19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hilbijartinên Lîbayayê de alîgirên Qedafî hêzeke sereke ne

Di roja dawî ya serîlêdanên ji bo serokatiya Lîbyayê de namzeteke din ê nêzî Muemer Qedafî bû namzet. Bi wê yekê hejmara kesên ku wekî alîgirên Qedafî tên binavkirin bûn 3 bernamzet. Di destpêkê de kurê Qedafî, Seyfulislam Qedafî ji bo namzetiyê serî li saziya hilbijartinan dabû, piştî wî Albeşîr Salih ku serokê berê yê nivîsgeha Muemer Qedafî  bû. Her wiha Mihemed Ehmed El Şerîf yê ku di dema desthilata Qedafî de wezîrê perwerdeyê bû jî serîladana ji bo namzetiyê kiriye.

Lewre jî tê gotin ku heke ev hersê kes di hilbijartinan de werin hemberî hev dibe ku dengên alîgirên Muemer Qwedafî û rejîma berê kêm bibin û di nava 3 kesan de belav bibin. Tê gotin ku dibe namzetiya Seyfulislam were betalkirin lewre dê yek ji wan kesên din cihê wî bigire.

Bi her halî, rewşa Lîbayayê piştî van şer û pevçûnên dijwar, destwerdana welatên derve û bicihbûna gelek komên çete hişt ku gelek kes li rejîma berê poşman bibin û xweziya xwe bi dema berê bînin. Lewre heke ew aliyê alîgirên rejîma berê bi yek namzetî bikevin hilbijartinan şensê wan ê serkeftinê gelekî zêde ye.