25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hevdîtina Esed û Putîn de çi hat gotin?

Doh serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed li Moskovayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putîn re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya Kremlînê her du serokan di hevdîtina xwe de behsa rewşa Sûriyeyê û têkliyên di navbera her du welatan de kirine.

Di hevdîtinê de Putîn gotiye ku hebûna hêzên biyanî yên ku bêyî biryarên Neteweyên Yekbûyî derbasî Sûriyeyê bûne dibin asteng li pêşiya yekitiya welat û çareseriyê.

Cara dawî di sala 2015’an de Putîn û Esed dîsa li Moskovayê hevdîtinek kiribûn û ji destpêka sala 2011’an ve Rûsyayê alîkariya rejîma Sûriyeyê dike ku dîsa hemû axa Sûriyeyê kontrol bike.

Putîn jî di hevdîtinê de gotiye ku bi alîkariya welatê wî û bi saya hevkariya artêşa Sûriye û ya Rûsyayê niha ji sedî 90 ji axa Sûriyeyê di bin kontrola Esed de ye.

Esed jî di hevdîtinê de spasiya Putîn û welatê wî kiriye ku her ew kêleka wan sekinîne.

Wekî hemû hevdîtinên rayedarên Sûriyeyê de tu agahî û daxuyaniyên zelal piştî hevdîtinan nayên dayîn. Lê ji çend hevokên daxuyaniyê ku agahiyên giştî jî dide ew jî gelek çewtî û şaştî tê de hene.

Nakokiyên daxuyaniya Putîn

Wekî mînak Putîn behsa nerewabûna hêzên biyanî dike lê artêşa tirk bi saya peymanên bi Rûsyayê re gelek deverên Sûriyeyê xistine bin kontrola xwe. Putîn dibêje ji sedî 90 ji axa Sûriyeyê êdî di bin kontrola rejîmê de ye, ew jî ne rast e û derdora ji 3’yan yek hê jî ne di bin kontrola hêzên rejîmê de ye.