spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav saziyên dewletê yên Îranê de nakokiyên mezin derketin

Di vê dema dawî de nakokiya di navbera saziyên Istixbarata Îranê û Parêzvanên Şoreşê de  her ku diçe zêdetir dibe û giha radeya ku ji herdu aliyan binçavkirin û girtin çêbibin.

Li gorî hin çavkaniyên muxalefeta Îranê di encama vê nakokiyê de 100 endamên istixbarata Îranê hatine girtin her wiha 45 endamên Parêzvanên Şoreşê jî hatine binçavkirin.

Saziya parêzvanên şoreşê saziya Istixbaratê tewanbar dike ku ew nikare tesîsa Natanz biparêze ya ku beriya demekê ji alî Israîlê ve hatibû êrîşkirin. Her wiha saziya Istixbaratê jî parêzvanên şoreşê tewanbar kiribû ku ew gelek mal û pereyan li komên çekdar xerç dikin bêyî ku tu sûda wan komên çekdar li Îranê bibe.

Beriya niha ji bo kuştina Qasim Sulêmanî jî herdu saziyên hev tewanbar kiribû û piştî êrîşa li ser tesîsra nukleerî ya Natanzê dîsa ev nakokî bi rengekî aşkeratir derketin holê. Her saziyeke ya din bi qelsî û kêrnehatine tewanbar kir.

Ji aliyekî din ve medya Israîl bal kişand ser wê êrîşa li dijî tesîsa nukleerî ya Îranê û got ku ew dê destê Îranê di hevdîtinên Cinêvreyê de qels bike û her wiha ew êrîş dê gavên Îranê yên ji bo bidestxistina uranyûma pêşxistî  derengtir bike.