20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha adarê de 68 jin rastî tundiya mêran hatin

Li Tirkiyeyê her roj bi dehan jin rastî tundî, tacîz, tecawiz, binçavkirin û tunehesibandina mêran tên. Roj tune ye ku li bajarekî jinek rastî zextên vê hişmendiyê ne hatibe.

Her çiqas ku bi awayekî fermî di Peymana Stenbolê de parastina mafên jinan hebû jî hikûmetê bi tu awayî peyman ne dixist meriyetê. Ji bo ku mafên mêrên kujer û mafên hişmendiya baviksalar biparêze Tirkiyeyê di 20 adarê de xwe ji peymanê vekişandin. Dewleta ku di bin her şert û mercî de kujer, tacîzkar tecawizkaran diparast êdî bi bingeha qanûnî jî ev parastina xwe rewa kir.

Li gel êrişên mêran, dewlet jî ji aliyê din êrişên ser jinên siyasetmedar, berxwedar û hwd dike. Herî dawiyê di 5’ê mehê de hikûmetê avête ser mal û saziyên jinan. Di operasyona serdagirtina Komeleya Jinan a Rosa û gelek navnîşanan de, nûnerên partiya siyasî jî di nav de 22 jin bin çav kirin.

Zext û zorên hişmendiya baviksalar û ya dewletê li Tirkiyeyê gihaştiya asta herî jor. Herî dawiyê di meha adarê de bi dehan jin hatin qetilkirin, rastî taciz û tecawizê hatin. Li gorî nûçeya Bîanetê tenê di meha adarê de 36 jin hatin qetilkirin. Bi destê mêran herî kêm 68 jin rastî tundiya mêr hatin, 4 zarok hatin kuştin. Di nav de hin jê zarok lawik 25 zarok hatin îstismarkirin, 11 jin rastî tacizê hatin.

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê