25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hilbijartinên Şîliyê de çepgir bi ser ketin

Di tûra duyemîn a hilbijartina serokatiya Şîlîyê de namzetê çepgir Gabriel Boric bi ser ket. Gabriel Boric ê 35 salî, di heman demê de bû serokê herî ciwan ê Şîliyê.  Gabriel Boric ji sedî 55,87 deng wergirt û namzetê rastgir Jose Antonio Kast jî ji 44,13 deng wergirt.

Boric, li ser hesabê xwe yê Tweeterê wiha got: “Em yekitî ne. Em hêvî ne. Em ji yekitiyê jî wêdetir in, Em ê her berdewam bin.”

Boricê ku bû ciwantirîn serokê Şîliyê dê di 11 adara 2022’an de  dest bi peywîra xwe bike.

Boric, li paytext Santiagoyê derket pêşberî hezaran alîgirên xwe û wiha got: “Em ê ji bo hemû gelê Şîliyê bixebitin. Ne tenê ji bo beşekê.” Boric herî dawî spasiya gelê Şîliyê kir û wiha got: “Em ê serokatiya hemû gelê şîliyê bikin. Em tenê ya beşekê nakin.”

Ji aliyekî din namzetên rastgir Jose Antonio Kast li ser hesabê xwe ya mediya dijîtal serkeftina Boric pîroz kir û wiha got: “Emê hevkariya bi hev re berdewam bikin. Ew serkeftina Boric cihê rêzgirtinê ye. Ew pir baş biser ket, gelê Şîliyê biryara xwe wiha da û ez hêvî dikim ku hikûmeteke baş ava bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Gabriel Boric di hevpeyvîneke xwe de wiha behsa kurdan jî kiribû. dema ku jê re hat gotin te ji bo Israîlê gotibû ku kujer e, ma tu ji bo Tirkiye jî heman tiştî dibêjî? Li ser vê pirsê Boric wiha bersivê dide û dibêje: Belê, ev yek ji bo hemû desthilatên ku komkujiyan dikin derbasbar e, ev yek ji bo Israîl, Tirkiye û Erebistana Siûdî jî derbasbare. Ne girîng e ku hêza wan dewletan çiqasî mezin e ya girîng ew e ku divê em mafê wan gelan biparêzin.”