya metropol û paytextên mêtingeran. Stenbol û Ewropa ji bo van hunermendên rehetperest û berjewendîperest plantasyoneke ku bi hişmendiya mêtingeriyê xwe jehrî dikin e. Bi taybetî jî Swêd û Stenbol ji bo afirandina hunermendên ku di xizmeta mêtingeran de ne roleke girîn girtine ser xwe.

Ev hunermend û rewşenbîr her tim dixwazin. Ji desthilatdaran dixwazin, ji her cure navendên hêzan dixwazin. Azadiyê dixwazin, pere dixwazin, xelatan dixwazin, erêkirinê dixwazin, aqil dixwazin, dixwazin ku rê li wan bên vekirin. Êdî çi bidin mala wan ava. Di berdêla van tiştan de ji hunera xwe, fikrên xwe yên rewşenbîrî heta dawiyê dixin xizmeta mêtingeran. Bi rêya huner û ramanên xwe polîtîkaya mêtingeran kûr dikin, vedişêrin da ku bi rehetî li ser gelan bê meşandin.

Îro, kurdan berxwedan û têkoşina herî mezin a di nav sedsala ku li paş maye de û di sedsala ku em tê de ne de derxistiye holê, wek gelekî mêtingeh ji bo ku ji kesayetiya mêtingehê rizgar bibe têkoşîneke pir dijwar dimeşîne. Kurdan wek gelekî ku vejîna xwe pêk aniye divê têkoşîneke ji têkoşîna heta îro li hemberî mêtingeran meşandiye, qat bi qat zêdetir bide. Rizgarbûna ji kesayetiya mêtingehê, ji rizgarbûna ji mêtingeriyê hezar caran dijwartir e. Ev kesayetî wek nexweşîna pençeşêrê di giyanê kesên mêtingehê de tevdigere û ev kes nikare rizgar bibe. Mêtinger bi awayekî fîzîkî ji mêtingehê diterikînin lê politikayên wan mêtingeran û mêtingehê naterikînin. Bi rêya çandê mêtingehkirin berdewam dike û dewsa hişmendî û pratîkên çandî yên xwecihî çanda mêtinger dibe xwedîbandor. Çanda mêtingeriyê çanda xwecih vediguherîne, di qada çandî de durehiyekê pêk tîne. Biyanbûneke ji mêtingerperestiyê pêk tê. Kesên xwecih dibin biyaniyên axa xwe, hemû taybetiyên nasnameya wan ên resen serobino dibin, pûç dibin, vediguherin û ji xwe dûr dikevin. Kesayetiyeke kole derdikeve holê. Xwedî, nexwaze jî, ji ber ku kole hîn bûye, her tim xwediyê/a xwe dişopîne, nikare jê veqete. Ji şoreşê, ji guherîn û veguherînê ditirse. Naxwaze ku pergal biguhere, ji ber ku ditirse, nizane ku ew ê bêyî xwedî çi bike, bêyî mêtinger jiyana xwe çawa bidomîne. Nasnamaya xwe ya xwecihî û resen wenda dike û xwe bi nasnameya mêtinger pênase dike, bi pênasekirina mêtinger wateyê dide jiyana xwe. Her tiştê mêtinger teqlîd dike. Ziman, xwarin, vexwarin, cil û berg hemû wek ên mêtinger in. Encax bi vê teqlîdkirinê dikare xwe birûmet bihesibîne. Di şûna ku li hemberî mêtinger bertekê nîşan bide û li ber xwe bide, teqlîd dike û mêtingeriyê bi pêş dixe. Çanda mêtingeh çandeke pireh e, zir e. Di vê çanda hîbrîd/pireh de hişmendiya cotbûyî, dulibî derdikeve holê. Kesên mêtingehê him çanda xwe him jî çanda mêtingeran bi hev re di kesayetî û jiyana xwe de