23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hikûmeta nû ya Israîlê de 9 wezîrên jin hene

Serokwezirê Israîlê Naftali Bennett ev peywîra xwe piştî 12 salan ji serokwezîrtiya Benyamen Netenyahu bi dest xist. Serokwezîrê nû Naftali Bennett di daxuyaniya xwe ya de bal kişand ser çend xalên girîng ên siyaseta hikûmeta xwe ya nû. Bennett soz da gelê Israîlê ku dê welatê xwe ji westandineke dûvedirêj xelas bike piştî ku di nava 2 salên dawî de 4 hilbijartin pêk hatin.

Bennett da xuyakirin ku dê hikûmeta wî ji her kesî kar bike û ew dê ji bo yekitiya gelê Israîlê kar bike. Serokwezîrê nû di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser reformên di warê tenduristî û perwerdehiyê û wiha got: “Em dê giraniya xwe bi din ser reformên nû di warê tenduristî û perwerdehiyê de”.

9 wezîrên jin

Ji aliyekî din ve balkêş e ku di vê hikûmeta nû ya koalisyonê de 9 wezîrên jin hene.  Orna Barbivai bû Wezîrê Karên Aboriyê, Ayelet Shaked bû Wezîra Karên Hundir, Yifat Shasha-Biton Bû Wezîrê Perwerdehiyê, Meirav Cohen bû Wezîra Karên Civakî û Weheviyê, Karine Elharrar-Hartstein bû wezîra Karên Enerjiyê, Pnina Tamano-Shata bû Wezîra Karên Penaberiyê. Medav Michaeli jî bû Wezîra Karên Trafîk û Veguhestinê.

Li gorî lihevkirina koalisyona partiyan dê Bennett heta sala 2023’an serokwezîrtiyê bike û paşê dewrî Yair Lapid bike da ku 2 salan jî ew bibe serokwezîr.

Bennett piştî serkeftina xwe bang li alîgirê xwe kir û wiha got: “Ez bang li kesên ku îro xwe amade dikin ji bo pîrozbahiyan û got ku kêfa xwe li ser xemgîniya kesên din ava nekin û bang li serowezîrê berê Netenyahu jî kir ku xemgîn nebe ji ber ev hikûmet di encama hilbijartinên demokratîk de hatiye avakirin.