spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di karê weşangeriyê de cihê jinan

Dîroka serdestan çawa ku jin di warên polîtîka, felsefe, spor, huner, dîplomasî û hwd. de tune hesibandine, di warê wêje, nivîskarî û weşangeriyê de jî ev nêzîkatî xwe berdewam kiriye, ji ber ku ev qad tim wek karên entelektuel ên mêran hatine hesibandin. Tê zanîn ku dîroka çapxaneyê ya modern di salên 1440’î de li Ewropayê dest pê dike lê helbet beriya wê bi gelek teknîkên cuda nivîs hatine nivîsîn û berhem hatine belavkirin.

Li gor agahiyên heyî, li Kurdistanê jî di sedsala 19’emîn de karê weşangeriyê belav dibe û bi taybetî jî bi destên cemaetên olî û derdorên xiristiyan hatine avakirin. Ji ber vê jî pirtûkên kurdî bi taybetî li derveyî Kurdistanê wek Kahîre û Stenbolê hatine çapkirin. Helbet armanca me ne ew e ku em qala dîroka çapxaneyan bikin. Di qada weşangeriyê ya kurdî û giştî de ev kar tim wek karekî mêran hatiye lansekirin.

Têkildarî mijara ku jin di nav weşangeriyê de xwedî cihekî çawa nin em bi yek ji xwediyên weşanxaneya Payîzê Serdem Kahraman û yek ji xwediyên Pirtûka Kurdî û weşanxaneya Darayê Berfîn Huseynî re axivîn.

Damezrandina Payîzê

Serdem Kahraman piştî ku zanîngehê qezenç dike êdî têkiliya xwe ya bi zimanê tirkî re ji holê radike û berê xwe dide ziman û wêjeya kurdî. Kahraman ji bo ku ji karê pirtûkan hez dike di hin weşanxaneyan de wek alîkar dişuxule û pişt re jî biryara damezrandina weşanxaneya bi navê Payîzê dide. Salek berê weşanxaneya Payîzê hat damezrandin û niha ew jî yek ji şîrîka weşanxaneya Payîzê ye. Êdî ew di nav vê qada ku ji aliyekî ve ziman û pirtûkên kurdî tên tunehesibandin ji aliyê din ve jî tunehesibandina jinan a di qada weşangeriyê de ye.

‘Hejmara mêran zêdetir e’

Kahraman der barê qada weşangeriyê de da zanîn ku di vê qadê de hejmara mêran pir e, mêr derdikevin pêş û wiha got: “Lê ev nayê wê wateyê ku jin nikarin vî karî bikin û di qada wêjeyê xwe îfade bikin. Mînak ez bixwe li ser medyaya civakî gelek caran rastî nêzikatiyên zilaman tim, ji vê rewşê jî pir aciz dibim. Helbet ev nayê wateya ku dê bi karê wêjeyê ve eleqedar nebim. Çawa ku nivîskarî û karê weşangeriyê li jinan tê û dikarin bikin. Karê weşangeriyê jî bi vî qaydê li jinan tê û dikarin bikin jî. Bi ya min wêje bêhtir li jinan tê, dema jin binivîsin û karê weşangeriyê bikin bi dîsîplîn û profesyonelî dikarin nasnameya xwe ya wêjeyê bi dinyayê bidin nasîn.”

Mînakek ji dîrokê

Serdem Kahraman di axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina qada wêjeyê li jinan û wiha pê de çû: “Di serdema Victoryayê de edebiyata îngilîzî ji jinan re hatibû qedexekirin û ji bo vê jî jinan xwe dixist şiklê mêran û bi vî awayî berhemên xwe çap dikirin, bi wêjeyê ve eleqedar dibûn, dinivîsandin. Dikarim çend navan jî ji wan bidim ‘Malbata Brontë’ di sedsala 19’emîn de ev çend xwişk bi wêjeya îngilîzî re mijûl bûne û niha jî li dinyayê tên nasîn. Weşangerî jî tiştekî wiha ye, dema meriv bi hesteke xurt û bi xwe bawer bikeve rê dê mirov bikaribe karê xwe bike û xwe îfade bike.”
Kahraman ragihand ku ew bi gelek jinên nivîskar, helbestvan, wêjevan, dîroknas û hwd. re tim di nav têkiliyekê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji wan jinan jî Leyla Saraça ku di girtîgehê de ye û me pirtûka wê ya bi navê ‘Werzeba’yê çap kir. Wekî din jî berhemên wê hene em ê li ser wan jî bisekinin. Di her karî de ji bo jinan zehmetî hene bi rastî, karekî ku meriv bi rehetî bike tune ye.”

‘Di her qadê de mêr li pêş in’

Berfîn Huseynî ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê mezûn bûye û niha şirîka Pirtûka Kurdî û weşanxaneya Darayê ye. Huseynî der barê karê xwe de diyar kir ku wek her qadê di qada weşangeriyê de jî mêr li pêş in û wiha got: “Em berê xwe didin kîjan qadê, weşangerî, rojnamegerî, nivîskarî û hwd. tim mêr derdikevin pêş. Ev jî mîna ku em hemû dizanin ji ber vê yekê ye ku ruhê jinan, xeyalên jinan û xwebûna jinan ji zaroktiyê ve bi dîwarên stûr tê pêçandin û ev yek bandora xwe li hemû jiyana jinan dike.”

‘Li benda wijdana mêran nemînin’

Huseynî di axaftina xwe de da zanîn ku her diçe jin di her qadê de gavên sexlem diavêjin û ev tişt anî ziman: “Jin êdî sînorên ku li pêşiyê hatî avakirin yek bi yek ji holê radikin û bi keda destê xwe jiyaneke jinwarî ava dikin. Ji vir wê de jî ev yek bi têkoşeriya jinan re eleqedar e. Çimkî ger jin li benda wijdana mêran û civakê be dê tu serkeftinek bi dest nexe. Ya min jî ev sala sisêyan e ku bûme şirîka Pirtûka Kurdî û li wir dixebitim. Wek mînak dikarim xwe jî nîşan bidim bo bidestxistina qadên ku mêran cihê xwe lê qehîm kiriye. Piştî xelaskirina zanîngehê gava min xwest bibim şirîka Pirtûka Kurdî malbat li dijî vê yekê derket û bi tu awayî nebû destek. Lê min gelek rîsk dan ber çavan û bi hezar zor û zehmetiyan ez bûm şirîk û niha wek jin tenê ez di nav şirîkan de cih digirim û ez ê hewldana xwe bidomînim.”