dihewînin. Ev dulibî, ev parçebûyîn destûrê nade ku mirov xwe ji tu aliyekî hîs bike. Xwe bêxwedî û bêwar dibine. Ji ber vê yekê jî ji bo ku ji mêtingeriyê rizgar bibe, rizgarî û serxwebûna neteweyî têr nake. Serxwebûna neteweyî ya ku li başûrê Kurdistanê pêk hatiye pir aşkere nîşan dide ku serxwebûneke çawa ye, xizmeta kê û çi dike, kesayetiyeke çawa derxistiye holê. Li başûrê Kurdistanê heyraniya jiyana tirkan, xwesteka şibîna çanda tirkan, rumeta ku ji bo hinek hunermendên tirk tê dayîn a pûç û vala, ev hemû tevger û reftarî nîşaneya trawmaya keseyatiya mêtingehê ne. Ji ber vê yekê ji bo xwerizgarkirina ji çand û keseyatiya mêtingeriyê, pêdivî bi avakirina kes û keseyatiyeke nû heye. Bêguman peywira pêşengtiya vê kes û kesayetiyê dikeve ser milên wan senaryonûs, sînemager û hunermendên ku bi motîvasyone estetîk hilberîneriya hunerê dikin. Ev sînemagerên ku ji bo vê jiyan û keseyatiya nû pêşengiyê bikin divê bi hêşmendiyeke dijberî mêtingeriyê xwe xurt bike û bi çanda mêtinger re bi qasî serê derziyê jî li hev neyê. Bingeha afirandin û hilberîna xwe bi çand û nirxên cewherî yên gelê xwe, gelên derdor û cîranan tije bike û çîrokên xwe bi van nirxan bihone. Hunermendê/a azad û girêdayî nirxên gelê xwe, girêdayî nirxên gerdûnî, xwe ji otorîteyên hunerî yên mêtingeran, ji xelatdayîn û piştgirî û organîzasyonên desthilatdaran dûr digire. Têkiliya bi wan re yan jî wergirtina piştgiriyê ya ji wan ji bo xwe wek bêrûmetiyekê dibine. Hilberînên xwe pêşkeşî erêkirin û pejirandina van zîgûratên hunerê nake. Ji bo hunermendê/a azad û dijberî mêtingeriyê qada erêkirin û pejirandinê, qada parvekirinê ew cih e ku gel tê de bi keda xwe diafirîne. Yanê sûk in, kolan in, gund in, zevî ne, bênder in. Eger qada parvekirinê xwe ji salonan, ji zîgûratên hunerê, ji metropolên mêtingeran xelas neke nikare li hemberî çanda mêtinger bi ser bikeve. Rêzikeke helbestê ya ku ji bo dilê dayikeke birîndar re bibe melhem, girteyeke fîlm di rûyê zarokekî wenda de bibe ken, ev ji sed xelatên zêrîn rûmetdartir e.

Di vê têkoşînê de motîvasyona hunermend a herî mezin, hêrs û kîna dilê wî/ê ya ku li hemberî mêtingeran diparêze ye. Bêyî parastin û zêdekirina vê hêrs û kînê ev têkoşîna mezin nayê meşandin. Li cihê ku hêrs û kîn kêm dibe bi metingeriyê re lihevhatin dest pê dike. Stephane Hessel di pirtûka xwe ya bi navê ‘hêrs bibin’ de dibêje ‘merhaleya yekemîn a berxwedanê, li hemberî bêrûmetkirinê, li hemberî zordestiyê hêrsbûn e, hêrs û bertek çalakî ne.” Hêrs û bertek çiqas mezin bin, çalakî jî ew qas mezin dibe. Senaryonûseke/î kurdistanî divê tu demê li hemberî mêtingeriyê hêrs û bertekê ji çîrokên xwe kêm neke.

Naveroka berêWeyla belqitiyo Heseno
Naveroka ya piştî vêAv li gundê Xaşkanê rabû