20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hilbijartinên Ermenistanê de dîsa Paşînyan bi ser ket

Di hilbijartinên li Ermenistanê de partiya Nîkol Paşinyan a bi navê Peymana Sivîl bi rêjeyek ji sedî 53,9 cardin bi ser ket. Partiya Robert Koçaryan jî di hilbijartinan de ji sedî 21’ê dengan wergirt.

Hilbijartinan roja yekşemê dest pê kiribû û Paşinyan beriya ku hilbijartin bi awayekî fermî aşkera bibin serkeftina xwe ragihand û wiha got: “Jixwe em dizanin ku me di hilbijartinan de serkeftineke qanihker bi dest xistiye û her wiha di parlamentoyê de jî piraniyeke qanihker para me ketiye.”

Ji ber têkçûna şerê li Qerebaxê di nav civaka ermenan de dubendiyek peyda bûbû. Ji ber vê yekê jî gelek çavdêr dipên ku çalakiyên protestoyê pêk bên.

Robert Koçaryan ‘sextekariyên di pêş de hatine plankirin’ protesto kir û daxwaz kir ku ew ‘sextekariyên hatine îdiakirin bi baldarî bên lêkolînkirin’. Partiya Koçaryan jî destnîşan kir ku heta ev pirs neyên bersivandin dê encamên hilbijartinê nepejirînin.

Nîkol Paşînyan di sala 2018’an de bi awayekî pak û li dijî nelirêtiyên ji teref elîtan ve tên kirin sekinibû û di vê atmosferê de bûbû desthilat. Lê belê bi şerê Azerbaycan û Ermenistanê yên ji bo Qerebaxa Jor piştgiriya ji bo Paşînyan dihat dayîn derbeke mezin xwar.

Di vî şerê 6 hefteyan de 6 hezar 500 kesî jiyana xwe ji dest da. Ermenistanê deverên ku ji salên 1990’î vir ve di bin rêveberiya wê de bûn radestî  Azerbaycanê kir.

Rêjeya piştgiriyê ya ji bo Paşînyan ji sala 2018’an vir ve daket. Lê belê pêşbîniyên der barê hilbijartinê de ku digotin partiya Koçaryan li gorî anketên dawîn zêdetir deng werdigire rast derneketin.

Paşînyan di nav vê hefteyê de bang li gel kiribû da ku ‘peywireke jipola’ bidine wî û li ser şerê navxweyî jî gel hişyar kiribû.

Paşînyan piştî ku serkeftina xwe ragihand wiha got: “Gelê me ji bo dîktatoriya hiqûq û qanûnan em berpirsiyar dîtin û divê em vê demildest bi kar bînin”.