Sunday, September 19, 2021

Di nav kurdan de ajal xweza û mîhrîcan

Şervan Çîçek

Di nirxên civakî de xweza cihekî pir girîng û taybet digire. Li gor xwezayê û zagonên wê mirov jiyana xwe sererast dike. Bi qasî ku mirov jiyana xwe bidomîne mirov xwe li gor xwezayê dike nifşek nû. Kurd wek qewmê kevnareyê Rojhilatê Navîn, li gorî erdnîgariyê weke çand, foklor, huner û jiyana rojane, jiyana xwe didomînin. Li Rojhilatê Navîn kurd wekî gelê çiya tên nasîn. Ev jî tê wê wateyê ku ji çiya sihûd digirin û li gor çiya tevdigerin. Navên xwe rengên xwe ji çiya digirin û didin çiya. Zozan, mêrg, koçerî û xweykirina ajalan, mêşin, bizin, hesp, hêştir ji bo kurda cihekî girîng digire.

Li gor zabûna ajalan, çûyina zozanan, çêre û çêregehan, çand û hunerderdikeve holê. Xweza, ajal û kurd dema di salê de tên ber hev bi xwe dibin huner û kurdistan dibe ciyê mîhrîcanan. Her çiqasî teknolojîya niha mirovan guhertibe, çand û hunerê di nav polîtîkaya qirêj de yekser kiribe jî, kurdan dev ji kevneşopiya xwe bernedaye. Her çiqasî di tevgerê de motîfên nû girtibin jî bi qeyde û qisasên xwe û bi rengên xwe pîrozbahiyên salê bi cih tên. Em dikarin bejin ji bo kurdan sal pîroz e. Zivistan dema tê herkes li benda berfê ye. Bi ketina berfê re sal dest pê dike. Sala ku berf xweş bikeve ew sal çêrgeh geş in. Sibat, adar, nîsan û gulan jî mehên baranê ne. Ji bo ku zad û mêwe baş bigihîjin hewce ye baran baş bibare. Destpêka havînê zabûna xwezayê bi xwe ye. Mêwe kulîlkên xwe tijî dikin, êdî tên xwarin. Payîz despêka amadekariya zivistanê ye, berhevkirina gil û giya, vegera ji zozanan û çûyîna ser rezan e payîz. Piştî çêkirina dims, meşlûr, bastêq, kesmeyan zivistan tê. Çar demsal yek jê zivistan e. Zivistan sersala kurdan e. Her çiqasî serê sala kurdan wek Newroz bê dîtin jî kurdên bakûr di serê çileyê de serê sarsalê pîroz dikin. Xwarinên xweş tên çêkirin. Mewîj, bastêq, kesme bihîv, gûzên ku di sandoqan de ne tên derxistin. Didin ber mêvanan. Êvara sersalê zarok xwe bi cil û bergên kalik, pîrik, mela û mezinên din dixemilînin. Mal bi mal digerin sersalê bi govend û stran pîroz dikin. Di navbera stranan de biwêjan li hev tînin. Ji ber dilê malbatan xweş bikin wekî serê salê binê salê xwedê tijî bike dergûşa malê hwd.

Sersal wek despêka jiyana sekinandî ye. Di dawiya çileyê de ku hefteya paşî dikeve sibatê zabûna ajalan dest pê dike. Ji ber kêfxweşiya zabûnê ku zabûn weke nûbûnê tê dîtin hinek pîrozbahî tên kirin. Weke çarşema serê zîpa û çarşema sor. Ev her dû mîhrîcan li dû hev tên pîrozkirin. Di nav kurdan de ji vê pîrozbahyê re serê pez tê gotin. Piştî pîrozbahiyê serê pez newroz dest pê dike. Newroz hatina biharê, dema xebata çandiniya zeviyan, amadekariya çûyîna zozanan ne. Li gor salnameya Romî 3 pîrozbahiyên serê pez hene, Çarşema Serê Zîpa, Çarşema Sor û Newroz. Li ziyaretgeha li ber agir bi govend, stran û dîlanan tê pîrozkirin. Gel ji malên xwe dertên kincên paqij li xwe dikin berê xwe didin kendal û qotên bilind dia dikin. Pêşiyan ji bo vê mehê gotine: “Eyn dikin weyn dikin du roj û dankî ji adara xwişka xwe deyn dikin, teşkê gîskê digirim, li ser sergo werdikim.” Hefteyek piştî Newrozê pîrozbahiyên ser Hivdeh dest pê dike. Karik û berxikê zane êdî bi xwe ve tên dimijin, çêregeh geş dibin, ev yek jî coşek mezin dide xwediyê ajalan. Ji ber wê yekê tê gotin, hivdê adarê çilo bû zimanê karê. Zabûna ajalan diqede, çêregeh û çiloyê daran pel vedikin. Di rojên Hivdeh de amadekariya çûyina zozanan, rê û rêbaza çûyîna xebatên wê tên kirin. Li ser Hivdeh miyek tê gazîkirin ku wê di serê gulanê de bê jêkirin. Hivdeh sê roj li ber xwe dide.

Nîsan her roj her roj, adar nav roj nav roj, gulan bi ba, hêstirê beecî, ce di cîda ma.
Xwesteka baranê di mehên biharê de çêregehan û zeviyan tê xwestin. Meha gulanê di navbera havîn û biharê de ciyek girîng digire. Zedê di payîzê de hatiye avêtin, genim, ce, nîsk, nok û hwd. bi gulanê re serê simbilê wan tijî dibin, ber bi zerbûnê ve diçin. Pîrozbahiya vê mehê jî Serê Gulanê ye. Serê Gulanê di nav gel de Barodan tê gotin. Serşivan derê axuran vedikin, didin pêşiya pez, beran dide dû şivan, mêşin didin dû berxên nûzayî û didin dû wan. Pêşiya berê xwe bidin zozanan serşivan wan dibe ziyaretgehan. Li gor baweriyê çar caran li dor ziyaretê pez tê gerandin. Dûra beranê ku di dema Serê Pez de hatiye gazîkirin tê jêkirin. Şênîyên bi pez re hatine ziyaretgehê beran digurin. Dipêjînin û dikin xêra salê û rêwîtiya zozanan. Şênî bi hev re xwarin dixwin. Bi govend, dîlan û şahî roja xwe derbas dikin. Amadekariyên xwe diqedînin berê xwe didin zozanan.
Di tebaxê de beranê baş têne bijartin, ji bo bergirtinê bera nav mêşina didin. Beran Berdan bi şahiyekê dest pê dike. Beran bi kesk, sor û zer tên xemilandin. Keçikên ber zewacê dema beran dixemilînin nîşaneya xwe bi quloçê beran girêdidin. Def û bilûr lêdikevin, govendvan govendê digirin. Yên din li wan temaşe dikin. Desgirtiyên keçikan tên desmala girêdayî vedikin. Dikin destên xwe diçin serê dîlanê. Dê bavê keç û xortan dema Beran Berdanê de hîn dikin ka zarokên wan ji kê hezdikin. Ku bi dilê wan bûya zû dikirin diçûn wan ji hev re dixwestin. Deweta wan dikirin. Her çiqasî niha bi vê yekê nebe jî kurd he jî li pey kevneşopiyên xwe diçin û di demên salê de mîhrîcanan li dar dixin.
Serê Pez: Dema zabûna pez e. Çilê paşîn e.
Barodan: Dema pez dertê çêrgehê. Serê gulanê ye.
Beran Berdan: Payîzê beran berî nav mê ya didin.