Tuesday, September 28, 2021

Di nav bêhêvîtiyê de çirûskên jinên afgan

Rizoyê Xerzî

Piştî ku tevgera Talîbanê dest danî ser desthildariya welat û hikûmet û artêşa Afganistanê hilweşiyan dîmenên herî zêde di medyayê de hatin belavkirin, dîmenên reva gelê Afganistanê bû.  Li balafirgeha Kabilê ya ku ew bi tenê ji derveyî desthilata Talîbanê mabû, bi sedhezaran mirovan xwe lê digirt da ku ji Afganistanê derkevin. Dîmenên mirovên ku xwe dîavêtin pêşiya balafiran û heta kesên ku xwe ji derve de bi balafiran girtin û paşê li ezman ji balafirê ketin, hatin parvekirin.

Di vê dema ku dîmenên reva ji ber tevgera Talîbanê derketin pêş, du bûyerên balkêş ên berevajî vê yekê gelekî bala min kişandin.

Yek ji wan dîmenan çend jinên afgan li ber navendeke Talîbanê xwepêşandan kirin û bankartên ku ew mafên jinan diparêzin hildan. Her çendî medyayê ev dîmen wekî xwepêşananeke biçûk nîşan dan jî lê di vê rewş û atmosfera ku niha li Afganistanê tê jiyîn de ew wêrekî û çalakiyeke gelekî mezin e. Bê guman dema wan jinan biryara vê çalakiyê da, girtin û kuştina xwe jî dane ber çavên xwe. Lê tevî vê yekê li şûna revê berxwedan hilbijartine.

Bûyereke din a balkêş dîsa ji jineke afgan a bi navê Mehbûba Serac e. Mehbûba Serac çalakvaneke mafê mirovan e. Bi salan e ji bo mafê jin û zarokan xebatan dike. Serac seroka ‘Navenda Pêşxistina Hunerên Jinên Afgan’ e.  Heta beriya 2 hefteyan ev jina wêrek li DYA’yê bû. Lê wê biryar da ku vegere welatê xwe û li Afganistanê bijî.

Mehbûba der barê biryara xwe de wiha dibêje: “Ez jineke afganî me û divê vegerim welatê xwe. Berpirsiyariya min ji bo hemû jin û zarokên ku li wir dijîn heye. Divê ez bi wan re bijîm, ez nikarim dest ji wan berdim û welatê xwe terk bikim.”

Serac gazincên xwe ji rewşa beriya desteserkirina Talîbanê jî tîne ziman û wiha dibêje:  “Rewşa beriya Talîbanê jî ne bi dilê min bû. Ji ber ku ne welatê me û ne jî cîhanê hêza rastî ya jinên afganî nedîtin û sûd ji vê hêzê negirtin. Bi hêvîmê ev tevger li me guhdarî bike û sûdê ji wê hêzê bibîne. Heke wiha kirin dê gelek tiştên baş bibin.”

Serac helwesta xwe ya ji bo şêweyê vekişîna DYA û hêzên navnetewî jî wiha tîne ziman: “Ez nikarim der barê şêweyê bitenê hiştina me û vekişandina hêzên navnetewî de tiştekî bibêjim. Ji ber ku bi vî şêweyê lezgîn vekişandina ji Afganistanê gelek hêviyên me şikandin.”

Li şûna revê xebat

Mehbûba di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Tiştê ku ez hêvî dikim ew e ku em bikaribin bi Talîbanê re biaxivin. Em li hemberî hev li ser maseyekê rûnin.’

Mehbûba di dawiya axaftina xwe de dibêje:  “Ez ji tevgera Talîbanê natirsim. Ji ber dem ji tirs û xofê re tune ye. Dema me ya poşmaniyê jî tune ye. “

Ev herdu bûyer di nava ewqas bêhêvîtî, ev û bêçaretiyê de, bi taybetî jî li welatekî weke Afganistanê û li hemberî tevgereke wekî Talîbanê ku jinan weke kole dibîne, hêjayî dîtin û rêzgirtinê ye.

Ji aliyekî din ve piştî şerê 20 salan li hemberî Talîbanê roja ku DYA’yê destê xwe ji alîkariya artêşa Afganistanê kişand , di nava çend rojan de tevgera Talîbanê dikaribû hemû Afganistanê bixe bin kontrola xwe. Ev jî tê wê wateyê ku divê mirov pişta xwe bide hêza xwe û gelê xwe.

Ji ber ku ew hêza ji derve alîkariya te bike wekî dibêjin ‘Ne ji bo çavên te yên reş’ vê alîkariyê dikin, helbet ji ber berjewendiyên xwe vê yekê dikin û kengî ew berjewendî hatin guhertin dê ew hêz xwe bide aliyekî û te bi tenê bihêle.

Ev herdu çalakî û bûyerên jinên afgan her çendî li hemberî hêza Talîbanê biçûk û bê wate xuya bikin dibe ku bibin mînak û çirûskek ji bo hemû gelê Afganistanê.