23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hefteyekê de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest da

Girtîgehên Tirkiyeyê ku bi hezaran girtiyên siyasî li wan zindanîkirî ne, ji bo girtiyên siyasî yên kurd bûne navendên zilm û îşkenceyê. Îşkence û zilma herî mezin jî li girtiyên nexweş tê kirin. Girtiyên siyasî bi hinceta vîrûsa koronayê ne tên dermankirin û ne jî tên berdan. Ji ber van pêkanînên li dijî mirovahiyê bi pêvajoya vîrûsa koronayê re gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Herî dawî jî hefteya borî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê 3 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Destpêkê girtiyê 75 salî Takiyettîn Ozkahraman ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê girtî bû, jiyana xwe ji dest da. Ozkahraman ji navçeya Melezgirê ya Mûşê bû beriya 3 salan ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû girtin.

Dema ku cenazeyê Ozkahraman çû navçeya wî Melezgirê polîsan girseya bi cenaze re asteng kir û ji bilî ferdên malbata wî nehişt tu kes tev li merasîma cenazeyê bibe. Birayê Ozkahraman Sadûllah Ozkahraman derbarê rewşa birayê xwe de diyar kir ku beriya girtinê tu nexweşiyeke wî tunebûye.

Sînan Gencer

Piştî Ozkahraman li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bûyereke mirinê çêbû. Li vê girtîgehê jî girtiyê bi navê Sînan Gencer ku 15 sal bûn girtî bû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê angaşt kir ku Gencer întihar kiriye.

Malbata Gencer ji angaşta girtîgehê bawer nekir û ragihand ku dê hesabê kurê xwe ji rayedarên girtîgehê bipirsin. Dema veşartina cenazeyê Gencer polîsan ji beşdarên merasîma cenaze re astengî derxist. Dayika Gencer hinê çêkir û bi tepsiyeke bi rengên kesk, sor û zer xemilandî mûmik li ser darbesta wî gerand.

Alî Boçnak

Herî dawî roja pênçşemê dîsa ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê agahiya mirina girtiyekî nexweş hat. Girtî Alî Boçnak ê 76 salî ku ji ber xwendina kurdî ya mewlûdê beriya 3 salan hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Boçnak piştî rojekê radestî malbaata wî hat kirin û li Qersê hat veşartin.

Li bakurê Kurdistanê ji bo girtiyên nexweş her hefte çalakî tên lidarxistin û tê xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. Tevî vê nerazîbûn û daxwazê, desthilata AKP’ê girtiyên nexweş bernade û terkî mirinê dike.