Rojnameya Heftane

Di lêkolînên kurdî de destdirêjî û desthilatdarî

Di rojên derbas bûn de, der barê tundî û destdirêjiya zayendî ya di nav lêkolînên kurdî de daxuyaniyeke anonîm hat weşandin. Ev daxuyanî ji hêla hin jinên di qada lêkolînên kurdî de dixebitin ve hatibû nivîsandin û bênav bi awayekî anonîm hatibû destnîşankirin. Piştî belavkirina vê daxuyaniyê bi giranî di nav tora lêkolînên kurdî (Kurdish Studies Network) de der barê teşe û helwesta daxuyaniyê de gelek nîqaş hatin kirin. Bi taybetî nebinavkirina kiryaran (faîlên tundî û destdirêjiyê) wek kêmasî hat dîtin. Ev daxuyanî bi giştî balê dikişîne ser destdirêjiya mêran a li dijî jinan a nav akademiyê, bi taybetî jî ya nav lêkolînên kurdî.  Di nivîsê de her wiha têkiliyên hêzan ên newekhev tê şermezarkirin û destdirêjî wek pirsgirêka pergalê tê pênasekirin. Daxuyanî bi helwesta li dijî destdirêjî û peyama piştgiriya jinên nav lêkolînên kurdî bi dawî dibe.

Ger mirov ji nav daxuyaniyê peyva ‘lêkolînên kurdî’ derxîne, ev daxuyanî wek daxuyanî/nivîseke gelemperî ku tundî û destdirêjiya nav sazî û dezgehan pênase dike, derdikeve pêşberî me. Ji xeynî peyva ‘lêkolînên kurdî’ ku em karibin vê nivîsê û mijara tê de bi hin taybetiyên vê qadê ve girêbidin nayê xuyakirin. Lê divê ev nîqaş ji xeynî xalên hevpar ên baviksalariya gerdûnî û girêdayî vê têkiliyên hêzî yên ne wekhev, pirsgirêkên girêdayî vê qada lêkolînê jî bigire dest.

Bêguman tundî û destdirêjiya zayendî yek ji semptomên desthilatdariya civaka baviksalar e. Ango tenê yek mînakeke ji zayendperestiya rojane ye û di her şaneyê civakê de dikare bê dîtin: Zanîngeh, kargeh, hunergeh, mal, kolan û hwd. Lewma ye ku di salên dawî de bi taybetî bi kampanyayên  wekî #metoo ev zayendperestiya rojane û sazûmankirî ji nav hunerê bigire heta nav zanistê, ji nav malê bigire heta nav kargehê bi giranî ji hêla jinan ve tê teşhîrkirin û ev yek wek amûreke têkoşîna li dijî zayendperestiyê derdikeve pêş. Her çiqas teşhîrkirina kiryaran guhertineke bingehîn çêneke û tundî û destdirêjiya li dijî jinan ji holê raneke jî wek amûreke texîlker (caydirici?) û polîtîkayeke demkin bi kêr tê û divê bê kirin jî. Lê tevî vê divê têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û newekheviya zayendan esas bê girtin. Beramberî vê hin taybetmendiyên sazî û dezgehan û bandora wan a li zayendperestiyê mirov nikare paşguh bike. Di vê çarçoveyê de “qada lêkolînên kurdî” jî ji têkiliyên zayendperest û desthilatdar azade nîne û divê di vê çarçovê de bê analîzkirin.

Her çi qas ji bo cîhan û jiyana akademîk gotina “ji dem û warê serbixwetir” bê gotin jî ev tespît bi taybetî di qada “lêkolînên kurdî“ de derbasdar e. Em bibêjin ev qad wek sazî yan jî enstîtuyeke akademîk a klasîk ne xwedî derî û pace ye. Li seranserê cîhanê –bi giranî- mirovên der barê kurd û Kurdistanê de lêkolînan dikin di bin sîwana vê navê de digihîjin hevûdu. Li kêm deveran rasterast di bin vî navî de saziyên akademîk hatine avakirin. Lêkolîner bi giranî di bin zanist û beşên wek oryantalîst, îranîstîk, Rojhilata Navîn û yên bi vî rengî de xebatên xwe yên der barê lêkolînên kurdî de dimeşînin. Bi vî awayî rexneya ku di daxuyaniyê de tê kirin beşeke berfireh a cîhana akademîk digire nav xwe. An jî divê bigire nav xwe.

Du mijarên girîng ên global di vê çarçovê de bandora xwe li ser lêkolînên kurdî jî dikin: sazûmankirina neolîberal a zanîngehan û helwest û polîtîkayên zanîngehan (li kîjan deverî cîhanê dibe bila bibe) ên li hemberî mijarên kurd û Kurdistanê -ku ji helwest û polîtîkayên dewletên wan cudatir nîn e. Ev her du xal, hîn di destpêkê de çarçoveyeke ji bo lêkolînên kurdî datînin. Sînor û sînordarên wî xuya dikin û datînin pêş ava diherike. Ev yek rasterast bi têkiliyên desthilatdariyê ve û beramberî vê bi pergala baviksalar ve girêdayî ye. Divê ne tesaduf be, ji hêlekê ve zanîngehên li rojavayê Kurdistanê di asta navneteweyî de nayên naskirin, ji hêla din ve bi milyonan euroyan di navbera zanîngehên Başûr û ewropî de proje tên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de kiryarên êrîşên zayendperest wek kesên “bihêz û payebilind” hatine pênasekirin. Mijar çi qas bindest û mazlûm dibe bila bibe ger lêkolînên kurdî bikeve bin siya kesên “bihêz û payebilind“ li wir ji xwe jî ji desthilatdarî û ji destdirêjiyê wêdetir tiştekî bi pêş nakeve. Bi hezaran kes li seranserê cîhanê bi êş û hesreta welatê xwe, bi hêviya xebateke mayînde ji bo gelê xwe bi pênûsa xwe û bi serbilindî di bin sîwana “lêkolînên kurdî“ de kedeke mezin didin. Heqê tu kesê “bihêz û payebilind” nîn e ku siyê bide ser keda tê dayîn. Lewma jî tevî têkoşîna hevpar û piştgiriya jinan divê kiryar bên teşhîrkirin û lêkolînên kurdî xwe ji têkiliyên desthilatdar û destdirêjker azade bike.