25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hejmara nû de cih da amatoran

Hejmara çaremîn a xêzekovara bi kurdî “Zrîng” derket. Kovar bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê çapkirin û ji 32 rûpelan pêk tê. Zrîngê di berga yekemîn a kovarê de cih daye peyamên ji bo sala nû.

Kovar di hejmara 4’emîn de bi dewlemendiya xwe balê dikişîne. Her wiha di vê hejmarê de Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç, Îmam Cîcî û Ronî Battê xêz kirine. Di vê hejmarê de xêzkar Eceren û Kemal Gokhan jî cih digirin. Ozgur Amed û Terstaqla Reco jî bi nivîsên mîzahî rengîniyê dane kovarê.

Zrîngê di hejmara nû de ji bo xêzkarên amator rûpelek veqetandiye û cih dide xebatên amator jî. Armanc ew e ku kovar rola dibistanê bi cih bîne û xêzkarên nû bigihîne.

Li aliyê din 2 meh in kovar li hemû bayiyên Kurdistanê û Tirkiye tê firotin. Ev demek e kovar li Almanya, Swîsre, Parîs û Londonê tê belavkirin û li Ewropayê jî xwendevanên kurd eleqeyeke baş nîşanî kovarê didin. AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê