spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav geşedanên dîrokî de kongreya HDP’ê

HDP’ê di kongreyê de zimanek, stratejiyek û polîtîkayek nû da ber xwe. Hemû pirsgirêkên aborî û civakî di vê qonaxa nû de, li ber HDP’ê ne. Di serdema nû de jî dê siyaseta aştiyê wek siyaseteke bingehîn bidomîne

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, geşedanên 4 û 5 salên dawî, bandoreke neyînî li ser atmosfera civakî û siyasî kir. Dozaja êrîşên li dijî qada siyaseta demokratîk, wek metastazê rengvedaneke pasîf li tevahiya civakê jî kir. Geh li Kurdistanê, geh jî li Tirkiyeyê, guhertina pergalê û avakirina rejîma nû, peyderpey dozaja êrîşan jî xurt kir. Nemaze ji 2015’an vir ve, di çarçoveya êrîşên li dijî HDP’ê de teqrîben 18 hezar kes bi hincetên curbicur hatin destgîrkirin, jê nêzî 8 hezar kes jî hatin girtin. Hevserok, parlamenter, hevşaredar û rêveberên partiyê li dor planeke pergalî wek rehîn hatin girtin, hemû destkeftiyên kurdan û şaredarî hatin desteserkirin. HDP wek partî nehate girtin lê hemû rêxistinên wê bi êrîş û zextên mezin re rûbirû man.

4’emîn kongreya xwe ya asayî ya mezin, 23’yê sibatê li Enqereyê, li dar xist. HDP’ê, beriya kongreyê, bi panel, sempozyûm, konferans û çalakiyên curbicur, kêşeyên civakî û siyasî bi hemû pêkhate û hevalbendên xwe re nîqaş kirin. Encamên wan çalakiyan, bandora xwe li ser naverok û bernameya kongreyê jî kir. Encamên 4 û 5 salên dawî ên pêvajoya şer û pevçûnê bi hemû detayên xwe hatin nirxandin, bergirî û tevdîrên pêwîst hatin nîqaşkirin.

Pêdiviyên pratîk aşkera bûn

Di nav geşedanên dîrokî yên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê de, ligel êrîş û zextan, hem pêkanîna kongreyê, hem jî naverok û atmosfera wê, careke din pozîsyon, îdia û aktorbûna HDP’ê muhkem kir. Ji bajarên kurdan heta yên tirkan, ji Tûnisê heta Fas û Urdinê, ji welatên Ewropayê heta başûr û rojhelatê Kurdistanê, ji 28 welatan partî, rêxistin, sazî û kesayet beşdarî kongreyê bûn. Balkêş bû ku piştî berberiya di navbera dewleta tirk û dewletên ereban de, cara ewil ji welatên erebî, ewqas kes, rêxistin, partî û nûner beşdarî kongreya HDP’ê bûn. Kongreya HDP’ê li gorî karekterê HDP’ê yê pirreng, pirdeng encam da. Ji yekitiya neteweyî bigire heta piştevaniya navneteweyî, daxwaz, bang û pêdiviyên pratîk careke din aşkera bûn.

Kongre bi awayekî serkeftî û bi coşeke mezin bi dawî bû. HDP’ê hevserokên xwe yên giştî û endamên meclisa xwe ya partiyê li gorî bernameya xwe û rêziknameya xwe nû kir û rûpeleke nû li dîroka xwe zêde kir. Pervîn Buldan û Mîthat Sancar wek hevserokên nû hatin hilbijartin. Helbet îro şepêla siyaseta popûlîzmê û bayê lîderên karîzmatîk bandora xwe li tevahiya siyaseta cîhanê dike. Di atmosfereke wiha ya siyaseta populîzmê û di nav nakokiya vê rastiyê de HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan wek hevserokên nû bijart. HDP li dijî vê bayê siyaseta populîzmê ya bandora xwe li tevahiya cîhanê kiriye, avakirin, û bipêşxistina mekanîzmayên sazûmaniyê û karîgerkirina rê û rêbazên demokratîk û pirreng/pirdeng derdixe pêş. Lewre mirov dikare hevserokatiya Mîthat Sancar di vê çarçoveyê de binirxîne û projeksiyona siyaseta qonaxa nû fehm bike.

Der barê kongreyê de lêpirsîn

Kongreya HDP’ê bi dawî bû, lê êrîşên beriya kongreyê dest pê kiribûn, piştî kongreyê jî dewam kirin. Beriya kongreyê ji 200 kesan zêdetir xebatkar û endamên HDP’ê yên ku xebat û amadekariya kongreyê dikirin, hatibûn destgîrkirin. Hem atmosfera kongreyê hem jî naverok û psîkolojiya wê Erdogan û Bahçelî aciz kirin û piştî kongreyê Serdozgeriya Enqereyê der barê kongreyê de lêpirsîn da destpêkirin; xebatkarên teknîk û berpirsên HDP’ê jî di nav de 15 kes binçav kirin. Atmosfera kongreyê hikmê dewletê yê di 4 û 5 salên dawî de li ser siyaset û civakê ava kiribû, berevajî kir. Careke din aşkera bû ku, çendîn xebatkar û berpirsên HDP’ê bên girtin jî, rastî her celeb zext û pêkutiyan bê jî, rêxistina xwe careke din vesaz û birêkûpêk dike.

HDP’ê kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist, rêveberên xwe nû kirin û dest bi qonaxeke nû kir. Di vê qonaxa nû de, HDP’ê zimanekî nû, stratejiyeke nû û polîtîkayeke nû da ber xwe. Ji meseleya kurd bigire heta kêşeyên Tirkiyeyê, ji siyaseta şer bigire heta avakirina aştiyê, hemû pirsgirêkên aborî û civakî di vê qonaxa nû de, li ber HDP’ê ne.

Axaftina hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, wek bangewaziyeke xurt a aştiyê bû. Di naveroka axaftina wî de şîfreyên serdema nû û polîtîkayên nû xwe dida der.

Helbet HDP ne tenê îro, di 8 salên dawî de, her û her siyaseta aştiyê wek siyaseteke bingehîn dabû ber xwe û li gorî wê siyaset dikir. Di serdema nû de jî dê vê siyaseta xwe bidomîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê