20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di mehekê de 2 caran zem kirin

Li Amedê nanê firinê di mehekê de 2 caran zem kirin. Di meha mijdarê de nanê firinê ji 500 gramî daxistin 400 gramî û buhayê wî kirin 3 tl. Nanê firine ku di meha mijdarê de buhoyê wî kirin 3 tl, îro dîsa zem kirin. Hem nan buha kirin û hem jî gramê wî kêm kirin. Nanê ku berê 400 gram bû, niha daxistin 360 gramî û buhayê wî  jî kirin 4 tl.

Serokê Yekîtiya Odeyên Sinhetkar û Esnafan a Amedê Alîcan Ebedînoglu û Serokê Esnafên Firinvanan Mehmet Emîn Gungor  îmze avêtin bin buhayê nan. Li gorî tarîfnameyê Nanê somûn ku 200 gramê wî bi 1.75 tl dihat firotin, buhayê wî kirin 2.25 tl. Nanê vekirî yê 360 gram bû jî buhayê wî ji 3.50 tl yan derxistin 4 tl yan. Li gorî tarîfeya nû, 200 gram nanê bi rûn, 6 tl, , 250 gram nanê lavaş 3 tl, 100 gram çorek, pogaça û sîmît  jî dê 3 tl bê firotin.

Li aliyê din heqê rê jî zem kirin. Dolmîşan jî heqê rê zêde kir. Heqê rê ku berê bi 2.50 tl bû, bi zema nû re derxistin 3,25 tl.