spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di gel de hêza berxwedanê heye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Dewleta tirk bi hemû derfet û hêza xwe ve dixwaze îradeya gelê kurd binpê bike. Ji bo vê jî çi ji destê wê tê texsîr nake. Li hemberî van êrîş û zextên dewleta tirk, gelê kurd bi îradeyek mezin li ber xwe dide lê mixabin ev berxwedan û tekoşîna gelê kurd ji nedîtinê ve tê.

Di sedsala 21’emîn de li ber çavê hemû cîhanê dewleta tirk bi awayên hovanê kurdan qetil dike lê mixabin li hemberî van êrîşên tunekirinê di serî de NY, Amerîka, Rûsya û gelek hêzên din ên navneteweyî rola sê meymûnan dilîzin. Ev jî bi awayekî aşkera radixe ber çava ku ew vê polîtîkaya dewleta tirk erê dikin.

Li Kurdistanê êdî rewş pir cuda ye. Hikûmeta Erdogan û Bahçelî ji bo di her qada civakê de îradeya gelê kurd bişkîne û ji tekoşînê dûr bixe çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî serî li gelek rê û rêbazên qirêj ên derveyî exlaqê civakê jî didin. Di rojên borî de me gelek mînakên vê li ser ekranên televîzyonan dîtin û di rûpelên rojnameyan de xwendin. Her çiqas çend saziyên ragihandinê bi awayekî wêrek van nûçeyan dinivîsin jî ev têr nake ku mirov bikaribe rûyê rast ê vê hikûmeta antî-kurd bibîne. Ev tifaqa ku li ser dijîtiya li kurdan hatiye avakirin jî bi her awayî êrîşî nirxên gelan dike û dixwaze emrê xwe bi vî awayî dirêj bike. Têkoşîna gelan ger xwe li ser hîmekî rast birêxistin bike û hêza xwe ya berxwedanê derxîne holê, wê bikaribe van êrîşan bişikîne û vê siyaseta pûç têk bibe.

Erdogan êdî baş dizane ku mîna berê gel ji wî bawer nake. Bi vê ve girêdayî di qada siyasî de jî her roj hêza xwe ji dest dide. Ji ber ku ew jî dizane kesên li derdora wî kombûne hemû ne ew kesên ku bi dilsozî bi wî ve girêdayî ne. Ev kes hemû li pey berjewendiyên xwe ne. Ger berjewendiyên wan têk biçin û rewşa wan xira bibe wê di serî de Erdogan û hikûmeta wî bifroşin. Lewma Erdogan ji bo xwe ewlehiya xwe misoger bi yasayên cuda ve hin kes li derdora xwe kom kirine û ev kes bi çek kirine. Gelo ev dê ji bo xelasiya Erdogan bes be?

Ev çeteyên Erdogan û Bahçelî li derdora xwe kom kirine bi feraseta neo-Osmanî tên perwedekirin û rêxistinkirin. Lewma ev çeteyên ku bi vî exlaqî tên berhevkirin dûrî nirxên civakî dimînin. Ji ber vê yekê ji bo xwe her tiştî heq dibînin. Bi taybetî di van çend mehên dawî de destdirêjî û xirabiyên ku li Kurdistanê hatin jiyîn em mêze dikin bi destê van çetayan hatine kirin. Ev jî radixe ber çavan ku dewleta faşîst a tirk ne tenê di warê leşkerî û polîtîk de êrîşî kurdan dike di her qada civakê de dixwaze îradeya gel bişikîne û wî ji têkoşînê sar bike û dûr bixe.

Dewleta tirk di salên 90’î de bi destê kontra, leşker û polîsan ve gelek êşên mezin bi gelê herêmê dan jiyîn. Di roja me ya îroyîn de di zîhniyeta dewleta tirk de tu guhertin çênebûye. Niha jî bi heman siyasetê li himberî kurdan e lê ji bo di vî emelê xwe yê xirab de hîn bi bandor bibe leşker û cerdevanên xwe bi awayekî pispor perwede kirine. Ev kesên ku ji herêmên Tirkiyeyê yên cuda kom kirine, ew kes in ku bi tu awayî fêdeya wan ji civakê re nebûye û dûrî nirxên civakê ne. Lewma ev kes bi çavsoriyeke mezin li Kurdistanê êrîşî nirxên civakî dikin. Ji bo vê hatine perwedekirin.

Tifaqa Erdogan û Bahçelî di xirabî û tecawizkirina nirxên civakî de li gor zîhniyeta ku ew temsîl dikin tevgeriyan. Xirabî û talan di çanda wan de heye. Lewma bi van pêkanînên bi destê leşker û çeteyan li ser civakê tên ferzkirin, serfiraz in. Ev pêkanînên li derveyî exlaq û çanda civakê ji xwe re kirine riya xilasiyê lê civaka ku bi tu  awayî ji çand û hebûna xwe tavîz nedaye wê bi tekoşîneke hêja û xurt li ber xwe bide. Ev berxwedan, berxwedana xwedîderketina li nirx û hebûna xwe ye. Pêwîst e gelê herêmê ji bo vê berxwerdanê hêza rêxistin û tekoşînê ava bike. Wê demê serkeftin nêz e. Riya xilasî û azadiyê rêxistinkirina civakê û tekoşîna piralî ye. Ev hêz bi gelê kurd re heye. Pêwîst e vê hêza xwe êdî derxe der û têxe pratîkê.